SMJÊ: 16'ê Sibatê bi ruhekî seferber em li Strasboûrgê bin

SMJE'yê Komploya Navnetewî ya 15'ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û banga tevlêbûna çalakiya li Strasboûrgê ya 16'ê Sibatê kir.

Sîwana Meclîsên Jinên Êzîdî (SMJÊ) bi daxuyaniyeke nivîskî Komploya Navnetewî ya 15'ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir, got, xwedîderketina rûmetê bi azadiya Ocalan e û bang kir, ''Divê di serî de jinên Êzîdî û tevahiya civaka Êzîdî 16'ê Sibatê bi rihê seferberiyê li Strasboûrgê bin.''

SMJÊ'yê bal kişande ser rola Ocalan a di parastina Êzîdiyan de û got, ''Ne tenê Êzdayî parastiye, bi perspektîfên jiyana azad, bi taybetî ji 2014'an û vir ve civaka Êzîdî ji dîroka fermanan rizgar kiriye û bi paradîgmaya demokratîk û aştîxwaz, li ser hîmê xwerêxistinê, xweparastin û xwerêvebirin mîsoger kiriye.''

'BI PÊŞENGIYA JINÊ WÊ TECRÎD WERE ŞIKANDIN'

SMJÊ'yê her wiha got Jinên Êzîdî çawa ku ji 2014'an ve bi Ocalan bûye xwedî vîna azad û rêxistiniyê û li ser vê bingehê li dijî faşîzma Erdogan û DAÎŞ'ê têdikoşe û bi ser dikeve, bi berxwedaniya Leyla Guven jî wê faşîzm hilweşe û tecrîda dijî mirovahiyê were şikandin.

SMJÊ'yê bal kişande ser bêdengiya NY, KE û CPT'yê ya li bara tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ev bêdengî şermezar kir û bang li jinên Êzîdî kir ku beriya ku bi derengî bikeve li dijî faşîzmê rabin ser piyan.

BANGA TEVLÊBÛNA LI ÇALAKIYAN

SMJÊ'yê bang kir ku 15'ê Sibatê tevlî çalakiyên protestokirina Komploya 15'ê Sibatê, yên li cem sefaretxaneyên Tirk û DYE'yê bibin û her wiha bang kir ku her kes tevlî meşa navendî ya 16'ê Sibatê ya li Strasboûrgê bibe.