Sîxurê MÎT'ê yê li Elmanyayê li xwe mikur hat

Endamê MÎT'ê Mehmet Fatîh Sayan, ku di meha Kanûnê de li Elmanyayê hate girtin, li xwe mikur hat ku sîxur e.

Doza sîxurê MÎT'ê Mehmet Fatîh Sayan, ku ji bo sûîqesta li dijî siyasetmedarên Kurd şandin Elmanyayê, bi awayekî fermî dest pê kir. Dozgeriya federal ragihand, Sayan di berdêla sîxuriyê de 30 hezar Euro standiye. Li gorî agahiyên gihîştin ANF'ê, Sayan gotiye "Ez sîxur im, lê tetîkkêş nînim."

Di meha Mijdarê de derketibû holê, ku Rêxistina Îstîxbaratê ya Tirk MÎT plan kiriye, ku sûîqestê li Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal û Hevsreokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdên li Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç bike. Bi vê planê re têkildar, sîxurê MÎT'ê Mehmet Fatîh Sayan di 15'ê Kanûna 2016'an de li Hambûrgê hatibû binçavkirin.

Serdozgeriya Federal ku navenda xwe li Karlsrûhe ye, daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand, Sayan ji bo îstîxbarata Tirk xebitiye û hatiye girtin. Li ser daxwaza serdozeriya federal wê doza Sayan ji Dadgeha Eyaletê ya Hambûrgê re were şandin. Tê payin, rûniştina dozê di payizê de dest pê bike.

SAYAN JI SALA 2013'AN VE LI SER KAR BÛ

Dozgeriyê, kurtasiya gilînameya têkildarî Sayan ê 32 salî hate amadekirin weşand û diyar kir, Sayan ji sala 2013'an û pê ve ji îstîxbarata Tirk re xebitiye. Dozgeriyê ragihand, di berdêla karê sîxûriyê de Sayan 30 hezar Euro pere standiye û ev agahî daw: "S. ji sala 2013'an û pê ve ji îstîxbarata Tirk re dixebitî. Di Gulana 2016'an, di çalakiyeke protestokirina rakirina destnedana parlamenterên li Tirkiyeyê de, ku li bajarê Bremenê pêk hat, ji bo îstîxbarta Tirk wêneyên xwepêşandêran kişand."

Lê belê li gorî gilînameyê, wezîfeya bingehîn a Mehmet Fatîh Sayan ew bû, ku Yuksel Koç ê ku di Îlona 2015'an bû Hevserokê NAV-DEM'ê bişopîne.

SAYAN QEBÛL KIR KU SÎXUR E

Li gorî agahiyên gihîştin ANF'ê, Sayan di dosya dozê de qebûl kiriye ku ji bo MÎT'ê xebitiye. Li gorî agahiyan, Sayan di îfadeya xwe de gotiye, "Ez sîxur im. Îstîxbarata Tirk ji bo ku saziyên Kurdan bişopînim û agahiyan kom bikim, ez şand Elmanyayê. Lê belê tetîkkêş nînim."

Tê gotin, dozgeriyê li ser vê îfadeya Sayan gilîname amade kiriye. Bi vî awayî, yekî ku li Elmanyayê ji bo MÎT'ê xebitiye, bi rengekî fermî li xwe mikur hat. Niha li Elmanyayê 20 Tirk ketine ber lêpirsînê, ku tê gotin weke sîxurê MÎ'ê xebitîne. Lê belê ti ji van li sûcê xwe mikur nehatin.

KOÇ: BILA NEBE WEKE DOZA GERGERLÎOGLÛ

Yek ji siyasetmedarên Kurd ku Mehmet Fatîh Sayan ji bo sûîqestê ew dişopand, Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç got, "Vekirina vê dozê girîng e, lê belê aliyên xwe yên kêm hene. Sayan ferman ji kê girt? Lazim e ev bê ronîkirin. Karmendekî ji rêzê fermaneke bi vî rengî nikare bide. Di serî de Erdogan divê li hemberî hemû rayedarên Tirk ên ev ferman dane lêpirsîn were vekirin."

Koç, doza li hemberî Sayan hatiye vekirin ji ANF'ê re nirxand û got, "Piştî ku me ev şexs kişf kir, bi MÎT'ê şêwirî û rabû ji Ûkraynayê hat û teslîm bû. Stratejiya parastinê ku di dozê de bike, ji aliyê MÎT'ê ve hate diyarkirin."

Koç, bûyera ji şêwirmendên Erdogan Mûhammed taha Gergerlîogû, ku berê bi îdîaya sîxurê MÎT'ê ye li Elmanyayê hate darizandin, lê pitre hate berdan bibîr xist û got, "Em hêvîdar in ev doz nebe weke ya Gergerlîoglû. Ti eleqeya vî kesî bi civaka me re nîne. Bi nasnameya rojnamevaniyê hat bi me re hevdîtin kir. Me belgeyên li ber destê xwe beriya niha radestî rayedarên Elman kiribûn."