Sancar û Akdenîz li Bedlîsê serdana esnafan kirin
Hevserokê HDP'ê Mîthat Sancar û Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz li Bedlîs û Norşînê serdana esnafan kirin.
Hevserokê HDP'ê Mîthat Sancar û Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz li Bedlîs û Norşînê serdana esnafan kirin.
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydeniz bi çarçoveya bernameya “Em HDP’yî ne, li her derê ne” li Bedlîs û navçeya wê Norşînê serdana esnafan kirin û li pirsgirêkên wan guhdar kirin.
Sancar û Aydeniz bi dilgermî ji aliyê esnafan ve hatin pêşwazîkirin. Esnafan pirsgirêkên xwe ji hevserokan re vegotin û polîtîkaya hikumetê ya aboriyê ya ji bo esnafan rexne kirin û xwestin pirsgirêkên wan bên çareserkirin. Hevserokan jî got ji bo çareseriya pirsgirêkên esnafan wê bilebikin.
Sancar û Aydeniz piştî serdana esnafan çûn kargehên tekstîlê û serdana karkerên tekstîlê kirin. Sancar û Aydeniz dê êvarê li Bedlîsê beşdarî civîna gel bibin.