Semra Guzel: Zarok ji ber xemsariyê bi jehrê ketin

Parlamentera HDP'ê Semra Guzel bal kişand ser bêkontroliya li dibistanan û destnîşan kir, sedema bijehrêketina xwendekarên li dibistaneke Çewlikê xemsarî û bêtedbîrî ye.

Xwendekarên dibistanên navîn û seretayî yên Sancakê yên Çewlikê, ji ber êşa serî û zik, verişîn, sorbûna laş, şewat û xura li çav û sergêşahiyê çûn Nexweşxaneya Nexweşiyên Jin û Zarokan a Çewlikê. Zarokan diyar kirin ku wan li dibistanê cîwa dîtine û piştî ku pê lîstin nexweş ketin. Tedawiya 47 xwendekaran û 5 mamosteyan, her wiha xebatkarekî dibistanê didome. Tê gotin ku cîwayê bandor li nêzî 100 xwendekarî kiriye. Ji zarokên bi jehrê ketin 7 ji wan li Nexweşxaneya Dewletê ya Xarpêtê di beşa lezgîn de ne. Li zarokan kemoterapî tê kirin û tê gotin ku metirsiyeke mezin li ser jiyana wan heye. Malbatên wan zarokên ku bi cîwayê bi jehrê ketin bal kişandin ser xemsariyê, lê belê vê gavê ji bilî tedawîkirina zarokên xwe nikarin bi tiştekî din ve mijûl bibin û bi fikar in ku pirsgirêke mayinde ya tenduristiyê rû bide.

BÊKONTROLÎ Û XEMSARÎ

Parlamentera HDP'ê Semra Guzel der barê mijarê axivî û anî ziman, bûyerên diqewimin nîşan didin ku jiyana mirovan li Tirkiyeyê çiqasî ewle ye. Semra Guzel destnîşan kir, kontrolên ku diviyabû bi rengekî bi rêk û pêk ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve bihata kirin nehatine kirin û got, "Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê radigihîne ku her sal derdora 420 hezar mirov ji ber bi jehrê dikevin jiyana xwe ji dest didin, lewma divê ev mijar cidî bê dîtin. Xwarina madeyên xwarinê yên dema wan derbas bûne cînayet e. Li deverên ku mirov bi hev re xwarinê dixwin divê kontrol hîn bêhtir bê kirin. Bi giranî li deverên dibistan, leşkergeh û nexweşxaneyan ev kontrol salê carekê tê kirin an jî nayê kirin. Ev yek ji aliyê rêveberan ve tê îstîsmarkirin û bi gotina 'carekê tişt nabe' bi tenduristiya mirovan dilîzin."

Parlamenter Semra Guzel destnîşan kir, ku ev kesên tenduristiya mirovan xistine rewşeke metirsîdar, bêyî ku giliyê wan bê kirin jî divê bikevin ber lêpirsînê û got, "Hikumeta ku bi hincetên absurt lêpirsînê dide destpêkirin, di mijareke welê girîng û jiyanî de hîn dest bi lêpirsînekê nekiriye."

BÛYERA LI ÇEWLIKÊ JI BER BÊTEDBÎRIYÊ YE

Semra Guzel anî ziman ku bûyera li Çewlikê ji ber bêtedbîriyê ye û bi bîr xist ku cîwa gelekî bi jehr û kujer e û got, "Madeyeke welê ye ku bêyî kontrola mamosteyan divê zarok nikaribin di ezmûnan de bi kar bînin û divê li devereke girtî bê hiştin. Di rewşeke bi vî rengî de rayedar divê yekser der barê mijarê de daxuyaniyê ragihînin, lê belê niha hewl didin mijarê binixumînin. Piştî ku bûyer li rojnameyên herêmî hate weşandin Walîtî piştî çar rojan der barê mijarê de axivî. Eger mijar neketibûya rojeva çapemeniyê dibe ku qet qalê nekiribûya. Hûn kê ji kê diparêzin? Yên ku bi jehrê ketin zarokên me ne. Bêguman hûn neçarin ku daxuyaniyê bidin. Hûn neçar in berpirsyaran darizînin." Semra Guzel bang li rayedaran kir ku hîn bi berpirsyarî tevbigerin û tedbîran werbigirin.