'Sakîne Cansiz manîfestoya têkoşînê bû'

Ji fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Gabar got, "Ew manîfestoya jiyan û têkoşînê bû" û wiha dewam kir, "PKK'iyeke rasteqîn bû ku ji dil tevlî damezrandin, pêşketin û guhertina PKK'ê bû."

Ji fermandarên biryargeha navendî ya YJA Starê Şerda Mazlûm Gabar bi wesîleya salvegera Komkujiya Parîsê ji ANF'ê re axivî.

Sakîne Cansiz yek ji kadroyeke jina pêşeng a têkoşîna Kurdan bû. Sara di nav têkoşîna jinên azad de xwedî cihekî çawa ye, di têkoşînê de çi îfade dike?

Ez heval Sakîne Cansiz a ku sembola vejîna xwedawendiyê ye, di têkoşîna me de gelek tiştên yekemîn pêk aniye û wate zêde kiriye û heval Rojbîn û Ronahî yên ku tevî wê hatine qetilkirin bi hesret û hezkirin bi bîr tînim.Ez li damara me ya esl, hucreya bingehîn a têkoşîna azadiya jinan û rûmeta me ya azadiyê heval Sakîne difikirim. Wê jina azad ya ku di nav partiya me de, gelek tiştên yekemîn pêk aniye. Yekemînbûna her tiştî heye û di jiyana mirovan de şopên nayên jibîrkirin dihêlin. Ji ber ku ya yekemîn cewher in. Ya yekemîn li pêş de, pêşeng e di warê zeman, mekan û wateyê de heqîqeta li pêşiya yên din e. Ji ber vê jî di jiyana civak û mirovan de, êş, dijwarî, veqetîn û dûrketina yekemîn nayê jibîrkirin û bextewarî, hezkirin, kêf û tiştên tên jiyîn ên yekemîn jî nayê jibîrkirin. Di nav qonaxên geşedanê de yên yekemîn xwedî naverokeke wisa ne ku encamê jî eşkere dikin. Ji ber vê jî fêmkirina yên pêşîn û watedarkirina yên dûre jî gelekî girîng e. Heke em dixwazin îroja tevgera azadiya jinên Kurdistanê fêm bikin, divê em lêbikolin di dîroka wê de çi hene û kî çawa jiyane. Ev jî bi fêmkirina kesên pêşîn beşdar bûne re dikare were fêmkirin. Ji ber ku fêmkirina encamên çawaniyê, bi fêmkirina nêrîna ku ew afirandiye û bi fêmkirina feraseta karakter û jiyanê tê fêmkirin. Her diyardeya ku geş dibe, ji bandorên din ên derve tesîrê digire lê di ya esasî de di bin bandora karakterê xwe yê cewherî de ye. Destpêka têkoşîna me ya azadiyê heval Sara ye. Cewhera wê karakterê heval Sara ye. Di vir de gelekî girîng e ku mirov cewhera di destpêkê de, girêdayîna bi şoreşê, cesaret, dilpakî, exlaq, hevaltî û feragata ji xwe bibîne.  Mirov dikare wisa binirxîne ku tevgera azadiyê ya jinan di nav cewherekî wisa de teşe digire û di nav vejînê de careke din biafire.  Geşbûna pêşketina têkoşînê, wekî geşbûna tovekê tovê azadiyê xurt kiriye, ew mezin kiriye û gihandiye. Rêxistinbûna komek ciwanên Kurdistanê yên di bihara temenê xwe de ne, bi derbasbûna demê re bûye rêxistinbûna kesên wekî evînê bi azadiyê hatine girêdan û herî zêde jinên ku pêdiviya wan bi azadiyê hene, di nav partiyê de cih girtineû roj bi roj zêdetir bûne. Di şertên wisa de cesareta ji bo têkoşîn û azadiyê gelekî bi qîmet û watedar e. Hevalên jin ên di warê tevlêbûna hevalên pêşîn in, di şertên herî giran