‘Servîsa ANF’ê ya bi Kirmanckî gaveke gelekî girîng e’

Parlementerê HDP’ê Hişyar Ozsoy û rojnameger Canan Efe ji ber vekirina servîsa bi Kirmanckî Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) pîroz kir.

Rojnameger Canan Efe û parlementerê HDP’ê yê Amedê Hişyar Ozsoy ji ber vekirina servîsa Kirmanckî (Zazakî) ya ANF’ê peyam şandin.

Rojnameger Canan Efe ya ku di Stêrk Tv de bernameya Ware ya bi Kirmanckî pêşkêş dike di peyama xwe de got ku, “Dewleta Tirk dixwaze bi zext û zoran Kurdî ji holê rake. Xwedîlêderketina Kurdî di vî warî de gelekî girîng e. Ji ber vê jî vê gava ANF’ê ya servîsa Kirmanckî têra xwe girîng e. Heta ji destê me tê, em ê jî tevkariyê li vê xebata pîroz bikin. Ji ber qîmeta ku dide Kirmanckî ez ANF’ê pîroz dikim û serkeftinê jê re dixwazim.”

 

‘DIVÊ XWEDÎ LÊ WERE DERKETIN’

Parlementerê HDP’ê yê Amedê Hişyar Ozsoy jî di peyama xwe ya pîrozbahiyê de got ku, “Vekirina servîsa Kirmanckî ya ANF’ê ji bo xwedîlêderketina ziman gelekî girîng e. Ji îro şûnde gelê me dikare nûçeyên ANF’ê bi Kirmanckî bixwînin. Ji ber vê jî divê gelê me yê Kirmanc xwedî li ANF-Kirmanckî derkevin.”