Sancar: Em ê qeyûm û desthilatdariyê jî bişînin!

Li Amedê Nobeda Demokrasiyê ya li dijî qeyûm didome. Wekîl Mîthat Sancar di çalakiyê de axivî û got; “Bê hêvîbûyîn, bedbînî tine. Em ê bi hêzên demokrasiyê re bi hevre welat rêve bibin. Em ê Amed, Mêrdin û Wanê bigrin û em ê vê desthilatdariyê jî bişînin.

Li Amedê çalakiya li dijî qeyûman a Nobeta Demokrasiyê ya HDP’ê di roja 19’emîn de beşdariya gelek sazî û welatiyan pêk hat. Parlamenterên HDP’ê, parêzer, oldar, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û gelek welatî beşdarî çalakiya li ser Kolana Lîseyê bûn. Çalakgeran bi berzkirina dirûşman qeyûm şermezar kirin. Piştî çalakiya rûniştinê daxuyanî hat dayîn û kesên beşdarî çalakiyê bûyîn axivîn.

‘APK LI BER TÊKÇÛNÊ YE’

Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Amedê Zeyat Ceylan daxuyanî da û da zanîn ku çalakiya wan li dijî qeyûman li her devera cîhanê belav bûye û got: “AKP a ku nikare berxwedana me têk bibe niha jî bi polîtîkaya çalakiya nobeta malbatan dixwaze me terorîze bike. AKP a li ber têkçûyînê ye malbatan dişîne ber partiya me HDP.”

‘WÊ TÊK BIÇIN’

Hevseroka OHD’ê parêzer Ayşe Aciniklî jî anî ziman ku ne mimkin e ew li welat behsa hiqûqê bikin û got: “Pêwîste Yekîtiya Ewropa û saziyên Ewropa pêkanîna danekirinê deynin ser Tirkiyeyê. Dawiya bêhiqûqiyê û faşîzmê xuya dike. Wê têk biçin. Em ê hesab ji wan bixwazin. Em ê di warê hiqûqî de li dijî qeyûman ji şaredariyan re bibin destek.”

‘DARBEYEKE SIVÎL E’

Serokê Platforma Komeleyên Başûrrojhilat û Rojhilat Abdulhakîm Daş jî destnîşan kir ku divê îradeya gel a hatiye desteserkirin dîsa bidin gel û got: “Ev darbeyek sivîl e. Dema mijar dibe Kurdistan faşîzm dest bi êrîşan dike. Em bang li partiyên Kurd dikin. Bibin yek. Heke em nebin wê dîrok hesab ji me bixwaze.”

‘EV DIZÎ Û TALANGERÎ YE’

Endamê Kongreya Îslamî ya Demokratîk (KÎD) Mele Ekrem Baran jî diyar kir ku yên dest danîne ser vîna gel dê biçin ser sergoyê dîrokê û got: “Ev dizî û talangerî ye. Vîna gel hatiye desteserkirin. Ol, ziman û çanda însanan çi dibe bila bibe di dinyayê de her kes xwedî mafê jiyanê ye. Kes nikare dînê tu kesî înkar bike. Em dixwazin bi biratî li ser vê axêbijîn. Pêwîste her kes xwedî li vîna xwe derkeve. Em berxwedana pîroz a gel silav dikin. Yên ku li dijî neheqî û zilmê bêdeng bimînin ew kerr û lal in. Pêwîste her kes li cem kurdan bisekine.”

Mehmet Emîn Aslan ê li ser navê Komeleya Oldaran a Stenbolê jî axivî got: “Pêwîste her kes dengê gel bibihîze. Qeyûm ne hiqûqî ne. Qeyûm talûkeyek mezin e.”

'PLANÊ ÇONDANÎNÊ DI DEWRÊ DE YE’

Wekîlê Serokê Meclîsê yê Parlamenterê HDP’ê Mîthat Sancar jî anî ziman ku polîtîkaya qeyûman ne nû ye û wiha got: “Ev çar sal in li dijî vîna gel û partiya me êrîş hene û em tên girtin. Ev tayînkirina qeyûman dewama Plana Têkbirinê ye. Me di hilbijartina 31’ê Adarê de îtîfaqa AKP-MHP’ê têk bir. Yên nikarin yekîtiya gel xera bikin niha jî ‘Plana Çongdanînê’ xistine meriyetê. Dixwazin bi vê planê siyaseta demokratîk û yekîtiya gelan ji hev bixînin û têk bibin. Em ê vê plana wan jî vala derbixînin. Gel di ferqa vê plana AKP û MHP’ê de ye. ”

Em vê sozê didin gelê xwe ku em ê hemû planên wan têk bibin û heta îktîdara hêzên demokrasiyê were avakirin em ê têbikoşin.”

'ÊŞA WE ÊŞA ME YE’

Sancar bal kişand ser çalakiya malbatên li ber avahiya HDP’a Amedê û wiha got: “Hesreta hemû dayikan a zarokên wan û êşa wan êşa me ye jî. Tekane sedemê vê hesret û êşê heye ew jî şer e. Tekane rêya ku şer têk bibe aştî ye. Em ê ji bo aştiyê gavek paş ve neavêjin. Divê em di ferqa leyîsta li ser me pêk tê de bin. Dixwazin êşên me bixin pêşbaziyê û me ji hev belav bikin. Ev jî lingek ‘Plana Çongdanînê’ ye. Her ku biçe em ê zemîna siyaseta demokratîk xurt bikin. Ji bo em îradeya gel ava bikin em ê her tiştî bikin. Ji bo pêkanîna aştiyê em ê serî li her riyê bidin. Em yekîtiya xwe navxweyî ava bikin. Bêhêvî, xemsarî nîne, em ê welat bi hêza demokrasiyê birêve bibin. Em ê carek din Amed, Mêrdîn û Wanê werbigirin û em ê vê îktîdarê jî bişînin.”

Piştî axaftinan Nobeta Demokrasiyê ya îro bi dû 5 deqîqe çalakiya rûniştinê bi dawî bû.