de jiyane, li hemberî jiyaneke erzan û kevneşopî şehadeta bi qehremanî ya di temenekî ciwan de tercîh kirine. Di dema têkoşînê de ew dibin çavkaniyên me yên hêzê, hucreyên me yên mak ên sereke, heqîqet, nirxên me  û rastiyên me yên cewherî yên ku divê em berê dil û mejiyê xwe bidin wan. Em milîtanên di nav tevgera azadiyê de, di warê pênasekirina bi kûrahî ya nasnameya xwe, analîza kesayetiya jinê û xwezanînê de pirsgirêkên me hene. Ji ber vê jî ji bo ku em rabirdû, îroj û dahatûya xwe baş binirxînin em bersiva pirsên divê mirov çawa bijî, çi bike û ji ku dest pê bike, dikare di dîroka xwe de bibînin.  Di vî warî de ya ku jin bîra xwe diafirîne û xwe nas dike, karibe tiştên ku hatine serê wê têkiliya wê bi dîrok, civak û diyardeya di nav jiyanê de ava bike û hewldana wê ya ji bo xwe karibe peyv, pênase û dîrokê de biafirîne jî, xwedî nirxekî azadîxwaz e. Heval Sakîne Cansiz di nav têkoşîna me de hêza avakara gelek tiştên yekemîn, pênasekar e û wateya van tiştan zêde dike.  Ew tevlî kongreya pêşîn bûye, li hemberî dijmin berxwedaneke efsanewî nîşan daye, ne li hemberî serweriya mêran û ne jî li hemberî paşverûtiya jinan stûyê xwe xwar nekiriye, li hemberî bêedaletî û neheqiyê têkoşiyaye û bi ser rûyê zaliman de qiriyaye. Dema ku tovên azadiyê li her çar parçeyên welatê me hate çandin, heval Sakîne Cansiz jî ji Dêrsimê tevlî nav têkoşînê bû ji roja ku tevlê bû têkoşîneke çalak meşand. Heval Sakîne Cansiz ji roja pêşîn ku tevger nas kir, bi hewldaneke mezin li hemberî malbat û hemû kesên li dora xwe şere kir. Wê bi xurtî rastiyên ku jê bawer bû parast, şerê rastiyên ku jê bawer bû kir û ji bo ku van rastiyan têxe pratîkê li Îzmîrê ya ku dûrî axa wê ye, li fabrîkeyên meşrûbatan û atolyeyên konfeksiyonan ên ku keda mirovan lê dihatin mêtin xebitî. Armanca heval Sakîne perwerdekirina jinen kedkar ên di van fabrîkeyan de perwerde û rêxistin bike. Wê bi helwest, dîsîplîn û bîra xwe di nava demeke gelekî kurt de gelek jin rêxistin kir. Bi kêmanî bala van jinan kir tiştekî siyasî û lêgerîna wan xurt kir. Heval Sakîne bi hewldaneke mezin têkoşîn geş kir û xwest têkoşînê bike civakî. Tax bi tax geriya û komeke ji heftê kesan pêk tê ava kir. Mal bi mal geriya perwerdehî da. Dema ku mirov şertên tevgera me û rastiya civaka wê bide bala xwe, wê were dîtin ji bo ku jinên Kurdistanê tevlî nav têkoşîna hebûnê ya gelan bibe tu derfet tune, tu kes bawer nake ku wê têkoşîn bi ser nekeve û piçikek be jî hêvî nemaye. Di nav van şertan de nabe ku mirov bi awayekî edetî nêzî van tiştan bibe. Di salên pêşîn de, heke gelekî ne kûr be jî jinên ku derdikevin derveyî qalibên jiyanê, sînorên hatine diyarkirin û rola xwe ya civakî û bi derbaskirina van sînoran dema tevlî nav têkoşîna hebûn û azadiyê de cih digirin, xwedî wate û nirxekî mezin e. Wekî rastiya civakî ya Kurdistanê, di civakeke wisa de ya ku feodalîte jî bi kûrahî tê jiyîn,dema jin derdikeve derveyî qalibên jiyan û kesayetiyê ya ku jê re hatiye diyarkirin û nirxên kevneşopî yên di nav civakê de hilweşiyan û hevsengên paşverû hejand.  