SEP‘ê serdana malbata Şenyaşar kir

Nûnerê SEP’ê serdana malbata Şenyaşar ku tevî hemû astengiyan Nobeta xwe ya Edaletê didomîne kirin.

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a hevser û du kurên wê 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar bi birîndarî filitî, 526 roj in li ber Edliyeya Ruhayê dewam dike. Li qada jê re ‘’Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar’’ tê gotin malbat li nobeda xwe dewam dike, kes û sazî tên piştgirî û serdana ji bo malbatê. Îro Nûneriya Partiya Kedkaran a Sosyalîst (SEP) a Rihayê ji bo piştgiriyê serdana malbatê kir. Malbatê, şande bi dowîzên “Nobeda me ya ji bo heq, hiqûq û edaletê di roja 526’emîn de ye“ nivîsandî pêşwazî kir.

Ferît Şenyaşar, ji şandeyê re behsa qetilama rû bi rûne û têkoşîna xwe ya ji bo edaletê ya 4 sal in berdewam e kir. Şenyaşar da zanîn ku ji ber bêedaletiyê wan 9’ê Adara 2021’î dest bi nobedê kiriye û behsa astengiya gava girtina Nobeta Edaletê rû bi rû bûne kir.

Şandeya SEP’ê anî ziman ku ew bi malbatê re ne. Şande piştî bi demekê bi malbatê re Nobeta Edaletê girt ji qadê veqetiya.