Serdegirtina li ÎHD'ê hate şermezarkirin: Hêza we têrê nake!

Dadgehê ku destûr da ji bo li Şaxê Amedê yê ÎHD'ê lêgerîn bê kirin, li Saziya Dadger û Dozgeran giliyê wî hate kirin. Serdegirtina polîsan hate şermezarkirin û ji desthilatdariyê re hate gotin, "Hêza we têrê nake."

Rêxistinên civakî yên sivîl ên li Amedê têkildarî serdegirtina avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxê Amedê û destgîrkirina Sekreterê wê Ferhat Berkpinar li ber avahiya Edliyeya Amedê daxuyanî dan û nerazîbûn nîşan dan. Nûnerên TMMOB’ê, TÎHV’ê, OHD’ê, KESK’ê, Baroya Amedê û gelek rêxistinên din ên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn.

Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn bi bîr xist ku rêveberê komeleya wan Ferhat Berkpinar di çarçoveya lêpirsînek Serdozgeriya Komarê daye destpêkirin de hatiye destgîrkirin. Zeytûn diyar kir ku 4’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Amedê biryara binçavkirina Berkpinra daye û dadgeriyê komeleyê wek “kargeha” Berkpinar qebûl kiriye û got: “Ev binpêkirina mafê mirovan e. Em dîsa eşkere dibêjin ev ne kargeh e, ev komeleya mafê mirovan e. Berkpinar dixwazê têkoşîna mafê mirovan e. Dixwazin têkoşîna me ya mafê mirovan û kesayeta Ferhat sûcdar bikin. Dixwazin komeleya me sûcdar bikin. Navê vê operasyonê ‘operasyona îdraksaziyê ye’. Komeleya me hedef didin nîşandan. Me li Desteya Dadger û Dozgeran giliyê dadgerê ceza yê sûlhê kir ku destûra lêgerînê da."

Piştre Sekreterê TMMOB a Amedê Dogan Hatûn jî li ser navê rêxistinên sivîl axivî û diyar kir ku bi wêrekî têkoşîna mafê mirovan dide û got: “Dem hatiye ku serokên wê hatine qetilkirin, dem hatiye rêveberên wê bi êşkenceyê re rûbirû mane, dem hatiye ji ber têkoşîna mafê mirovan hatine mexdûrkiriin. ÎHD rûyê spî yê welat e. Tu hêz nikare muameleya ‘kargehê’ nîşanî ÎHD’ê bide. Kes nikare deriyê ÎHD’ê bişikîne. Ev serdegirtin bi zanebûn hatiye kirin. Sûc kirine. Deriyê ÎHD’ê deriyê me hemûyan e. Hêza we nagihîje ku hûn van deriyan bişikînin. Hûnê nikaribin bi van zextan encamê bigirin."