Pêşenga vê helwesta bi esalet heval Sakîne Cansiz bû. Li zindanan jî berxwedana pêşîn a li hembrerî metodên dermirovahiyê Çileya 1981’an de ye. Di wê demê de hejmara hevalên jin li gorî hejmara hevalên mêr kêm be jî, hevalên jin bi awayekî çalak tevlî nav berxwedanê bûn. Heval Sakîne Cansiz li hemberî her cureya êşkenceya dijmin bi rûmet û serbilindî li ber xwe da û vê tiştî di nav gel de bandoreke erênî ava kir û berxwedana wê belav bû. Heval Sakîne ji Endamtiya Komîteya Navendî û Endama Damezirîner a PKK’ê dihat darizandin û wê parastineke siyasî kir. Ji serî heta dawiyê li hemberî dijmin helwesta xwe ya bi rûmet û şoreşgerî domand. Gelek dayikên welatparêz navê Sakîne dan zarokên xwe û hevalên ku di wê demê de tevlî nav têkoşînê bûn, navê xwe kirin Sakîne. Heval Sakîne bi qasî helwesta xwe ya zilm li ser rûyê celadan qîriya, bi helwesta xwe ya di nav avadaniya jinan de, di berxwedana zindanan de jî xwedî aliyekî diyarker e. Heval Sakîne bi helwesta xwe ya bi heybet, bi rûmet û serbilindî di nav hemû hevalan de bû çavkaniya hêzê, di perwerdehiyan de û bi metodên cihê yên ku wê ava kiribû, hevalên jin li jiyanê girêda. Ji xebatên perwerdehiyê, heta xebatên şanoyê, ji xebatên nivîsan heta hemû qadên jiyanê di her warî de pêşengtî ji hevalan re kir. Vê berxwedana hevalên jin bi qasî girseya giştî bandoreke kûr li ser jinan jî kir. Heval Sakîne zû dest bi vê rêyê kir, ji azmûnên herî dijwar derbas bû, bû murîda herî bedew a dergaha evînê. Rêbertiya me digot ‘Êrişa li Sakîne hatiye kirin, li min hatiye kirin’ û wê jî jiyan û rastiya têkoşînê derxist holê.

Hûn hevrêtiya Rêbertî ya bi Sakîne Cansiz çawa dinirxînin? Rêbertî Sakîne Cansiz wekî rêbertiya jinan pênase dikir, hûn vê pênasekirinê çawa dinirxînin? 

Zehmet e ku mirov hinek girêdan û teşeyên têkiliyê bi zimanekî analîtîk vebêje. Mirov dikare qala hîs û tiştên tîne bîra mirov bike lê bi giştî îfadekirina wê gelekî zehmet e. Têkiliya di navbera Rêbertî û heval Sakîne di mil û mejiyê jinan de cih girt. Bû girêdaneke pîroz. Têkiliyeke gelekî xwezayî, mînaka herî nadîde ya hevrêtiya Rêbertî û jinan, parvekirina herî watedar bû ya ku bi kedeke mezin hatibû avakirin. Girêdana heval Sakîne ya bi Rêbertî gelekî cihê bû. Bi ferasetên keleporî zehmet e ku mirov vî tiştî fêm bike. Beriya her tiştî jinan xwe di Rêbertî de dîtine, kesayetiyeke wisa ye nasname, êş, pirsgirêk, hezkirin, serkeftin, çanda xwe di xwe de analîz kiriye û xwe ji nû ve ava kiriye. Evîna Rêbertî di dil û mejiyan de cih girtiye. Dilên ketine bin bandroa qalibên herî paşverû yên şovenîzmê, nikarin vî tiştî fêm bikin û wê ji xeta wê derdixînin. Lê êdî divê were fêmkirin. Ev ji evînên klasîk wêdetir, di agirekî azadiyê yê herî nû de hatiye ceribandin û hatiye pîrozkirin. Evîn û hevrêtiya Rêbertî di nav xwe de wateyên kûr û heqîqetê dihewîne.  