Saziya Perwerdeyê ya Êzidxanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

Saziya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk a Êzidxanê 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi daxuyaniyekê pîroz kir.

Bi wesîleya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, Saziya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk a Êzidxanê peyamek weşand.

Di peyamê de Cejna Zimanê Kurdî li dayikên berxwedêr ên Êzidxanê, li Rêberê Gelê Kurd û hemû dayikan hate pîrozkirin û hate gotin, "Em bi hêvî ne ku ev cejn bibe cejna azadî, wekhevî û aramiyê."

Di daxuyaniyê de zext û siyaseta asîmîlasyonê ya dewletên dagirker ên li Kurdistanê hate bibîrxistin û hate gotin, "Çawa ku mirov dareke çinarê yan jî dareke guzê ya bi hezaran salî bi rehên wê rake û weke laşekî biavêje naverastê û bi ser de jî îdîa bike ku ji bo jiyaneke azad û wekhev me ev kar kiriye, ev helwesta me bê mane û bi mirina darê encam dibe. Ev helwestên dewletên desthilatdar jî bi vî rengî bê mane ye û ji bo tevkujiya çandî ye. Ziman bi taybetî jî zimanê Kurdî yê ku ji dîrok, çand, exlaq, polîtîka, hunerê civakî hatiye dûrxistin, ji rastiya Kurdistanê hatiye bêparkirin Kurdî jî be, kêrî civakbûn, netewebûna demokratîk nayê. Tenê dikare bikeve xizmeta modernîteya kapîtalîst."

Di dawiya peyamê de hate gotin, "Di vê çarçoveyê de em dibêjin, ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê neteweya demokratîk em hewl didin û em derfet û rê nadin ku Kurdî bibe amûreke sîstema dagirker a rojane. Bi taybetî em hemû gelên azadîxwaz, gelê Kurd dawet dikin ku vê rojê bi ti saziyên sîstema dagirker re danûstandinan neke. Di hemû têkiliyên xwe yên civakî de bi hemû hêza xwe hewl bide ziman, çand û kevneşopiyên civakî yên Kurdî bide jiyîn."