Seferên dagirker ên 38 salan –I

Ji serê sala 1980’an ve Başûrê Kurdistanê bû hedefa gelek seferên dagirker ên biçûk û mezin. Ligel ku têk diçin jî dewleta Tirk 38 sal in dev ji seferên xwe yên dagirker bernedaye.

Navên ‘Şopandina ji nêz ve’, ‘Supurge’, ‘Balyoz’, ‘Çelîk’, ‘Mûrat’, ‘Atmaca’, ‘Sandvîç’, ‘Guneş’ û ‘Pençe’ herî zêde di bîra mirovan de ma. Rêveberên dewleta Tirk ên ku li dijî qadên gerîlayên azadiyê yên Kurd planên dagirkeriyê amade dikir, her dem navên wisa giran tercîh dikir, carinan bi deh hezaran leşkeran ji sînor derbas dikir, bi balefirên şer û helîkopteran bi alîkariya hewayî dixwest encamê bistîne.

Dîmenên dihatin amadekirin, di manşetên rojnameyan de cih digirt, di kanalên televîzyonê de dibû nûçe. Divê propaganda û psîkolojîk bibûya aliyê herî girîng ê eniya dewleta Tirk. Rêveberên dewleta Tirk ên ku ji derve alîkarî distend,  bi seferên leşkerî yên wisa di nava raya giştî ya navxweyî de rojev diguherand, dixwest hêza Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bişkîne û armanca wê ev bû ku parçeyên din jî gav bi gav dagir bike.

Êrîşên wê yên li ser Başûrê Kurdistanê ku gelek caran ‘hesabê wan ê mal û sûkê li hev dernediket’ di sala 1983’an de dest pê kir. Di serê salên 1990’î de zêde bû, di sala 1995’an de bi tevlêbûna 50 hezarî leşkerî bû yek ji ‘Sefera Tirkan’ herî mezin. Di sala 2008’an de leşkerên Tirk ketin Zapê û hatin asta ku nikarin êdî derkevin. Di salên dawîn de jî dewleta Tirk bi taktîkên ‘ji hewayî ve leşkeran datîne ser giran’ û li Heftanîn û Garê jî seferan dike. Lê ev jî wê rastî berxwedana gerîlayan were.

Di 38 salan de di pêvajoyên cihê yên krîtîk de, di mezinbûn û navên cihê de panoramayên seferên dagirkeriyê yên beriya sala 1990’an, yên sala 2000’an û yên ku di sala 2015’an de wekî serdemên konsepta îmhayê hatin destpêkirin.

PÊVAJOYA KU BI PEYMANA 1983’AN DEST PÊ KIR

PKK’ê di sala 1982’an de Kongreya xwe ya 2’emîn li dar xist û biryara ‘vegera welat’ dabû. Piştî vê biryara destpêkirina têkoşîna çekdarî, Başûrê Kurdistanê ya ku di bin dagirkeriya Iraqê ya di bin rêveberiya Seddam Huseyîn de bû, ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurdan girîngiyeke xwe ya stratejîk hebû. Ev ax bi ser parçeyên bakur, rojhilat û rojava ve vedibû û ji bo şervanên azadiya Kurdan bûbû baregeheke girîng. Dewleta Tirk jî di sala 1983’an de pêngavên xwe yên li dijî vê da destpêkirin.

Di Sibata 1983’an de Alîkarê Yekemîn ê Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Taha Yasîn li Enqereyê tevî Serokwezîrê Tirk Bulend Ûlûsû li ser pêşerojha du parçeyên Kurdistanê peymanek çêkir. Ev mûtabakata bi navê ‘Ewlekariya sînor û peymana hevkariyê’ bû rewabûna navneteweyî ya dewleta Tirk a ku ew jî ji bo ‘tevgerên leşkerî yên derveyî sînor’ lê digeriya.

Ji avabûna Komara Tirk û Peymana Lozanê ya ku Kurdistan kir çar parçeyan bi navê ‘ewlekariya sînor’ bi dewletên mêtinger re gelek peyman çêkiribû. Di 5’ê Hezîrana 1926’an de di navbera Tirkiye, Îngîltere û Iraqê bi navê ‘Peymana sînor’ hatibû çêkirin. Di 29’ê Adara 1946’an de jî di navbera Enqere û Tehranê de ‘Peymana dostanî û cîrantiya baş’ hatibû îmzekirin.

Ev peymana piştî hilweşandina Komara Kurd a Mehabadê hatibû îmzekirin, xaleke wê ya balkêş hebû. Di wê xalê de dihate gotin, “Herêmên sînor dikare li dijî tevgerên êrîşî ewlekarî û welatên din dike, were bikaranîn, her aliyek li gorî tevdîrên xwe bi awayekî du alî dikarin van tiştan asteng bikin.”

Di 19’ê Sibata 1983’an de di navbera Iraq û Tirkiyeyê li Enqereyê protokolek hate îmzekirin û di navbera her du dewletên mêtinger de peymana herî berfireh bû. Li gorî vê peymanê hêzên dewleta Tirk karibû heta 10 kîlometreyan têkeve nav axa Iraqê û şopa ‘sûcdaran’ biajota.  Piştî wê bi sê mehan dema ku wê hê têkoşîna çekdarî Tevgeriya Azadiyê ya Kurdan a bi pêşengiya PKK’ê nehatibû destpêkirin ku wê di 15’ê Tebaxa 1984’an bihata destpêkirin, dewleta Tirk ev peyman ji xwe re kir hincet û ‘operasyona derveyî ya sînor’ ya yekemîn wê li ser axa Başûrê Kurdistanê bida destpêkirin.