Heval Sakîne Cansiz bi jiyan û têkoşîna xwe diyar kir ku rêgezên hevaltiya jinan a bi Rêbertî re heye û ev rêgez danî holê. Heval Sakîne hevaltiya bi Rêbertî pêk anî. Ew hevala rastîn a Rêbertî bû. Ew jineke evînê bû. Sakîne Cansiz ji bo hevaltiya bi Rêbertî re, mînaka herî zelal û eşkere ye. Rêbertiya me jî heval Sakîne bi awayekî herî bedew pênase kir. Got ku têkoşîna wê têkoşîna azadiyê ya jinan e. Diyar kir ku têkoşîna azadiya jinan, bi keda wê hêdî hedî hate avakirin.  Rêberbûn tê wateya ku li pêş be, bi behremendiyên xwe rê nîşanî civak, helwest û tevgeran bike. Tê wateya rêzanî û rêxistinkirinê.  Heval Sakîne li her derê karibû bibe Rêber. Rayeya wê hebe yan jî tunebe, ji wê re qet ferq nedikir.  Ew rêbereke jinan a xwezayî bû.

We navê Sakîne Cansiz cara pêşîn kîngê bihîst, naskirina we ya pêşîn çawa çêbû?

Hin jiyanê de hin mirov hene, di hevdîtina pêşîn de dilê mirovan germ dike, dibin sedema meraq û daxwaza naskirinê.  Belkî mirov wê demê baş nizane çima dilê we lê germ bûye û hûn dixwazin wê nas bikin. Lê dema mirov sedemên wê nas dike, bi fêmkirinê re mirov bêtir jê hez dike. Dema ku min cara pêşîn heval Sara dît, ev hîs bi kûrahî jiyabû. Bi hezaran kîlometreyan dûrî welatê me ew jineke welatê çiyayan bû lê min heval Sara li welatekî behrê nas kir. Nîsana 1998’an bû. Tevî heval Nûda û Ferda yên ji qada Rêbertî hatibûn kampa me ya perwerdehiyê û Rêbertî ew peywirdar kiribûn. Ligel ku di wê demê de baş bi sedema wê nizanibim jî, bi qasî di nav demê de min fêm kir, min hîs kiribû ku wê cihê heval Sara di jiyana min de cihekî cuda be. Hevdîtina me ya duyemîn di Kanûna 1999’an de di dema Kongreya 7’emîn de pêk hat. Heval Sara wekî ku em hevalên hev salan in, ji dil ez hembêz kir. Min di dema kongreyê de ew ji nêz ve nas kir. Awirên wê yên ku dixwaze mirovan ji kûr ve nas bike, helwesta xwe ya serbilind, wê zanîna xwe veguherandibû jiyan û tevgerên xwe, esaleta wê ya xweser bandor li min kir. Di dema kongreyê de carinan min ji nêz ve, carinan jî min ji dûr ve heval Sara temaşe kir. Pora we ya kurîşkî ya sor a ku wekî teyîsandina dilê wê yê anarşîst bû, jixwebaweriya wê, peyvên wê yên têkilî bi dilê mirov datanî, helwestên wê yên rêgezî, di dilê min de şopeke kûr hişt. Guhdarîkirina li wê bi rastî jî gelekî bedew bû. Di têkiliyên bi mirovan re gelekî pêşketî bû. Têkoşerî û şervaniya wê aliyên wê yên herî diyarker bû. Piştî li cihê kongreyê, me perwerdehiya kadroyê dît. Di wê pêvajoyê de min rojên gelekî xweş bi heval Sara re derbas kir. Min bi wê re ji spora sibehê hez kir. Min gihayên pêşîn bi wê re berhev kir, bi hev re em çûn kuwarkan, di vî warî de ez gelekî bêkêr bûm lê heval Sara bi sebreke mezin nîşanî min da, divê mirov çawa kuwarkan berhev bike û navê gihayan hînî min kir. Bi navê baxçeyê evînê, holikeke dêliyê çêkiribû, kulîlk lê çandibû, li ser maseya xwe ya ji daran çêkiribû, li radyoya xwe guhdarî dikir, difikirî, nîqaş dikir û dinivîsand.  