Stêrk TV kalîteya xwe ya deng û dîmen baştir dike

Stêrk TV ji bo kalîteya xwe ya deng û dîmen baştir bike ji 1'ê Gulanê û pê ve dest bi standareke nû ya weşanê dike.

Stêrk TV heta niha li ser kalîteya standarta ragihandinê ya peykê DVB-S (Digital Video Broadcasting - Satellite) weşan dikir.

Li gorî daxuyaniya televîzyona Kurd, ji bo kalîteyeke baştir a deng û dîmen wê ji 1'ê Gulanê û pê ve guhertin bê kirin û derbasî standarta weşanê ya DVB-S2 bibin.

Stêrk TV bang li temaşevanên xwe kir ku ji 1'ê Gulanê û pê ve bi kûmanaya xwe hin guhertinan bikin.

Ji bo temaşekirina li kalîteya nû ya weşanê, pêşniyar tê kirin ku bi kûmandayê di menuya televîzyonê de eyarên Stêrk TV bi manûel guhertinê bikin.

Li gorî vê yekê, tişta ku divê bê kirin ew e, ku bikevin eyarên peykê yên li menuya televîzyonê, li vir tenê eyara DVB-S bikin DVB-S2. Piştî ku eyara nû hate qeydkirin wê li kalîteya nû ya deng û dîmen temaşe bikin.