Sancar: Ev desthilatdarî wê winda bike, em ê bi ser bikevin

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar li Rihayê axivî û diyar kir ku bila her kes baweriya xwe zindî bihêle wê zalim winda bike, edalet bi ser bikeve û got:“Divê kes ji vê gumanê neke, Wê ev desthilatdarî winda bike, em ê bi ser bikevin.“

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Rihayê, piştî mitînga "Niha Dema Edaletê ye" bi hincetên cuda hat astengkirin û du caran cih guhertin, li ber avahiya HDP’ê hevdîtina gel pêk anî. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindîr, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, Parlamenterên HDP'ê Ayşe Surucu, Pero Dundar, Remziye Tosun, Feleknas Uca, Nîmetullah Erdogmûş, Omer Ocalan, Nusrettîn Maçîn, Îmam Taşçier, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, nûnerên rêxistinên sivîl ên li bajêr, hevserok û rêveberên HDP'ê yên bajêr û navçeyan û bi sedan kes tevlî hevdîtinê bûn.

 Pankartên, "Em ê edalet, aştî û azadiyê bînin", "Bila girtîgeh nebin tabût, ji girtiyên nexweş re azadî" hatin vekirin. Parlamenterê HDP'ê Omer Ocalan di destpêkê de axivî û astengkirina mitîngê rexne kir û spasiya xwe ji girseyê re kir.

'DENGÊ ME GIHÎŞT BI MILYONAN'

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar jî astengkirina mîtîngê nirxand. Mîthat diyar kir ku ti hêz nikare pêşiya hevdîtina HDP'ê bi gel re bigire û got: “Ew dizanin ku ger me ev mîtîng li qadan bikira, wê bi hezaran, deh hezaran gelê me li vir bûya. Niha dengê me digihîje deh hezaran, sed hezar û mîlyonan! Em dibêjin 'Êdî dema edaletê ye, dema HDP'ê ye', heta ku em bi biryar bin û li ser rêya xwe rast bimeşin em ê bi ser kevin. Em li bajarekî wisa ne ku xwedî kok, dergûşa şaristaniyan, welatê çandan, dîroka mirovahiyê ji nû ve dinivîsîne ye. Em li bajarekî ne ku çandinî, huner û gelek bedewî lê hene ne.”  

‘BAJARÊ XÊR Û BEREKETÊ‘

Sancar diyar kir ku li Tirkiyeyê erdên herî bi xêr û bereket li Rihayê ne û wiha dewam kir: “Lê Riha yek ji bajarên ku herî zêde bêkarî û xizanî lê heye li Rihayê ye. Ev neheqiya herî mezin e, neheqiya herî mezin ji vir dest pê dike.  Riha yek ji bajarên ku herî zêde karkerên demsalî dişîne gelek deveran e. Em jî dizanin ku şert û mercên karkerên demsalî tê de dixebitin gelek zahmet in û ev bê edaletî ye.

‘DOZA EDALETÊ YA MALBATA ŞENYAŞAR RÛMETA VÎ WELATÎ YE‘ 

Di berdewamiya axaftina xwe de Sancar anî ziman ku doza edaletê ya malbata Şenyaşar rûmeta vî welatî ye û wiha got: “Ji malbata Şenyaşar Ferît li gel me ye. Dayika me Emîne nekarî were. Em di her şert û mercî de her tim li cem wan in û em bi wan re ne. Tişta ku hat serê malbata Şenyaşar, mînaka ku bêhiqûqî gihiştiye asta herî jor e. Zalimê mezin li ber çavê her kesî ye, 3 kes bi awayekî hovane hatin qetilkirin, her kes temaşe dike, dewlet temaşe dike, dozger jî temaşe dikin, li ser vê yekê jî êrîşî malbata me dikin. Ji neheqiyê wêdetir ev zilm e. Carekê me dest bi qîrîna edaletê kir; Bi sed hezaran û bi milyonan dê vî dengî bibihîzin. Belkî dema ewil ku rûniştin bi tenê bûn, lê niha dengê wan li hemû Tirkiyeyê belav bûye, ev doz doza me ye, ev deng dengê me ye. Doza edaletê ya malbata Şenyaşar doza rûmetê ya vî welatî ye.“

‘HDP JI BO EDALETÊ HEYE‘

Sancar destnîşan ku HDP ji bo edaletê heye wiha dom kir: “Ger hûn bipirsin ‘edalet çi ye?’, gelek cild pirtûk hatine nivîsandin, lê Dayika Emîne di van demên dawî de gotinek xweş gotiye, ‘Edalet tune be, nan jî tune ye’. Mirov çawa bêtir şirove bike. Heger li welatekî edalet tunebe, ne nan, ne aştî, ne aştî çêdibe. Ji ber vê yekê têkoşîna edaletê hem têkoşîna kar, xwarin û nan e, hem têkoşîna aştî û azadiyê ye, hem jî têkoşîna rûmetê ye. Ya ku li malbata Şenyaşar hat kirin, li me hemûyan hat kirin. Heta ku em bêdeng bin em ê hemû rastî vê neheqiyê bên. Em bi biryar in, em ê dev ji vê berdin. Ji ber vê yekê HDP heye, HDP heye ku li vî welatî bi hemû gelan re edalet pêk were. Ji ber vê yekê çewisandin çiqas mezin bibe, têkoşîn jî ewqasî mezin dibe. Desthilatdariya ku zilm û zordariya wî zêde bibe, teqez wê bikeve, lê ji bo ev pêk were, ji bo ev kêmbûn pêk were têkoşînek bi biryar pêwîst e. Em li ser vê rêyê ne, em di têkoşîna edaletê de ne û em bi biryar in ku heta dawiyê bimeşin.“

