Sê xwişk û bira, sê gerîlayên leheng

Hêviya di dil û mejiyê Hêvîdar û birayên wê yên leheng de, wê ti carî ji bîr neçin. Ala wan wê her tim li çiyayên azad li ba be.

Bi çanda xwe ye dewlemend, bi civakîbûna xwe û bi şehîdên xwe yên leheng navçeya Amedê Bismil, di dîroka têkoşîna azadiyê de xwedî roleke girîng e. Bismil di dîroka mirovahiyê de yek ji wan şûnwaran e ku malovaniya ji niştecihbûnê re kiriye. Bi Dîcleyê re bûye hevalbend, li derdora xwe gelek gund, gundik û navçe dane avakirin. Bi erdnîgariya xwe ya bêhempa pênaseya 'welatê nan' e. Havîna wê ji serî heta dawiyê ji simbilên genim zer dike, bihara wê û payiza wê jî ji tovên jiyanê têr û tije şîn e. Bismil ne tenê têra şêniyên xwe, têra dinyayê heye. Lê mixabin destên dewleta dagirker qet ji ser vê axa pîroz ranabûye. Ji ber welatparêziya xwe ya kûr û dewlemendiya erdnîgariya xwe ji polîtîkayên şerê taybet re bûye hedefeke esasî. Gelek caran gundên Bismil hatine valakirin, şêniyên wê hatine koçberkirin. Zarokên li ber şîr ji dayikên xwe hatine qetandin, bavên egîd li ber çavên zarokên xwe hatine qetilkirin. Navçeyên Amedê yê herî zêde li kolan û gundên wî Toros û Renger geriyane yek jê jî Bismil e.

Ev Bismil a ku wekî bihuştekê ye, bi destê dagirkeriyê di gelek rojên reş û tarî re derbas bûye. Lê ti caran dest ji çanda xwe ya berxwedêr bernedaye. Bi keç û xortên xwe her dem li ser piya maye û wekî kelemekî ketiye çavê dijminê xwe.

Hêvîdar jî ji wan keça yeke ku di nava rojên dojehî de weke mizginiya azadiyê ji dewa dayika xwe kil biye jiyanê. Keça dayika xwe Hêvîdar, di zirufên zext û zoriya dewleta dagirker de bê rawestan li ser gelê welatparêz yê Amedê berdewam dikir li navçeya Bismil çavên xwe li dinê vedike. Ji roja çêbûye şîrê dayika wê bi destên mijokdaran ve jê re hatiye herimandin, lê ew roj bi roj bi êşa ji sîngên dayika wê diniqutîn ve xwedî dibe. Her mezin dibe, Tevgera Azadiyê jî pê re mezin dibe. Sal salên serhildanên gel in. Tovên ku di sala 1978'an de li gundê Fîs'ê hatine çandin li çar aliyê welat şîn bûne. Gund bi gund, kolan bi kolan gelê Kurd li ser linga ye. Welat ji xewa giran şiyar biye, êdî ti kes wê nekaribe li pêşiya vê gelê bisekine. 

Hêvidar jî di nav rastiyeke wisa de têşe digire, bi çand û exlakê welatparêzî xwe ava dike. Xeyala dayika wê ew bû ku Hêvîdar li ser axa Kurdistanê bi ziman, çand û dewlemendiya welatê xwe mezin bibe. Lê mixabin dewleta dagirker ev derfet neda, hîn Hêvîdar li ber şîrê dayika xwe bu, êrişên dagirkerî despê kirin. Mala ku wê çavê xwe lê vekiri bû, li ber çavên wê hat wêrankirin. Bi dehan caran bû şahidê serdegirtinê dewleta dagirker, di temenekî zarok de bi çavên xwe, şopên pêlavên leşker û polîsên dewleta dagirker li ser bedena dayika xwe dît. Ji ber zext û zordariya dewleta dagirker Kurdistan xalî dibû, Hêvîdar û malbata wê ya welatparêz jî berê xwe dan xeribiyê, çûn metropolên Tirkan. Hêvîdar û dayika xwe bêriya welat dikirin, li bêhna welat digeriyan, lê bêhna welat jî ji wan re qedexe bû. Êdî wê bi vê dijminê ku jê re hinaseke welat qedexekiribû re nejiya ba. Wê li beranberî vê rastiya dijminê hov xwe bi çek û rext kiriba. Hêrsa dagirkeriyê di hemû şaneyên xwe de hîs dikir û bi kelecaneke mezin li hêviya teqandina fîşeka xwe ya despêkê bû. Di van rojên ku wê berê xwe bidana çiyayan de birayê wê lez kir da ku tol û kîna xwe bi ser dijminê hov de birîjîne. Di vê rêvitiya bira de yê ku pê re hevrêtiya despêkê kir jî xwişka wî Hêvîdar bû. Wê bi destê xwe birayê xwe bi çek û rext kir. Hêvîdar, hîn di wê temenê xwe de gihiştibû razaya jiyanê, azadî bê berdêl nabe. 

