Siyasetmedarê Asûrî Gabrîel jiyana xwe ji dest da

Damezirênerê Meclîsa Gel a Asûrî û Endamê KCD’ê Yakûp Gabrîel jiyana xwe ji dest da.

Damezirênerê Meclîsa Gel a Asûrî û Endamê KCD’ê Yakûp Gabrîel, di encama qeyrana dil de jiyana xwe ji dest da.

Gabrîelê ku duh jiyana xwe ji dest da, piştî zarokên wî ji Ewropa vegerin wê li Midyatê were definkirin.

Gabrîel, di sala 1990’an de ji ber zextên dewleta Tirk a dagirker koçî Ewropayê kir û di sala 2001’an de vegeriya li ser axa xwe. Piştî ji Ewropa vegeriya li navçeya Midyata Mêrdînê bi cih bû. Di heman deme Gabrîel yek ji damezîrênerê Meclîsa Sûryaniyan bû.

Gabrîl yek ji damezirênerê Însiyatîfa Demokratîk a Asûrî, Sûryanî Keldanî bû, di heman demê de cihê xwe di nava damezirênerên Partiya Guhertina Demokratîk a Mezopotamyayê (MDDP) bû ku piştre navê xwe weke Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê (MOP) guherand, girt.

Gabriel, namzetê parlamenteriyê yê Partiya Civaka Demokratîk (DTP) û Endamê Meclîsa Şaredariya Mîdyatê yê DTP’ê ku aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hatiye girtin bû. Di heman demê de Endamê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bû.

Gabrîel li Mîdyatê di nava gelê Sûryanî û gelê din de weke rûspî dihat naskirin.