Ferhat (Osman Ocalan) di wê demê de li wir bû. Wî xeta xwe ferz dikir.  Di wê demê de wî dixwest xeta Rêbertî, xeta azadiya jinan û rêxistinbûna jinan pûç bike.  Heval Sara li hemberî Ferhat û xeta tasfiyekar a teslîmîyetkar em hişyar dikir, bi bîr û înata azadiyê têdikoşiya. Di vir de ez dixwazim qala bîranîneke xwe bikim.  Dema ku em li dibistana kadrotiyê bûn, ji bo nîqaşkirina noteke hevdîtina bi Rêbertî re, dibistan kom bûbû. Ferhat di komîsyonê de bû. Wî anî ziman ku em careke girêdayî Rêbertî ne lê ew ji ber biratiyê du caran girêdayî Rêbertî ye. Wê demê bi heyecana ciwantiyê, bihistyarî û radîkaliyê em û çend heval em rabûn me diyar kir em vê rewşê qebûl nakin û me rexne kir. Wî jî bersiv da û got “Hûn çi bikin jî ew birayê min e’. Em ne li benda bersiveke wisa bûn, me nezanî em bibêjin çi û em li cihê xwe rûniştin. Heval Sakîne bi hewara me ve hat. Bêyî ku Ferhat mafê axaftinê bide wê, ew rabûya pêyan û got “Tu nikarî îradeya van ciwanan nebînî. Rexneyên wan rast in’ Ferhat jî peyva wê birî û got “Jixwe problemeke te heye ku tu zêde dibî îrade’. Heval Sara dema got “Heke Mazlûm û Kemal li vir bûne, we yê nikaribû tiştekî wisa bikira’ lê Ferhat lê guhdarî nekir, perwerdehî qedand û derket. Heval Sara nesekinî û da bû pey Ferhat.  Li pêşiya şikefta li Dola Kokê bi qîreqîr da peyw î. Ferhat wisa bi lez direviya, hêjayî dîtinê bû. Heval Sara nehişt ne ew û ne jî hevalên wê biçûk werin dîtin. Ji ber vê her dem dibû hedef. Ew carinan ditengijî lê serbilindiya têkoşînê û înata wê di rûyê wê de xuya dibû. Belkî tişta ku ew qasî jê dihat hezkirin ev bû. Wê şoreşgerî, têkoşîn, evîna Rêbertî û azadiyê di dil û mejiyê de xwe de afirandibû û vî tiştî li ser rû, tevger û têkiliyên wê şop hiştibû. Dema ku mirov tevî heval Sara di heman mekanî de bû, hîsa azadiyê bi mirov re çêdibû. Gelek aliyên ku mirov bi salan ji kesî re û ji xwe re qal nekiriye, li ba wê derdiket holê. Heval Sara baweriyeke wisa diafirand, mirov fêm dikir. Di pêvajoya perwerdehiya dibistana kadro de, min herî zêde ji heval Sara, ji jiyan û helwesta wê hînî PKK’yîbûnê bûm. Kena wê ya wekî kulîlkekê, behremendiya wê ya di pratîkê de, berpirsyariya wê ya perwerdekirina xwe û hevalan, dîsîplîna wê, hêza wê ya parvekirina bi mirovan, şopên karaktera wê ya li ser jiyanê bû. Bêyî ku nezaniya mirov bide rûyê mirov û mirov biçûk bice, hewl dida tiştekî hînî mirov bike. Dema min li wê dinihêrî didît ku PKK’yîbûn çawa li jinekê tê û jiyanê çawa bi bedewiyê dîsîplîn dike. Wê hezkirina ji ax, welat, çiya, jiyan û jinan