Stratejiya li dijî qedexeya li ser PKK'ê wê were zelalkirin

Qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê ketiye sala 25'an. Zerarên ku qedexeyê daye Kurdan û demokrasiya Elmanyayê wê bi konferansekê werin nirxandin. Ji organîzatorên konferansê Dr. Elmar Mîllîch got, "Em ê stratejiya xwe ya li dijî qedexeyê diyar bikin."

Qedexeya li ser PKK'ê ku bi biryara hikumeta Elman a federal a wê wextê roja 26'ê Mijdara 1993'an hate dayin, kete sala 25'an. Ji ber sala 25'an wê 20'ê Cotmehê roja Şemiyê li paytext Berlînê konferanseke berfireh were lidarxistin. Di konferansê de wê zerara ku vê qedexeyê daye gelê Kurd û demokrasiya Elman bê nirxandin. Konferans bi sernavê "Qedexeya li ser PKK'ê ya 25 salan - Zexta 25 salan û demokrasiya Elman a di xizmeta siyaseta derve de ye" were lidarxistin.

Konferans wê li salona avahiya "Karl-Lîebknecht-Haûsê" pêk were û ji aliyê Komeleya Azadî, Komeleya Navneteweyî ya ji bo Demokrasî û Mafên Mirovan (MAF-DAD), Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Mafên Mirovan û Demokrasiyê (EJDM-ELDH) û Rêveberiya Federal a Roten Hîlfe ve tê organîzekirin.

Kesayetên ku bi salan e li dijî qedexeya li ser PKK'ê têdikoşin û pisporên hiqûqê wê di konferansê de li hev bicivin. Ji rêveberên Komeleya Azadî Dr. Elmar Mîllîch li ser amadekariyên konferansê ji ANF'ê re axivî. Dr. Mîllîch diyar kir ku amadekarî qediyane û bi bîr xist, qedexeya li ser PKK'ê ku bi siyaseta derve ya Elmanyayê ve girêdayî ye, 25 sal in bi rengekî bê navber dewam dike.

Dr. Mîllîch got, li gel qedexekirina PKK'ê par sembolên PYD, YPG/YPJ'ê jî hatine qedexekirin û anî ziman, dewleta Elman pêkanînên xwe yên li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd timî weke amûrekê li hemberî Tirkiyeyê bi kar aniye. Dr. Mîllîch ragihand, Elmanya li dijî Kurdan li şûna pîvanên dewleta hiqûqê ji xwe re berjewendiyan esas digire.

ÇEPGIRÊN ELMAN JÎ DI HEDEFA DEWLETÊ DE NE

Parêzvanê Mafên Mirovan ê Elman Mîllîch işaret bi stratejiya Elmanyayê ya li dijî PKK'ê kir û got, "Li Elmanyayê nifûseke zêde ya Kurdan heye. Ji ber vê yekê jî qedexe û astengiyan hîn bi rêk û pêk didomîne."

Dr. Mîllîch got, di konferansa roja Şemiyê de wê hewl bidin stratejiyeke hevpar a têkoşîna li dijî qedexeyê zelal bikin û wiha dewam kir: "Em ê li ser nîqaş bikin bê ji aliyê hiqûqî ve çi dikarin bikin. Bi taybetî ji bo rakirina qedexeya li ser sembolên PYD, YPG/YPJ'ê em ê nîqaşan bikin. Wekî din em ê li ser zextên ku dema dawî zêde bûne biaxivin. Ji ber ku zext êdî ne tenê li Kurdan tê kirin, çepgirên Elman ên destekê didin Rojava jî bûne hedefa dewletê."

KESAYETÊN LI DIJÎ QEDEXEYÊ TÊDIKOŞIN WÊ DI KONFERANSÊ DE LI HEV BICIVIN

Konferans wê danê sibehê dest pê bike û heta êvarê bidome. Tê payin ku ev kesayet di konferansê de biaxivin:

* Ji parêzerên parastina darizandina sala 1988'an a siyasetmedarên Kurd ên li Dusseldorfê Edîth Lûnnebach.

* Siyasetmedarê Kurd Mehmet Demîr.

* Xebatkara Komeleya Azadî Monîka Morres.

* Ji parêzerên ku tevlî doza dadgeha li Belçîkayê bû Jan Fermon. Di encama darizandinê de dadgehê biryar "PKK rêxistineke terorê nîne" dabû.

* Parêzera doza derxistina PKK'ê ji nava lîsteya Yekîtiya Ewropayê ya 'rêxistinên terorîst' Tamara Bûrûma.

* Ji parêzerên siyasetmedarên Kurd ên li Elmanyayê Lûkas Theûne.

*Serokê Komeleya Parêzerên Komarger Dr. Peer Stolle.

* Edîtorê berê yê WDR'ê Jurgen Hoppe.

* Parlamentera Eyaleta  Hambûrgê Cansû Ozdemîr.

* Ji rêveberên Komîteya Mafên Bingehîn û Demokrasiyê Heîner Bûsch.