Serdana wekîlên Elman a ji bo Kurdistan û Tirkiyeyê hate betalkirin

Serdana heyeta parlementeran a di bin serokatiya Cigira Serokê Meclîsa Federal a Elmanya Claûdîa Roth de, ya ji bo Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê di kêliya dawî de hate betalkirin.

Hat diyarkirin ku serlêdana ku wê di navbera dîrokên 25-28’ê Gulanê ya ji bo Stenbol, Enqere û Amedê dihat plankirin ku pêk were, di kêliya dawî de hate betalkirin.

Kirîza piştî ku rejîma Erdogan rê neda perlementerên Elmana serdana leşkerên Elman ên li Balafirgeha Leşkerî ya Încîrlîkê bikin û şûnde, di navbera Tirkiye-Elmanyayê de derketî hê jî didome. Ji bo bidawîkirina kirîzan hatibû diyarkirin ku wê di rojên pêşiya me de heyetek ji Meclîsa Elman pêk tê wê biçe Tirkiyeyê.

Heyeta ku di bin serokatiya Cigira Serokê Meclîsa Federal û Parlemetera Partiya Keskan Claûdîa Rogh de, wê di navbera dîrokên 25-28’ê Gulanê de biçûban Stenbol, Enqere û Amedê. Ligel parlementerên AKP’ê wê roja Înê li gel Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Ahmet Turk ê ji peywirê hatî girtin re jî biciviyaba.

Lê heyeta ku ligel Roth û parlementerên partiyên hikûmetê jî di nav de pêk dihat, di kêliya dawî de serdan betal kirin. Têkildarî betalkirina serlêdanê ti agahî nehatin dayîn, hat diyarkirin ku wê sibehê serokê heyetê Roth û Nîels Annen a SPD’ê ku di heyetê de cih digire wê civînekî çapemeniyê lidar bixe.