'Saziyên ku qeyûman girtine, em ê hemûyan vekin'

Suleyman Şavlûk ê HDP'yî ku ji bo Silopiyayê bûye namzet, diyar kir ku dema di hilbijartinê de bi ser ketin wê saziyên ji aliyê qeyûm ve hatine girtin yek bi yek vekin û hîn xurtir bikin.

Suleyman Şavlûk (44) ê li Silopiyayê ji dayik bû, li nava malbateke welatparêz mezin bû. Zewiciye û bavê 5 zarokan e. Şavlûk ku cara yekemîn sala 1995'an ji ber tevlîbûna xwe ya li çalakiyekê hatibû destgîrkirin, piştre bi giştî 4 caran ji ser ku siyaset kir hate girtin. Şavlûk êşkenceya salên 90'î dît û 20 salên dawî li nava HDP'ê û partiyên beriya wê yên heman kevneşopiyê cih girt.

Şavlûk bi bîr xist, ku ji salên 1990'î û vir ve her şêweyên şext û zilmê li gelê Silopiyayê hatiye kirin û ev zordarî hîn jî dewam dike.

'EM MÎNA REFEANDÛMÊ DIBÎNIN'

Şavlûk ragihand, bi hilbijartinê re wê bersivê bidin wan kesên ku îradeya gel înkar dikin û got, "Em vê hilbijartinê weke referandûma hiqûqê û demokrasiyê dibînin. Ji ber ku hiqûq û demokrasî hatine binpêkirin. Gel jî wê mîna referandûmê biçe ser sindoqan û qeyûman ji holê rake."

BI ÎRADE Û PIŞTGIRIYA GEL...

Şavlûk anî ziman, wê karên xwe hemûyan bi îrade û daxwaza gel bikin û got, "Ti projeya ku gel qebûl neke wê bi cih neyê anîn. Em ê bi gel re civînên xwe yên meclîsê li dar bixin. Eger projeyek ji bo tevahiya navçeyê bê amadekirin, ya wê li ser projeyê referandûm were kirin, ya jî bi rêya anketê ji gel bê pirsîn. Eger taxê eleqedar bike, wê çaxê wê ji şêniyên taxê bê pirsîn. Em ê rêxistinên civakî yên sivîl jî tevlî mekanîzmaya biryardanê bikin."

JI BO JIN Û CIWANAN

Şavlûk bi dewamî anî ziman, dema ku di hilbijartinê de bi ser ketin wê saziyên gel ên bi destê qeyûm hatine girtin yek bi yek vekin û xurtir bikin. Şavlûk diyar kir, ji bilî vê ykeê wê ji bo ciwanan navendeke nû ya çandê amade bikin û got, "Ji bo jin û ciwanan em ê giraniyê bidin ser afirandina derfetên kar."