nîşan da. Ez ji wê hîn bûm ku felsefeyeke jiyanê ya gerîla heye, dijwarî û bedewî karakterekî jiyanê ye û ji bo vê jî çi dibe bila bibe şerê ji bo vî tiştî bi rûmet û xweş e. Ew Apoyîyeke rast bû, ew ji dil tevlî avabûan PKK’ê, geşbûn û guherîna wê bûbû. Ew jineke wisa bû wê sînorên xwe derbaskiribû. Dema ku sînorên xwe derbas dikir, ew ji ser xwe nediçû, dema ku wê hêz didît jî xwe winda nedikir. Ew di hemû qadên vê têkoşînê de xebitî. Wekî rêveber, fermandar, şervan û dîplomat tevlî nav têkoşînê bû. Di her şertî de wê sadebûn, mutewazîûn, têkoşîna ji bo rastiyên ku jê bawer e û xetên sereke yên kesayetiya xwe tu carî winda nekir. Wê pîvanên xwezayî yên hezkirinê, dilkêşiya azadiyê di dilê xwe gihand û wekî tov da me. Ez nikarim çavê wê yê wekî avê zelal, awirên wê yên wekî ku kûrahiyên dîrokê ji te re aniye tu carî nikarim ji bîr bikim. Her peyv û hevoka wê ji êş, dijwarî û parvekirinên herî bedew hatibû parzûnandin, zelal bûbû û wateyek wergirtibû. Bicihbûna wê ya di nav têkoşîna azadiyê de, ketibû nava hev. Nabe ku mirov heval Sara ji têkoşînê û têkoşînê jî ji heval Sara cihê binirxîne. Piştre me her dem da dû heval Sara. Carinan bi demkurtî me hev dît. Herî dawîn li Gabarê dema ku berf zêde dibariya dema ji bo kampê em çûbûn êzingan, min di radyoyê de bihîst heval Sara li Parîsê hatiye qetilkirin. Di wê roja sar a zivistanê de agir bi dilê min ket. Kî dikare vî dilê bedew û jina azad tune bike. Sal jî ji ser derbas bibe, ew di dilê me de ye.  Ew bi nasnameya jinên azad, bi aliyên herî bi rûmet, esîl û zindî yê nasnameya PKK’ê her dem bi me re ye. Yên ku dibêjin qey bi qetilkirina heval Sara ew ê karibin wê bikujin, şaş difikirin.

Armanca qetlîama 9’ê Çileyê çi bû? Çima Sakîne? Gelo mirov dikare girêdanên we yên dîrokî û aktuel çawa şîrove bike?

Di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê qetilkirina heval Sakîne Cansiz, Rojbîn û Ronahî wekî qetlîama modernîteya kapîtalîst diyar bike, wê pênaseya herî rast be. Jixwe Rêbertiya me, qetilkirina heval Sakîne wekî Qetlîama Dêrsimê ya duyemîn pênase kir. Bi qetlîama Dêrsimê re nirxên cewherî yên gelekî, hebûn, çand, exlaq û mirovên herî bedew bûn hedef. Hate xwestin ku helwestên wê yên asî, berxwedêr û stûyê xwe xwar nake, were qirkirin. Xwestin bi rûmeta gelekî re bilîzin. Bi heman polîtîkayên xwe yên qirkirinê li bajarê Parîsê yê Ewropayê, bi nemerdî û xayînî heval Sakîne kirin hedef. Wateyên dîrokî û aktuel ên vê êrişê hene. Ji ber ku heval Sakîne ji Dêrsimê bû, ji bo ku nebe jineke winda ya Dêrsimê wê li ber xwe dida,  dewleta mêtinger çi dikir jî nekarî wê ji Dêrsim û Dêrsimbûnê dûr bixîne. Cewhera vê mirova bedew bi Rêbertî û rastiya PKK’ê bêtir bedew bû û wateyek wergirt.  