'Sakîne Cansiz pêşenga jinê ya berxwedanê bû'

"Sakîne Cansiz ku sekn û navê berxwedan, azadî û têkoşeriya jinê ye, bi kevneşopiya xwe ya berxwedan û têkoşînê, li Rojava rê li ber şoreşa jinan, gelan a bi pêşengiya jinan vekir."

Endama Koordînasyona KJK'ê Hêvî Nûda di salvegera 9'emîn komkujiya Parîsê de qala berxwedan û têkoşîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez kir.

Hêvî Nûda bi bîr xist, di demekê de ku 'Pêvajoya Çareseriyê' di dewrê de bû, Sakîne Cansiz a ku ji bo azadî û aştiyeke bi rûmet herî zêde têdikoşiya hate qetilkirin û ev yek bi tena serê xwe têra fêhmkirina rastiya AKP'ê dike.

Hêvî Nûda anî ziman ku armanc ji pêvajoya ku weke 'çareseriyê' pênase dikir, wê piştre bihata dîtin ku tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd e û gotinên desthilatdariyê hemû derew û xapandine.

Hêvî Nûda got, "Mîna Komploya 15'ê Sibata 1999'an ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî gelê Kurd hate kirin, gel û jinên Kurd careke din dîtin ku hêzên global di Komploya Parîsê de jî bi roleke girîng rabûn. Ji bo tepisandin û tasfiyekirina Têkoşîna Azadiyê ya Kurd, dewletên Ewropayê her tim hewl dane. Lê belê pêvajoyek mîna komkujiya Parîsê bûyereke nû bû, ku êriş/sûîqesteke bi vî rengî li navenda Ewropayê dihate wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî."

Hêvî Nûda bi bîr xist ku têkoşîna Fransiyan, bi taybetî jî ya jinan, ji bo gelan hemûyan, ji bo jinan bû çavkaniya sûdwergirtinê û got, "Li aliyê din nêzîkatiya zîhniyeta serwer a li Fransa û Ewropayê ya li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, ronînekirina qetilkirina Sakîne Cansiz û hevrêyên wê, di heman demê de êrişek li ser nirxên demokrasî û azadiyê yê têkoşîna jinan û gelê Fransayê ye. Ji ber vê yekê jî wezîfeya hesabpirsîna ji kujerên Sakîne Cansiz û hevrêyên wê, tevî gel û jinên Kurd dikeve ser milê gel û jinên Ewropa û Fransayê. Neçar e ku vê yekê ne tenê ji bo gelê Kurd er wiha ji bo xwedîderketina li nirxên xwe bikin."

Hêvî Nûda bi dewamî ragihand ku desthilatdariya faşîst bi qetilkirina Sakîne Cansiz xwest jinên ku ji bo azadiyê li ber xwe didin û têdikoşin bitirsîne û got, "Lê belê asta ku têkoşîna jinê gihîştiye, ev polîtîka pûç kir. Sakîne Cansiz ku sekn û navê berxwedan, azadî û têkoşeriya jinê ye, bi kevneşopiya xwe ya berxwedan û têkoşînê, li Rojava rê li ber şoreşa jinan, gelan a bi pêşengiya jinan vekir. Li çar parçeyên Kurdistanê, li her qada têkoşînê li ser bingeha azadiya jinê rê li ber rabûneke mezin vekir û têkoşîna jinê mezintir kir.

Biryardariya Sakîne Cansiz a li ser berxwedan û azadiyê û qetilkirina wê bi rengekî nemerdane, kir ku têkoşîna jinên Kurd bigihêje têkoşînên jinan ên li cîhanê. Sakîne Cansiz ji pêşengiya jinên Kurd wêdetir êdî weke yek ji pêşengên jinan ên têkoşîna jinê ya li tevahiya cîhanê tê qebûlkirin."

Hêvî Nûda destnîşan kir ku ji ber vê yekê yên ku xwestin Sakîneyan bêdeng bikin negihîştin armanca xwe.

Endama Koordînasyona KJK'ê Hêvî Nûda diyar kir ku Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) ku di Tevgera Azadiya Kurd de cihê hêvî û paşerojê bûn, bi şehadeta xwe li ser xeta Sakîne Cansiz meşiyan.

Hêvî Nûda destnîşan kir ku hilanîna tola Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ji bo wan hinceta herî mezin a têkoşînê ye û got, "Divê her kes zanibe, tevgereke ku bi pêşengiya Sakîneyan dest pê kir û li ser xeta wê ya berxwedanê dimeşe, wê teqez bibe tevgereke tolhildanê û hesabpirsînê.

Faşîzma mêr a AKP-MHP'ê ku niha di demên xwe yênd awî de ye, hate dîtin ku sîstemeke faşîzan û metirsîdar e li dijî Kurdan, bi taybetî jinan û gelan. Şert û merc ji her demê bêhtir guncaw in ku bi pêşengiya jinê têkoşîna civakî bê xurtkirin û bi destê jinê dawî li faşîzmê bê anîn. Li dijî desthilatdariya AKP-MHP'ê ku nîşaneya şênber a zîhniyeta bi serweriya mêr û faşîzmê ye, dem hatiye ku li ser bingeha pêşengiya jinê ya li têkoşîna civakî û rêxistiniyê, têkoşîn bê mezinkirin. Wezîfeyên me yên dîrokî li benda me ne ku bi têkoşîna xwe, li dijî sîstema bi serweriya mêr, sîstema jinê ya demokratîk û azadîparêz a alternatîf ava bikin ku hesreta Sakîneyan û jinan hemûyan bû."