Semed: DAÎŞ’iyên girtî bombeke bê ser û ber e û ji bo cîhanê metirsî ne

Şêrzad Semed têkildarê êrişa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê got, “Ew herêmên li Sûriyeyê yên di bin destê dewleta Tirk de ne, ji aliyê erdnîgarî ve ji bo mayin û vejandina DAÎŞ’ê guncav in."

Çavdêr û Pisporê Karûbarên Leşkerî Şêrzad Semed li ser mijarên; êrişa DAÎŞ'ê ya li ser girtîgeha Sînaayê, nedîtina çareseriyeke bingehîn ji kamp û girtiyên DAÎŞ’î re, kuştina herdu serçeteyên DAÎŞ’ê li navçeyên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin û li ser armanca dewleta Tirk a ji bo zindîkirina DAÎŞ'ê ji ANF'ê re axivî.

KOMÊN TUNDREW JI NE ARAMÎ Û NAKOKIYÊN SIYASÎ YÊN IRAQ Û SURIYÊ SÛD GIRTIN

Semed di destpêka axaftina xwe de bal kişande ser derketina komên çete û mezinbûyîna wan li herêmên wek Iraq û Sûriyê û got, “Sedemê derketina hêz û komên terorîst vedigere serdema Bihara Erebî ku zemînekî baş ji bo derketina komên tundrew ava kir bi taybetî li Sûriyê. Her wiha DAÎŞ û komên tundrew yên weke wê ji ne aramî, nakokiyên siyasî û gengeşeya siyasî yên Iraq û Sûriyê sûd girtin, ku li Sûriyê karîn lihevkirinekî di navbera çend komên cîhadîstî çêbibe ku di encamê de DAÎŞ hat ragihandin. Piştî ku ew hêzane xurt bûn û koalîsyona navnetewî li wan xist ku karîn metirsiya koma terorîstî ya DAÎŞ’ê sînordar bikin, lê hê jî em dibînin ku metirsiya wî koma terorîstî maye.”

TIRKIYE HEVKARÊ SEREKE YÊ DERKETIN Û MAYINA DAÎŞ’Ê YE

Şêrzad Semed destnîşan kir ku çeteyên DAÎŞ’ê ji aliyê dewletan ve tê bikaranîn û wiha axaftinên xwe domand; “Li herêmê ku raperîn û guhertin çêdibin, lê welatên herêmê deswerdanê li wan guhertinan dikin ku hindek piştewaniya wê dikin û hin jî dijberî dikin. Di vê navberê de ya eşkereye eve ku dewleta Tirkiyê di derketin û mayina DAÎŞ’ê li herêmê de hevkarê sereke yê wî koma terorsîtî bûye.”

Pisporê Karûbarên Leşkerî Şêrzad Semed her wiha îşaret bi belgeyên ku hevalbendiya Tirkiyê û DAÎŞ’ê îsbat dikin kir û wiha pêde çû, “Hemû belge nîşan didin ku Tirkiye piştewanê DAÎŞ’ê ye, bi rengekî zelal di medyayên cîhanê de eşkere bû ku Tirkiye bi rêya bazirganiya bi DAÎŞ’ê re aboriya xwe geş dike û her wiha hemû serçeteyên DAÎŞ’ê piştî ku destgîrbûn mikur hatin ku wan demekê li Tirkiyê xwe veşartine û li Tirkiyê rêxistina xwe kirine. Di dema bihorî de Tirkiyê navçeyên Girê Spî û Serêkanî yê Rojavayê Kurdistanê dagir kir û ew navçe kirin kamp ji bo komên tundrew û kirêgirtî. Her wiha bi wê rêyî re Tirkiye hewl daye ku binketinên xwe kêm bike û hewl daye ku yên li kampa Holê tên ragirtin vegerîne wan navçeyên ku li Rojavayê Kurdistanê dagir kiriye. Tirkiye ji aliyekê din ve sînordarkirina êrişên DAÎŞ’ê wek kartekî yê zextê li dijî Ewropa û Emerîkayê bikar aniye. Ji ber rûxîna aboriyê Tirkiyê timî destwerdana welatên navçeyê kiriye.”

‘TIRKIYE JI BO ŞERÊ LI DIJÎ KURD DAÎŞ’Ê BIKAR TÎNE’

Semed di berdewamiya axaftinên xwe de behsa armanca êrişa li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê kir û ragihand; “Ew êrişa li ser girtîgeha Sînaa li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê komployeke mezin ji bo zindîkirina DAÎŞ’ê bû ku ew jî dibû sedemê metirsiyeke mezin li ser Iraq, Sûriye û tevahiya navçeyê. Destpêka dawî lê anîna DAÎŞ’ê bi destê Hêzên Sûriya Demokratîk pêkhat ku Tirkiye vê hêzê wek metirsî li ser berjewendî û yekparetiya Tirkiyê dibîne. Ji ber vê jî Tirkiye bi rêyên cuda li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk şer dike. Niha jî DAÎŞ’ê weke amûrekê ji bo şerê li dijî Kurd bikar tîne û komploya Tirkiyê ya li dijî Kurd wê dewam bike.”

