Sendîkaya SES'ê serdana malbata Şenyaşar kir

Endamên Şaxê Amedê yê Sendîkaya SES'ê serdana malbata Şenyaşar kirin ku li ber xwe dide.

Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dewam dike. Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiyê nekarî îro tevlî çalakiyê bibe. Endamên Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) Şaxê Amedê serdana Ferît Şenyaşar kirin.

Hevseroka Şaxê Amedê ya SES'ê Yildiz Ok Orak got, "Edalet wê bi destê mirovên we, me bê anîn. Sekna bi serbilindî û biryardarî wê edaletê bîne. Ev sekna we, ev bûyer wê derbasî dîrokê bibe."

Ferît Şenyaşar destnîşan kir ku heta bicihhatina edaletê wê têbikoşin.