Sirri Sureyya Onder xistin girtîgehê

Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, ji ber cezayê 3 sal û 6 meh ê girtîgehê ku misoger bû, kete girtîgehê. Onder got, "Her gotina me anîn ziman, her hewldana me kir, rûmeta me ye. Rojên xweş û geş nêz e. Berdêl çi be wê bê dayin."

Parlamenterê berê yê HDP'ê û Berdevkê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, piştî ku 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê yê ji ber axaftina wî ya li Newroza 2013'an lê hatibû birîn misoger bû, kete Girtîgeha Kandirayê.

'REWŞ NEBAŞ XUYA BIKE JÎ...'

Onder beriya bikeve girtîgehê daxuyaniyeke nivîskî da. Daxuyaniya Onder wiha ye:

"Ev pêvajo ji bo kedkarên aştî û demokrasiyê ne rewşeke surprîz e. Ev bîra şer bi qasî ku tê texmînkirin kûr nîne. Rewşa heyî nebaş xuya bike jî, rojên xweş û geş ji bo vî welatî nêz in. Kevneşopiya me bi afirîneriya ji derfetên kêm, xemiliye. Her gotina me anîn ziman, her hewldana ku me kir, rûmeta me ye. Berdêl çi be ew ê bê dayin. Bi hestên serketin û piştevaniyê silavên xwe dişînim ji hemû heval û hogiran re."