‘PÊWÎSTE CIVAKA NAVNETEWÎ ÇARESERIYEKE BINGEHÎN JI BO DAÎŞ’YÊN GIRTÎ PEYDA BIKE’

Derbarê bêxemiya civaka navnetewî ya têkildarê çareser nekirina pirsgirêka DAÎŞ’iyên girtî Şêrzad Semed nêrînên xwe wiha anî ziman, “Ew piştgiriya ku welatên rojavayî pêşkêşî Hêzên Sûriya Demokratîk dikin ne besin, divê civaka navnetewî çareseriyeke bingehî ji bo pirsgirêka DAÎŞ’iyên girtî peyda bike. Ji ber ku DAÎŞ’iyê girtî niha wek bombeyekî demkî ye û dibe ku di demekê de biteqe. Ji bo tunekirina komekî terorîstî wek DAÎŞ’ê pêwîstî bi piştewaniya lojistîkî, leşkerî û siyasetekî bi tendirûst heye da ku koka DAÎŞ’ê li navçeyê ji bo heta hetayî bê qelandin.”

‘EW NAVÇEYANE JI ALIYÊ ERDNÎGARÎ VE JI BO MAYIN Û VEJANDINA DAÎŞ’Ê GUNCAVIN’

Semed di beşek din a nirxandinên xwe de bal kişande ser kuştina xelîfeyê berê yê DAÎŞ’ê Ebûbekir Bexdadî û kuştina xelîfeyê nû yê DAÎŞ’ê Ebû Îbrahîm Qureyşî ji aliyê hêzên koalîsyonê ku li herêmên di bin kontrola Tirkiyê de hatin kuştin û wiha axaftina xwe domand, “Ew navçeyên nêzî sînorên Tirkiyê û di bin kontrola Tirkiyê û kirêgirtiyên wê de ne, ji aliyê jeopolîtîkî ve ji bo mayin û zindîkirina ji nû ve yê DAÎŞ’ê guncav e. Ji ber ku stargehekî parastiye ji bo DAÎŞ’ê. DAÎŞ ji bo ku xwe zindî bike pêwîstî bi çiyayekî siyasî heye ku ew çiya jî Tirkiye ye ku piştewaniya DAÎŞ’ê dike. Di dema kuştina her du xelîfeyên DAÎŞ’ê ku yekemînê wan Ebû Bekir Bexdadî bû  dema ji aliyê hêzên koalîsyonê hat kuştin 1.5 km ji sînorê Tirkiyê dûr bû. Her wiha Ebdulah Qardaş ku bi Ebû Îbrahîm Qureyşî dihat naskirin jî bi heman şêwazê Ebû Bekir Bexdadî li navçeyekî di bin kontrola Tirkiyê û 5 kîlometre dûrî sînorê Tirkiyê hat kuştin.”

‘TIRKIYE DI ZINDÎKIRINA DAÎŞ’Ê DE BILEZ BÛ’

Çavdêr û Pisporê Karûbarên Leşkerî Şêrzad Semed gotegotên ku dibêjin Tirkiye li beramberî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê cihê xelîfeyê nû yê DAÎŞ’ê daye hêzên koalîsyonê, weke derew bi nav kir û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Ez ne di vê baweriyê de me ku Tirkiye li hevkirineke bi vî şêwazî ligel hêzên koalîsyonê kiribe. Weke ku tê behskirin Ebdula Qardaş (Ebû Îbrahîm Qureyşî) weke nivşê nû yê DAÎŞ’ê tên naskirin ku ji yên berê xurttir in û Ebdula Qardaş bi xwe behs dike ku ji Ebû Bekir Bexdadî xurttir bûye. Ji ber wê jî kuştina wî xelîfeyê nû yê DAÎŞ’ê gurzekî mezin li koma DAÎŞ’ê ketiye û rabûna DAÎŞ’ê ya piştî vê derbeyê zehmettir dibe. Bi taybetî ku Tirkiye ku di zindîkirina DAÎŞ’ê de bilez bû. Pêvajo û ezmûnan îspat kiriye ku Tirkiye ji bo pere û geşkirina aboriya desthilata xwe ya niha (AKP) amade ye ku her tiştî bike ne ji bo xelkê welatê xwe. Erdogan ji bo dirêjkirina temenê xwe û partiya xwe amade ye ku her tiştî bike.”