Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê şehîdên 25'ê Nîsanê bi bîr anî

Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê şehîdên êrişa 25'ê Nîsana 2017'an a ji ber êrişa dewleta Tirk a li ser Şengal, Mexmûr û Qereçoxê şehîd bûn, bi bîr anî. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi berxwedan û keda gel wê Xweseriya Şengalê teqez bi ser bik

Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê bi wesîleya salvegera 4'an a êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Mexmûr, Şengal û Qereçoxê daxuyaniyek da û şehîdên vê êrişê bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku 25'ê Nîsana 2017'an, dewleta Tirk li pêş çavên cîhanê bi balafirên şer êriş bir ser Şengal, Mexmûr û Qereçoxê û mîna dema fermana 3'ê Tebaxa 2014'an di serî de dewleta Iraqê, raya giştî ya cîhanê li hemberî van êrişan bêdeng man.

Saziyê diyar kir ku ji wê bêdengiyê, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe berfireh kiriye û heta roja îro jî dewam dike.

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û hate gotin, "Zarokê Êzidî Şehîd Genco di temenê xwe yê ciwantiyê de, bû armanca vê êrişê û şehîd bû. Vê yekê ispat kir ku projeya DAÎŞ'ê ya nîvco mayî, dewleta Tirk dixwaze bibe serî."

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê hate bibîrxistin û ahte ragihandin ku ev êriş ji êrişa 25'ê Nîsanê qut nîne.

Saziyê bang li hikumeta Iraqê kir ku xwedî li serweriya axa xwe derkeve û li ber van êrişan rabe.

Herî dawî jî ev biryardarî destnîşan kir: "Bi gef û êrişan wê kes nikaribe me ji doza me ya ji şehîdan wergirtî dûr bike. Projeya Xweseriya Şengalê ku şehîdan danî pêşiya me, bi berxwedan û keda gelê me wê teqez bi ser bikeve."