Piştî rêvitiya çiyayan ya birayê xwe Berxwedan, Hêvîdar jî bu rêviyê heman rêyê û bu rêhevalê birayê xwe. Dema Hêvîdar gihaşt çiyayan kîn û hêrsa wê ya li beranberî dewleta dagirker hên zêdetir dibe. Berxwedan êdî bê mirinî jiyan dikir. Berxwedan êdî bi ked û xwîna xwe axa pîroz av da bu. Berxwedan êdi bi gotina dayika wê, stêrkekî li asîmana bu. Hêvîdar jî êdî şopdarê Berxwedan bu, wê di her kêliyekî tekoşîna xwe de bîranîna Berxwedan bidana jiyîn. Birayên wan ên biçuk jî qet dereng nema ji  çiyayan re û li pey xwîşk û birayê xwe da rê da ku çek û navê Berxwedan rabike. Ew êdî sê kes ji malbatekî li qadên tekoşînê bi hevre bun. Bun hevrê yên hev, bun hevalên hev, bun tekoşerên leheng yên azadiyê, bûn zarokên rojê. 

Piştî tevlî kirina sê zarokên xwe ji tevgera azadiyê re, dayika van qehreman jî li zindanan li beranberî polîtîkayên taybet yên dewleta Tirk li ber xwe dida. Di nameya xwe de ev rewş wisa dida diyar kirin; ' Vaye salek û nîv e, ez di hefsê de me. 11 sal ceza dan min. Herî  dawî jî me ji hefsa Betmanê surgênê Enqerê kirin. Nêzîkî 3 hefteye em li vir in û di berxwe didin. Heta dilopekî xwîna me jî hebe emê li pey şehîdê xwe 3u doza xwe bin''  Hêvîdar keça vê dayika serhildêr bu, ev dayika dil pola her çiqas bi êş û elem nameyên xwe ji Hêvîdar re rê bike jî kêlîkî jî di rêya azadiyê de dudulî nedijiya. Ew wisa digot ji Hêvîdara xwe ya Delal re : '' Daxwaziya min tu herî ser gora Şehîd Berxwedan û tu bi sê dengan gazî bikî û slavên min jê re bêjî. Slavên dayika wî jê re bêjî. Çiyayên ku Berxwedanê min li ser geriyan, ez jî li wir bum. Dema hat ser kaniya cengê min got; Berxwedan ka birayê te?''

Hêvîdar keça dayika xwe, xwişka her du lehengên bi navê Berxwedan bû. Her bi vê berpirsiyartiyê tevdigeriya. Hêza xwe ji Berxwedanê digirt û di dora xwe de Hêvî dida ava kirin. Hêvîdar roj bi roj vîna xwe xurtir dikir û her dixwest berê xwe bide qadên dijwar yên tekoşînê. Di salên xwe yên tekoşînê de li Xinêrê, Xakurkê, Zapê, Heftanîn herî dawî jî li Şemzînanê şopên xwe hêşt. Di her gavekî de xwe nêzî xeyala Kurdistana azad kir. Azadî despêkê di rih û mêjî de despê dikir, Hêvîdar bu nîşaneya ve heqîqetê. Li tenburê dida, stranan digot. Ewê her gotiba 'jiyana PKK'ê bi xwe hûner e''. Di jiyanê de bi coş û hevalê hevalên xwe bu. Bi hunera xwe çavkaniya hêz û morala jiyanê bu. Di ziraviyên jiyanê de pir serwer bu, ji bo parastina nirxên rêxistinê qet tawiz nedida. Ew keça Amedê bu ku li ser kokên xwe şîn bu. Wan ji dojeha dagirkeriyê, pişavtin û bê rumetiyê bi serbilindî navê xwe di dîroka Kurdistanê de bi tîpên zêrîn dan nivisandin. Hêvîdara çeleng û her dû birayên xwe yên qehreman  di dil û mejiyê hevalên xwe de wê ti caran neyên ji bîr kirin. Nav û ala wan wê qet nekeve, di lutkeyên çiyayên azad wê her bijîn. 
 
Hêvîdar Amed (Zarîfe Soylû) 2'ê Cotmeha 2012'an di dema êrişa artêşa Tirk a dagirker de ya li ser Şemzînanê di şer de tevî 4 hevalên xwe şehîd bû. Birayên wê Berxwedan Kaya (Alî Soylû) 8'ê Sibata 2004'an li Qendîlê, Berxwedan Amed (Saît Soylû) jî 11'ê Gulana 2009'an şehîd bûn.,