Senatoya DYA’yê firotina F-35’an a ji bo Tirkiyê rawestand 

Senatoya DYA’yê, Pêşnûmeya Zagona Budçeyê Ya Wezareta Parastinê qebûl kir. Di pêşnûmayê de xalên ku firotina F-35’ an dide rawestandin jî cih digirin. 

Pêşnûmeya ku Senatoyê qebûl kirî, ji bo Wezareta Parastinê di sala 2019’an de 716 mîlyar dolar butçe hatiye veqetandin. Ev pêşnûma, weke Zagona Erkdarkirinê ya Parastina Neteweyî (NDAA) jî tê zanîn.

Di beşa pêşnûmayê de ji bo Tirkiyê, astengiyên ku firotina F-35’an radiwestine jî hene. Tirkiyeyê dixwest 100 heb balafirên F-35’an bikire. Senatoyê, di pêşnûmeyê de firotina van balafiran bloke kir. 

Fikara ji Tirkiyê ya ku dixwaze pergala S400’an ji Rûsyayê bikire, di vê biryarê de weke hincet tê destnîşankirin. Her wiha li Tirkiyê destgîrkirina welatiyên DYA’yê jî di derxistina vê biryarê de weke bandorkerekê tê nîşandan. 

Pêşnûme, beriya niha di Meclîsa Nûneran de hatibû pejirandin. Ji bo bibe zagon û bikeve meriyetê divê serokê DYA’yê Donald Trûmp erê bike.