Sancar û Aydenîz: Pirsgirêka bingehîn tecrîd e!

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz bi rêxistin civakî re civiyan. Sancar got, "Hêza me heye ku hevsengiyên siyasî diyar bikin." Aydenîz jî destnÎşan kir ku pirsgirêka bingehîn tecrîd e.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz di çarçoveya "Kampanya Parastinê" de li herêma Serhedê doh li Agiriyê dest bi bernameya xwe kirin. Rawestgeha îro jî Bedlîs bû.

Sancar û Aydenîz got, bi nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên bajêr re li Tetwanê li otelekê li hev civiyan.

AYDENÎZ: PIRSGIRÊKA BINGEHÎN TECRÎD E

Aydenîz diyar kir ku di bingeha mijarên rojevê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye û got, "Ji bo bidawîkirina vê tecrîdê û pêkhatina azadiyê, li girtÎgehên Tirkiyeyê 245 roj in greva birçîbûnê dewam dike. Li pêşberî grevên birçîbûnê em dikarin çi bikin? Em bi çi rengî dikarin bibin bersiv ji van daxwazên girtiyan re? Her wiha êriş li ser destketiyên gelê KUrd hene. Em li hemberî vê dikarin çi bikin, li ser van em nîqaşan dikin. Divê were zanîn ku ev zilm û zext ti carî bi ser neket, wê bi ser nekeve."

SANCAR: HÊZA ME HEYE

Sancar destnîşan kir ku sîstema heyî ya li welêt sîstemeke ku zilmê diafirîne û got, "Lewma em çawa dikarin vê sîstemê vê desthilatariyê biguherînin, em li ser vê dixebitin. Weke ku me di destpêkê de got, em rêya xwe bi gelê xwe diyar dikin. Em rêya xwe bi hêzên demokrasiyê diyar dikin."

Sancar bal kişand ser doza girtinê ya li dijî HDP'ê û bi bîr xist ku her roj operasyonên qirkirina siyasî li dijî endamên partiya wan ve têne kirin. Sancar got, "Ji wan heye ku wê têkoşîna me biqedînin, lê ev nepêkane. Bi navê HDP'ê em têkoşînê dewam dikin, ji niha û pê ve jî bi biryar in ku dewam bikin. Her kes ji me dipirse; 'Gelo HDP wê rojên bê çi bike? Doza girtinê wê çawa bê meşandin? Wê helwesteke çawa bê nîşandan? Wê partî bê girtin? Eger hilbijartin bibe wê helwest çi be? EM jî dibêjin; hêza me heye ku li ser piyan bimîne, mezin bibe, bimeşe, li Tirkiyeyê hevsengiyên siyasî diyar bikin. Hêz, danhevî û îradeya me heye ku em vê yekê jî ji gelê xwe werdigirin."

Sancar û Aydenîz li nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl guhdarî kirin û piştre jî ji bo li navçeya Norşînê serdana esnafan bikin bi rê ketin.