Serokê KKP'ê Çîftyurek: Di vê demê de yekîtiya neteweyî elzem e

Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek diyar kir ku gelê Kurdistanê di serdemek krîtîk û girîng de ye û got, "Çek û cebilxaneya herî mezin û girîng a Kurdan yekîtiya neteweyî ye û divê teqez hikumeta Başûr li dijî îhlaqa mayînde ya Tirkiyeyê derkeve."

Serokê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, der barê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, helwesta PDK'ê û mijara yekîtiya neteweyî axivî.

Çîftyurek anî ziman ku di bin hincetên operasyonên leşkerî de gav bi gav xaka Kurdistanê tê dagirkirin û wiha axivî: "Operasyonên li ser axa Rojava û Başûr têne kirin, ne operasyone. Operasyon demkî ne, lê Tirkiye bi hinceta operasyonan li ser axa Kurdistanê bi cih dibe û axa Kurdistanê dagir dike. Mînakên, Efrîn û Serêkaniyê li ber çavane. Kêmek maye pileqeya welatê xwe li bajarên Kurdistanê bixe. Bi ti awayî ev ne operasyon e û dixwaze Kurdistanê îhlaqa mayînde bike. Niha Tirkiye li herêma Kurdistanê jî heman gavên mayînde diavêje, Tirkiye li kû derê bendek leşkerî çêdike wir ji xwe re dike cihê mayînde. Ji bo vê yekê destpêkê ez bang li çapemenî û siyaseta Kurd dikim û dibêjim, ev ne operasyone û tişta li Başûr tê kirin îhlaqe."

'DIXWAZIN STATUYA KURDAN JI HOLÊ RAKIN'

Çîftyurek destnîşan kir ku rewşa Emerîka li devera Asyayê tê guhertin û wiha pê de çû: "Wê ev guherîn bandorek çawa li ser Kurdan û Kurdistanê bike? Wê ev guherîn bandorek çawa li ser îhtimala şerê navxweyî yê birakujiyê bike? Niha Emerîka dixwaze navenda giraniya şer bide devera Asya başûrêrojava, weke Afganîstîn, Misir, Ukrayna û bikişîne devera Asyaya pasifîk. Dixwaze şerê giran li ser Çînê pêk bîne û li vê deverê şer sar bike. Lê belê em dizanin ku bi serkêşiya Tirkiye û Îranê helwest û rewşa wan tê guhertin lê belê dijî Kurd û Kurdistanê nayê guhertin. Bi ti awayî li dijî Kurdan peyam û helwesta Tirkiye û Îranê nayê guhertin û dixwazin statuya her du parçeyên Kurdistanê ji holê rakin. Bi taybetî jî niha Tirkiye dixwaze li Başûrê Kurdistanê vê pêk bîne û di nava Kurdan de şerê navxweyî derbixîne. Demek dirêje helwest û armaca wan ev e û li ser vê yekê polîtîka didin meşandin. Bi salane Tirkiye li pey van provakasyonan e, dixwazin li Rojava yekitiya Kurdan xera bikin û li Başûr jî di nava hêzên Kurde şer derbixinin. Divê em Kurd vê polîtîkaya Tirkiye bide ber çavê û li dijî van polîtîkayên qirêj yekrêziya xwe ava bikin."

'LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ YEKRÊZÎ'

Di berdewama axaftina xwe de Çîftyurek anî ziman ku divê li dijî polîtîkayên qirêj ên Tirkiyeyê Kurd helwesta xwe nîşan bidin û ev tişt li ser axaftina xwe zêde kir: "Divê hemû partî, sazî û dezgehên Kurd li dijî îhtimala şerê birakujî derkeve û li dijî dagirkeriyê bi yek dengê xwe bilind bikin. Ez bang li hikûmeta Herêma Federala a Başûrê Kurdistanê û rayederên Kurd dikim ku li dijî şerê birakujiyê çi destê kê tê, divê bike û nebe sedem" şerekî navxweyî."

ASTENGKIRINA ŞANDEYA AŞTIYÊ

Çîftyurek nerazîbûn nîşanî astengkirina şandeya aştiyê jî da û got: "Gelek balkêşe ku dema şandeya aştiyê ji Elmanya bi rê ketin hatin astengkirin û destûr nehat dayîn ku ji bo aştiyê werin Başûr. Di heman demê de ji şandeyê kesên ku hatin Başûr jî bi heman awayî hatin astengkirin. Kêm zêde em Elmanya fêm dikin û bandora Tirkiyeyê li ser wan heye. Divê hikumeta Başûr ji şandeya aştiyê re nebe asteng û çeka wan a herî xort li dijî dagirkeriyê yekitiya Kurd be. Li Rojava û Başûrê Kurdistanê demokrasî heye û divê Başûr zirerê nede demokrasiyê. Divê bi ti awayî navê aştiyê neyê astengkirin. Şandeya aştiyê kesên bêçekin û hemû jî siyasetmedarin. Ji derveyî aştiyê ti daxwaza wan tineye û divê ji bo şandeyê çi pêwîst be hikumeta Başûr bi cih bianiya. Ji ber ku gava şandeya aştiyê gavekî pîroz e. Daxwaza wan tenê di nava hêzên Kurd e şerekî navxweyî pêk neyê."

'DIVÊ HÊZÊN KURD HEMÛ PIRSGIRÊKÊN XWE BI DIYALOGÊ ÇARESER BIKE'

Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek destnîşan kir ku ji bo şerê Kurd bi Kurd dernekeve di nava hêzên Kurd de peymanek hatiye îmzakirin û wiha got: "Di encama peymana di nava PKK û PDK’ê de PKK hatiye li vir bicîh bûye. Li gorî peymanê hêz dimeşin nameşin ew tiştek dine, lê vaye peymanek li holê heye û divê her alî li gorî wê peymanê tevbigere. Xala duyemîn jî ew der xaka Kurdistanê ye. Belê mafê pêşmerge heye ku li cihê lê serwere biçe, lê vaye 32-33 sal e PKK li vire. Ji bo wê jî pirsgirêk çi dibe bila bibe ji bo Kurdan diyalog şerte û hemû pirgirêkên xwe di nava xwe de çareser bikin."

'YEKITIYA NETEWEYÎ JI HER TIŞTÊ PÊWÎSTIRE'

Di dawiya axaftina xwe Çîftyurek diyar kir ku divê teqez hikûmeta Başûr li dijî Îhlaqa mayînde ya Tirkiyeyê derkeve û got: "Eger li dijî dagirkeriyê tu nikarî tiştekî bike, pêşî li xwepêşandanê demokratîk ên gel nebe asteng û berevajî vê yekê piştevaniya gel bike ku li dijî dagirkirinê derkevin qadan. Li Kurdistanê gelên Kurd di demeke krîtîk û dîrokî de ye. Divê hemû partî û kesên ku ji bo têkoşîna azadiya gelên Kurdistanê têdikoşin ji bo yekitiya neteweyî bixebitin. Çek û cebilxaneya Kurdan a herî mezin yekitî ye, yekitî ji her tiştî bêhtir ji bo Kurdan pêwîst e. Eger em yekîtiya xwe ava nekin û di nava hêzên Kurd de şerê birakujiyê rû bide wê zirera wê ya mezin xelkê Kurdistanê bibîne. Wê zirera herî mezin bide Başûrê Kurdistanê. Wê statuya heyî jî ji dest biçe. Ji bo vê yekê di vê demê de yekîtiya neteweyî ya Kurd elzem e."