Salvegera 10'an a Komkujiya Roboskî: Têkoşîna hesabpirsînê bi biryardarî dewam dike

Di salvegera 10'an a Komkujiya Roboskî de ku 34 ciwanên Roboskî bi balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker hatin qetilkirin, têkoşîna hesabpirsîna ji kujeran bi biryardarî dewam dike.

Dema ku rûpelên salnameyê 28'ê Kanûna 2011'an nîşan didan, li ser rêya vegerê li ser sînorê başûr û bakurê Kurdistanê, ku dagirker û hêzên komlogeran xêz kirine, bi 2 tenekeyên mazotê, 20 kîlo çay û du kîsikên şekir, 17 ji wan zarok, 34 ciwanên Kurd, dîsa bi bombeyan hatin qetilkirin.

Di ser komkujiyê re, ku li gundê Roboskî yê navçeya Qilabanê ya Şirnexê di encama bombebarana bi balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk a dagirker û qirker de hate kirin, 10 sal derbas bûn.

Lê di van salan de, gelek serlêdanên hatin kirin ji aliyê dadgehên herêmî yên dewleta Tirk ve bi hincetên cuda hatine redkirin.

Di vê pêvajoyê de derbarê ti rayedarên dewletê de ku navê wan di bûyerê de derbas bûye yan jî berpirsyar hatine dîtin, lêpirsîneke edlî û îdarî nehat destpêkirin.

Her wiha li şûna ku kujer û berpirsyarên leşkerî û siyasî bên darizandin û cezakirin, malbatên şehîdên Roboskî ku li pey edaletê ne, hatin girtin û cezakirin.

Ji ber ku di roja yekê de eşkere bû, ku fermana vê komkujiyê jî, dîsa serkêşê desthilatdariya AKP-MHP'ê Erdogan ve hatiye dayin.

Ji ber vê di encamê de, weke hemû komkujî û sûcên din ên qirkirinê yên li ser gelê Kurd, hewl tê dayin, ku ser doza komkujiya Roboskî jî bê girtin.

Halê hazir ji aliyê hiqûqî ve, serlêdana ku ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve jî, ji ber ku ne li gorî rêgezê ye nehat qebûlkirin, di Nîsana borî de dîsa ji Dadgeha Destûra Bingehîn re hat şandin. Parêzer û malbat, vê carê li benda bersiva serlêdanê ne.

Lê li gel vê têkoşîna hiqûqî, ji aliyê siyasî û civakî ve jî, di serî de malbat, şêniyên Roboskî û tevahî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê, ji bo hesabpirsînê, di sala 11'an de jî, ji bo hesabpirsînê, li her qadê û her derê li ser piyan e.