Sirûda millî ya Tirk li girtiyan tê ferzkirin

Hevseroka MED TUHAD-FED'ê Emîne Kaya got sirûda millî ya Tirk li ser girtiyan tê ferzkirin û yên ku li dijî vê radibin jî êşkence li wan tê kirin.

Hevseroka MED TUHAD-FED'ê Emîne Kaya diyar kir li girtîgehên Tirk zext hatine asta eşklenceyê û got, bi giranbûna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, ev terisiye ser girtîgehên din jî.

Kaya got, ''Tecrîda li ser Abdullah Ocalan û polîtîkayên girêdayî vê îro li ser hemû girtiyên siyasî tê bicihanîn. Ev ji bo girtiyên nexweş jî wiha ye. Daxwaza me ew e ku kêlî beriya kêliyekê şertên tecrîdê werin rakirin û li girtîgehên jî zext bidawî bibin.''

Kaya bal kişande ser zextên ku vê meha dawî li Kirikkale dest pê kirî û li girtîgehên din jî berbelav bûne û wiha got: ''Zext bi êşkence û sirgûnan dom kir. Serlêdanên malbatan jî bi temamî têkilî êşkenceyê û derbxwarinê bû. Bêyî ku sedemek were nîşandan bi ser koxuşan de digirin û êşkence li girtîgeyan tê kirin. Sirûda millî ya Tirk li girtiyan tê ferzkirin. Dema ku girtî vê qebûl nakin jî êşkence li wan hatiye kirin. Hin girtî birîndar bûne.

Kaya her wiha diyar kir li Girtîgeha Sîwerekê jî leşker bi ser koxuşan de girtin û got, ''Li gel ku qedexe ye jî etine koxuşand. Derb li girtiyan dane. Qerdiyan dema ku li koxuşan digerin êdî bi leşkeran re tên. Piştî vê girtina bi ser koxuşê de 14 girtî korona bûn. Li girtîgeha Beşîrî jî ji girtiyan xwestine ku bikevin rêzekê. Girtiyan dema ku ev qebûl nekirine êşkence li wan kirine.''