Serdanên HDP'ê yên ji bo 'Yekîtiya Neteweyî' didomin

Serdanên HDP'ê yên li Silêmanî dewam dike. Heyetê serdana Koalîsyona ji bo Demokrasî û Edaletê kir.

Heyeta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serdana Koalîsyona ji bo Demokrasî û Edaletê kir.

Osman Baydemîr, Bedran Ozturk, Îmam Taşçier û endama Desteya Rêveberiya Navendî Zeynep Boga ji aliyê Serokê Koalîsyona ji bo Demokrasî û Edaletê Berhem Salih û rayedarên koalîsyonê ve hatin pêşwazîkirin.

Hevdîtin li navenda Koalîsyona ji bo Demokrasî û Edaletê pêk hat û saetekê dewam kir. Piştre daxuyaniyeke çapemeniyê ya hevpar hate lidarxistin.

SALIH: DIVÊ HEMÛ ALÎ HEWL BIDIN

Serokê koalîsyonê Berhem Salih anî ziman ku ew bi heyeta HDP'ê re li ser girîngiya yekîtî û kongreya neteweyî axivîne û got, "Em li ser axivîn, bê çawa dikarin yekîtiya gelê Kurd pêk bînin û kongreyê bi lezgînî bicivînin. Divê gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê bibe yek û demek ji ya din zûtir em kongreya neteweyî bicivînin. Ji bo kombûna kongreyê, desteka me wê bidome. Di vê dema zor û zehmet de yekîtî ji bo gelê Kurd gelekî girîng e. Weke aliyên siyasî, ji bo yekîtî û kongreyê divê em bi erka xwe rabin. Divê hemû alî ji bo yekîtî û kongreya neteweyî hewl bidin."

BAYDEMÎR: SERÊ ME NE DI BER ME DE YE, DIVÊ EM XURT BIN

Parlamenterê Rihayê yê HDP'yî Osman Baydemîr jî got, "Di vê dema zehmet de rêya herî girîng a ji bo gelê Kurd yekîtî û hevgirtin e. Mahabad ji bo vî gelî çi be, Kerkûk, Amed û Efrîn jî ew e. Di nava wan de ti cudahî nîne. Dilê me ji bo her çar parçeyên Kurdistanê lê dide. Çi dibe bila bibe divê gelê Kurd di vê pêvajoya zehmet de bibin yek û kongreya xwe pêk bînin. Ne bi serberjêrî, divê em hê bi xurtî ji vê pêvajoyê derkevin."

Heyeta HDP'ê wê piştre bi Partiya Nifşê Nû û Partiya Sosyalîst re rûnê.