Soran Omer: Baweriya gel êdî bi saziyên ewlehiyê nayê!

Soran Omer: Saziyên ewlekariyê yên Kurdistanê bûne parçeyek ji siyasetê û gelê êdî baweriya xwe bi wan naîne.Ji bo vê divê saziya asayîşa herêma Kurdistanê lêkolîneke berfireh bike ku baweriya gel bi de qenckirin.

Endamê Encûmena Nûnerên Başûrê Kurdistan û Parlemeterê Koma  Komeleya Îslamî Soran Omer têkildarî sûcdarkirina Komela Îslamî ya ji êrîşa çekdarî ya li ser parêzgeha Hewlêr, dîsa mijarên hilbijartina Başûrê Kurdisatn û Iraqê ji ANF’ê re nirxand.

Soran bal kişand ser êrîşa çekdarî ya li ser parêzgeha Hewlêrê ku meha borî ku têde endamekî parêzegehê ku bi eslê xwe Xiristiyan bû jiyana xwe ji dest da û got: “Êrîşa bi çek a ji aliyê 3 ciwanan ve ku li ser parêzgeha Hewlêr hate kirin weke Komela Îslamî şermezar û lenet dikin. Divê li vir bê kirin, beriya her tiştî divê saziyên ewlekariyê bê alî hikûmet û hemû welatiyan biparêze. Divê baweriyeke mezin bi hêzên ewlekariyê bê. Her bûyereke nexwazraw pêk were bê lêkolînkirin, baweriya gel bi wê lêkolînê bê. Nabe hêzên asayîş û ewlekariyê xwe bispêre hêzên siyasî. Erkê wan ê serek ewlehî û parastina civakê ye. Êdî baweriya gel bi hêzên ewlekariyê nemaye. Ji bo wê divê asayîşa herêma Kurdistanê lêkolînekê bike ku di derbarê bûyeran de gumanê di serê welatiyan de nemîne.

‘DADGEH DIVÊ BÊ ALÎ BE’

Endamê Encûmena Nûnerên Başûrê Kurdistan û Parlemeterê Koma Komeleya Îslamî Soran Omer têkildarî daxuyaniyên li ser wan tên dayîn jî ev nirxandin kir: “Di mijarên siyasî de nabê ku hêzên ewlekariyê xwe bispêrin aliyekî siyasî. Dadgeh divê bi erka xwe rabe, nabe ku hêzên ewlekariyê bike ku bandorê li biryara dadgehê bê kirin. Her wiha nabe ku hêzên ewlekariyê alîgiriyê bike. Ji xwe rewşa Başûrê Kurdistanê nexweş e ku wisa dom bike wê hê kûrtir bibe. Ev sûcdariya ku li ser Komela Îslamî tê kirin, bandora aliyên siyasî ye ku li ser bûyerê dike ye.”

 ‘RÊVEBERÊN EWLEKARIYÊN DAXUYANIYÊN ŞAŞ DIDIN’

Omer bal kişand ser daxuyaniyên ji aliyê Asayîşa Hewlêrê ve hate dayîn û wiha pêde çû: “Ti biryareke girtinê ya di derbarê min de nîne. Li dosyayekê de weke şahid im. Lê belê daxuyaniya rêveberên ewlekariyê ne daxuyaniyeke ya rêveberan e. Di vî warî de me serlêdan di warê hiqûqî û lêkolînkirinê daye. Bi hêvîne ku carekî din berpirsên ewlekariyê bêy lêkolîna dadgehê û biryara dadgehê daxuyaniyên şaş nedin.”

‘DIVIYA BÛ HILBIJARTIN BERÎ SALEKÊ BIHATA KIRIN’

Endamê Encûmena Nûnerên Başûrê Kurdistan û Parlemeterê Koma Komeleya Îslamî Soran Omer qala hilbijartina Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û wiha pêde çû: “Diviya bû ku hilbijartina herêma Kurdistanê beriya salekê bihata kirin, lê mixabin hate taloqkirin, niha jî tê gotin ku bê taloqkirin. Her çendî alozî û nakokiyên siyasî yên li Iraqê hebû jî lê ji bo nakokî hê zêdetir nebin hilbijartina parlemetoyê dirêj nekir. Lê mixabin li Herêma Başûrê Kurdistanê taloqkirina hilbijartinê bûye ji rêzê. Ti demê hilbijartin di demê xwe d nehatiye kirin.

Yek ji sedemê ku her tim hilbijartin tên taloqkirin ew e ku hinek alî ji hilbijartinê ditirsin. Ji bo hilbijartinê ne amade ne, dîsa ji bo ku li ser desthilatê bimînin. Her çendê di hinek hilbijartinan de li gorî pêwîst jî nebe, hinek tişt hatiye guhertin. Lê li hinek deveran her çendî hilbijartin hatiye kirin jî lê tiştek ji desthilatê neketiye xwar. Mixabin herêma Kurdistanê di warê serwerî, demokrasî û mafê mirovan de tim bûye asteng, lê eger ku di warê hilbijartinê de jî heman karî bike, wê demê ti wateya serweriya hikûmetê herêmê namîne.”

 ‘GELEK HÎLE DI HILBIJARTINA IRAQÊ DE HATE KIRIN’

Omer bal kişand ser encamên hilbijartina Parlementoya Iraqê jî û got: “Gelek hîle û nelirêtî di hilbijartina Iraqê de hate kirin. Amûra hilbijartina dengan hate têkdan. Ew encama ku hatî diyakirin niha rewşeke cudatir li herêmê daye avakirin. Eger ku encamên hilbijartinê bi dest bihata kirin wê ev rêje hê diyartir bihatiba dîtin. Niha jî ji ber kirîz û aloziyên siyasî yên li Iraq û Kurdistanê newêrin encamên rastî parve bikin. Kêm sindoq bi dest hatine hejmartin, ji bo ku kêm hîle û dengên wan diyar nebin. Hemû dewletê cîran dizanin ku di hilbijartina Iraqê de hîle hatiye kirin, lê dixwawzin ji vê rewşê sûd bigirin û heta lihevkirinekê dikin ku piştre encaman diyar bikin. Heta ew guhertin nebê hikûmeta Iraq û herêma Kurdistan nikare bê avakirin. Ev jî dibe sedem ku pirsgirêk mezin bibe û baweriya gel bi hilbijartinê nemîne.”