GELEK ROJNAMEVANAN JÎ ÊRÎŞA PÊŞÎN ŞOPANDIN…

Di 10’ê Gulana 1983’an de li bejahiya Qilebanê bi PKK’ê re şer çêbû û sê leşker hatin kuştin. Artêşa Tirk ev şer kir hincet û di 25’ê Gulana 1983’an de bi 10 hezar leşkeran ji herêma di navbera Zaxo û Amêdiyê 5 kîlometreyan bi pêş ve çû û li ser axa Başûrê Kurdistanê êrîşeke dagirker da destpêkirin. Hêzên artêşa Iraqê ya ku wan jî ev tişt ji xwe re kirin firsend, ji aliyê başûr ve li dijî kampên pêşmergeyên PDK’ê û şervanên PKK’ê tevgereke berfireh da destpêkirin. Bi vê êrîşa hevpar a dewletên mêtinger re di navbera PKK û PDK’ê de di Tîrmeha 1983’an de protokola bi navê ‘Prensîbên hevgirtinê’ hate îmzekirin.

Vê tifaqa dîrokî ya di navbera hêzên Kurd bû sedema ku dewleta Tirk di sala 1983’an de êrîşên xwe yên dagirker bidomîne. Hêzên ku li ser xeta sînor hatibû bicihkirin, car caran sînor derbas dikirin, di havîna 1983’an de operasyonên dersînor ên mezin û biçûk dikir. Rojnamevan Ûgûr Mûmcû yê ji rojnameya Cûmhûriyetê, Bekîr Coşkûn ê ji Gunaydinê, Gunerî Civaoglû yê ji Guneşê, Hasan Pûlûr ê ji Hurriyetê, Mehmet Barlas ê ji Milliyetê yên ku ‘rojnamevanên populer’ bûn ev operasyon dişopandin, tevgera leşkerî ya li ser sînor bi rojan li ser manşetan bû.

SEFERÊN BERIYA 15’Ê TEBAXÊ Û YÊN PIŞTÎ WÊ

Beriya 15’ê Tebaxa 1984’an û piştî wê ya ku ji bo gelê Kurd qonaxeke dîrokî ye, hêzên artêşa Tirk li dijî axa Başûrê Kurdistanê du êrîşên krîtîk kir. Di 27’ê Gulana 1984’an de bi tevlêbûna 5 hezar leşkeran bi navê ‘Operasyona şopandina ji nêz ve’ êrîşek da destpêkirin. Armanca vê êrîşê ev bû ku şervanên azadiya Kurdistanê sînor derbas nekin û çalakiyan nekin. Dixwestin pêşiya hêzên HRK’ê bigirin yên ku di 15’ê Tebaxê de bi serdegirtina Dihê û Şemzînanê re têkoşîna çekdarî dabûn destpêkirin. Ya din jî ‘Tevgera Guneş’ bû ya ku di 11’ê Cotmeha 1984’an de hate destpêkirin.

Armanca êrîşa di meha Cotmehê de ya ku ji aliyê cûntavanê 12’ê Îlonê Kenan Evren dihate birêvebirin ev bû ku hêzên çekdarî yên PKK’ê ku wekî ‘terorîstên çepgir û cudaxwaz’ pênase dikirin ji nav sînorên xwe derxînin. Wezîrê Karê Derve yê wê demê ya Tirkiyeyê Vahît Melîh Halefoglû bi xwe çû Bexdayê bi pesendkirin û piştgiriya wan ev tevger bi rojan ji hewayî û bejahî domiya.

ÊRÎŞÊN DAGIRKER ÊN DI SALA 1986 Û 1987’AN DE..

Ev êrîşên di payîza 1984’an de wê tu encam bi dest nexist, gerîlayên azadiya Kurdistanê di nava demeke kurt de Botan, Xerzan û heta Amedê li ser wê xeta berfireh wê ev der ji xwe re bikira baregeh. Dewleta Tirk li hemberî belavbûna gerîla ya li ser qadeke berfireh kete panîkê û li gorî wê çare ev bû ku li ser xetên sînorê Başûrê Kurdistanê ya ku PKK’ê ew wekî ‘Pişta eniyê’ pênase dikir, dest bi êrîşan bike. Di vê serdemê de hêzên hewayî û bejahî hatin bikaranîn û êrîşa dagirkeriyê ya mezin di salvegera duyemîn a Pêngava 15’ê Tebaxê de hate kirin.  Ev êrîş di 12’ê Tebaxa 1986’an de hate kirin. Di vê êrîşê de ne bi tenê kampên PKK’ê, baregehên PDK û YNK’ê jî hate bomberdûmankirin.

Vê êrîşa dagirker a di havîna 1986’an de hate destpêkirin di Sibata 1987’an de dîsa hate domandin. Di 22’ê Sibata 1987’an de bi hezaran leşkerên Tirk ketin nav axa Başûrê Kurdistanê, di 3’ê Adara 1987’an de jî 30 balefirên şer ên artêşa Tirk qadên baregehên gerîlayên ARGK’ê bomberdûman kir. Heta wê demê ev operasyon wekî ya ‘operasyona herî mezin a hewayî’ hate diyarkirin û armanca wê ne bi tenê tasfiyekirina hêzên PKK’ê bû. Di heman demê de dixwest hêzên Başûrê Kurdistanê jî qels bikin û vê herêma di nav sînorê Iraqê de dagir bikin. Di wan deman de Iraq û Îranê jî şer dikirin. Çapemeniya welatên rojava ev êrîş wekî ‘Provaya Tirkiyeyê ya ji bo dagirkirina Mûsûl û Kerkûkê’ ragihandibû.

Sibê: Êrîşên dagirker ên piştî sala 1990’an zêde bû û berxwedana bênavber a gerîlayan…