Sancar: Em ê bi ser bikevin, ji ber ku em li ber xwe didin

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar li Kongreya Ciwanan a Amedê axivî, got, ''Qet xeman nexwin. Em ê bi ser bikevin ji ber ku em biheq in. Ji ber ku em li ber xwe didin.''

Hevserokê HDP'ê Mîthat Sancar li Kongreya Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya li Amedê axivî û got,''We ciwanan, hûn yên ku ji ji çar aliyên Kurdistanê hatin, we şeqameke xweşik li wan da ku digotin, Kurd ji HDP'ê hez nakin, careke dî wê ji fediya nikaribin vê gotinê bikin. Cİwan li vir in li ser piya ne, bi hêvî ne .HDP li vir e, cît li ser piyan e.''

Sancar bi berdewamî got, ''Dizanin ku ciwanan teslîm bigirin wê hêviya azadiyê û demokrasiyê ya civakê jî biqedînin. Dizanin ku ciwanan çavtirsandî bikin li vî welatî wê têkoşîna azadiyê û wekheviyê jî asteng bikin. Ji ber vê herî pir ciwanan dikin hedef. Ya dî, helbet ji ciwanan ditirsin. Heqê wan heye ku bitirsin jî. Ji ber ku pêşengên ku vê pergalê biguherînin, dilê wê jî ciwan in. Qet xeman nexwin. Em ê bi ser bikevin ji ber ku em biheq in. Ji ber ku em li ber xwe didin û bi biryararî ber bi dahatuyê ve diçin.''

Sancar bi domdarî bal kişande ser polîtîkayên qeyûmên dagirker û got, ''Polîtîkayên qeyûm ne tenê helwdana teslîmstandina vînê ne. Ne tenê desteserkirina vînê ye. Her wiha hewldana wê ye ku rihê gelê Kurd bidizin. Rejîma pişivandin, rizandin û teslîmstandina ciwanan e. Têkoşîna li dijî rejîmê, li dijî rejîma qeyûm divê van hemûyan bîne ber çavan û bi giştî were dayin.''

Sancar di axaftina de destnîşan kir ku ew li dijî 'pergala nîjatperest, yekreng, şelihandin û talanê' bi armanca avakirina tifaqa mezin a demokrasiyê dimeşin û pêşengiya vê tifaqê jî wê ciwan bikin. Sancar got, ''Hûn ciwan, ên ku ji Marmarayê heta bi Egeyê, ji her deverên Kurdistanê û her devera Tirkiyên yên dilxwazên azadî, wekheviyê, ên ku perwerdehiyeke azad, laîk, demokratîk dixwazin, bi armanca jiyaneke birûmet in, dema ku hûn hatin cem hev, karê li ber me yê esasî hûn ê çareser bikin. Me hedefa xwe weke tifaqa demokrasiyê danî, pêşengiya vê hûn ê bikin. Wê têkoşîn û biryardariya we be. Hûn ê rêya tifaqa demokasiyê vekin.''

Sancar her wiha bal kişande ser kuştina li zindanan ku van demên dawî zêde bûye û got, ''Niha jî zindanan dikin malên kuştinê, êşkencexaneyan.  Armanca li wir diyar e. Dixwazin vînê bişkînin û teslîm bigirin .Pê dizanin mirovek ku rûmeta xwe nebe wê teslîm bibe. Ji ber vê dixwazin vîna gelê Kurd, gelên kedkar ên Tirkiyê teslîm bistînin û dahatuyeke bêrûmet li ser wan ferz bikin.''

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar herî dawî bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, ''Em ê meşa aştiya mezin bi teqezî bi ser bixin. Yek ji rêya astengkirin meşa aştiya mezin tecrîda li Imraliyê ye. Armanca tecrîdê astengkirina aştiyê ye. Tecrîd sîmgeya girankirina polîtîkayên şer e û mînakeke wê rejîmê ye ku niha dixwazin li tevahiya welêt berbela bikin. Ji  ber vê, di vê meşa mezin a aştiyê de ciwan wê pêşengiyê bikin, em hemû em ê xwe bidin ber berpirsyariya vê.'''