‘ZÎNDAN VEGUHERÎNE MALÊN MIRINÊ‘ 

Di berdewama axaftina xwe de Sancar bal kişand li ser zextên li ser girtîgehan û wiha pê de çû:“Li girtîgehan çewisandin didome. Zîndan veguherandine malên mirinê, tecrîd veguherandine pergala rêveberiya vî welatî. Hem li dijî tecrîdê û hem jî li dijî mirin û darvekirinên li girtîgehan em ê têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin. Weke ku hûn jî dizanin girtiyên nexweş tevî hemû raporan nayên berdan. Di meha dawî de 7 cenaze derketin. Ev bi rastî pêkanîna cezayê darvekirinê ye, ev înfazeke derveyî hiqûqê ye, lîstikeke tolhildanê ya qirêj e. Niha em ji bo hevala Aysel Tûglûk û ji bo hemû girtiyên nexweş re dibêjin dem dema edaletê ye, em ê ji bo wan edaletê biqîrin û teqez em ê azadiyê bînin van xakan.“

‘YÊ KU FERMANA ROBOSKÎ DA EW KES KUJER E‘

 Sancar bi domdarî anî ziman ku ew di salvegera komkujiyeke bi xwîn de ne ku têkoşîna edaletê didome û ev tişt li ser axaftinên xwe zêde kir: “28’ê kanûnê 10’emîn salvegera Roboskî ye. Li Roboskî 17 jê zarok 34 jiyana xwe ji dest dan, li vî welatî her cure neheqî hatiye jiyîn. Aşkerenekirina bersûc tê wateya şirîkê yên ku ferman dane kiryaran. Kî bombe avêtiye li Roboskî ew kes kujer e, lê yên ku fermana kuştina wan kesan dane, yên ku nehiştine ku ev kesî ku ferman dane eşkere bibe û yên ku hesabê wê qetlîamê asteng kirine jî hevkar in. Têkoşîna edaletê li hemberî hemû sûcdar û hevkaran têkoşîneke mezin e. Ji Roboskî heta malbata Şenyaşar, ji Komkujiya Gurgumê heta gelek êşên ku li vî welatî hatine kişandin, doza me doza edaletê ye. Em li vî welatî ji bo dermankirina birînan û avakirina paşerojê li ser azadî û aştiyê hene û ji bo dermankirina birînan em ê li ber xwe bidin. Rûbirûbûn tê wateya gihandina çavkaniya van êşan, lêpirsîna têgihîştina ku vê pergalê dixebitîne û mezin dike. Bêyî ku van hemûyan li ber çavan bigirin û bi wan re rû bi rû nebin, avakirina siberoja vî welatî li ser aştî û demokrasiyê ne pêkan e. Dema ku em dibêjin em ê hesab ji wan bipirsin, em dixwazin vê zîhniyeta vê sîstemê ji holê rakin da ku hemû birînên xwe derman bikin, lê erka me ye ku hem ji qatil û hem jî yê fermana komkujiyê dane li pêşberî darazê hesab bipirsin. Helbet em ê jî li pey vê yekê bin. Dema em aştiyeke mezin bînin wê edalet jî pêk were, demokrasî pêk were, edalet û azadî pêk were. Hesabê Garîbe Gezerê bê pirsin û xewn û xeyalên Denîz Poyraz dê pêk bên.“

‘HDP KABÛSA DESTHILATDARIYÊ YE‘

Sancar anî ziman ku HDP kabûsa desthilatdariyê ye û got: “Modela aboriyê ya ku tînin pêşberî me û daketina dowîzê jî wek serfiraziyek nîşan didin. Têkoşîna me ya li dijî vê neheqiyê wê her ku diçe mezin bibe. Heya ku ev hikûmet zilma xwe bidomîne, wê HDP’a berxwedêr û têkoşîna hevpar a gelan bibîne. HDP kabûsa vê hikûmetê ye. Ji ber vê yekê her roj em rastî operasyonan tên, binçavkirin, girtin, doz li me tên vekirin, hevdîtinên me tên astengkirin; lê tu hêz nikare me ji meşa me ya edalet, aştî û azadiyê bigre. Em dimeşin, em ê mezintir bibin. Em ê ji bo edalet, aştî û demokrasiyê li vî welatî bibin pêşeng! Ger di vê hikûmetê de zilm hebe, îradeya me ya têkoşînê jî heye. Dê zilm bi dawî bibe, edalet derkeve!“

‘EV DESTHILATDARÎ WÊ WINDA BIKE, EM Ê BI SER BIKEVIN

Di dawiya axaftina xwe de Sancar diyar kir ku ev desthilatdarî wê winda bike, wê bi ser bikevin û wiha got:“Em hezar rehmet û hesreta rêhevalê xwe yê hêja Îbrahîm Ayhan dişînin. Silav li hemû hevalên ku me di vê têkoşînê de winda kirin, ji hemû kesên dîl hatin girtin û sirgûn kirin. Ev neheqî û zilm wê hesab bê pirsîn. Em soz didin ku em ê di azadiyê de bi hevalên rehîn, bi rêhevalên li sirgûnê re hevdîtinê bikin. Aştî û demokrasî nêzî hev in, heta em di vê rêyê de bimeşin dudilî nebin. Werin em bi biryardarî rêya xwe bimeşin. Werin em baweriya xwe zindî bihêlin. Zalim wê winda bike, edalet bi ser bikeve. Divê kes ji vê gumanê neke, ev hikûmet wê winda bike, em ê bi ser bikevin."

Hevdîtina gel bi berzkirina dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana zîndanan" bi dawî bû.