Têkiliya zexm a di navbera Rêbertî û Sakîne Cansiz de bi salan bi ked, hezkirin û bîrê hatibû avakirin. Ew mînaka herî şênber a nasnameya jina azad  bû. Bi vî karakterê xwe wê dianî bîra mirov ku dijin derewkar û sixtekar e û dijmin çi jî bike wê nikaribe cewhera mirov xerab bike. Li ber çavan Sakîne hebû lê di wir de Rêbertî kiribûn hedef. Jina azad a ku Rêbertî ava kiribû, kirin hedef. Ji jina azad a ku Rêbertî ava kiribû, tirsiyan. Divê sûîkasta li hemberî Sakîne wekî bûyereke ji rêzê neyê nirxandin. Êrişa li hemberî heval Sakîne, êrişeke bi plan bû. Heval Sakîne bi taybet kiribûn hedef. Dema ku heval Sakîne kiribûn hedef, Rêbertî kiribûn hedef. Çawa ku ji bo mirov civakekê ji holê rake, divê mirov bîra wê civakê ji holê rake, bi qetilkirina heval Sakîne re, xwestin derbê li bîra rêxistinê bixin. Rêbertî ev qetlîam ji bo xwe wekî sedemeke şer binav kir û îfade kir ku ev qetlîam ji ya di şerê cîhanê yê yekemîn de dema ku welîaxtê Evûstûryayê bi sûîkastê tê kuştin, girantir e. Wekî ku tê zanîn di wê demê de dewleta Tirk hinek heyet dişand ba Rêbertî û hevdîtin dihatin kirin. Rêbertî ev tişt wekî komploya Gladîo bi nav kir.  Ligel ku berdêla wê gelekî giran bû, Rêber Apo bi tarza xwe ya tişta dijmin dixwaze pêk naye, hevdîtin domand û pêngava tolhildanê da destpêkirin. Wî têkoşîna heval Sakîne wekî têkoşîna azadiya jinan pênase kir û got ‘Ez ê teqez hesabê vî tiştî bipirsim’ Dema ku ev hevdîtin hatin domandin, Rêbertî ev tişt kir wekî hesappirsîna ji dewlet û kujeran. Me YJA Star jî diyar kiribû yek ji sedema bingehîn a têkoşîna me ev e ku em hesabê Qetlîama Parîsê bipirsin. Xebatkarên MÎT’ê yên ku ev êriş pêk anibûn, ji aliyê yekîneyên tolhildanê yên Sakîne Cansiz hatin girtin. Bêguman ev nayê wateya ku tola heval Sakîne hatiye stendin. Heta ku em li jiyanê bin em ê tola vî tiştî bistînin. Wê ji ber qetilkirina heval Sakîne berdêleke giran bidin.

Sakîne gotibû ‘Jiyana her dem şer bû’ û serboriya xwe ya jiyanê vegotibû. Ev tişt ji bo têkoşîna jinan bû şîareke çawa û divê bibe şîareke çawa?

Wateya jiyanê di wateyên ku mirov daye wê de veşartî ye. Wateyên ku jineke azad a wekî heval Sakîne ava kiriye, hingî pir in, peyv têr nakin û vegotina wê jî zehmet e. B rastî jî gelekî zor e ku mirov karibe heq ji vegotina nasnameyeke wisa derkeve.  Lê wekî deynekî hevaltiyê ye, sedemeke me ya têkoşîn û jiyanê ye. Dema fikr, dil û bedena mirov di nav sînorên ku li ber te hatine xêzkirin de dimîne, tu nikaribî ji wê xeleqê derkevî û biçûk bibî, jiyan wê demê dibe tiştekî ku xwe dubare dike, dibe tiştekî mekanîk û jiberkirî, wê demê ev bêwatetî ne aîdî te ye. Tu yê bixwazî wekî barekî vî jiyanê hilgirî. Dema ku tu dibînî tu vî tiştî dibînî, bi zehmetî bijî. Berevajî vî tiştî dema tu van sînoran derbas dikî, dikevî nav çalakiyeke lêgerîn û afirandinê, çi dema ku tu bikevî jî tê wateya ku tu dibî xwedî per û bask û difirî. Nexwe jiyana te watedar e. Heyecana afirandina wateyên nû, coş û zewqa wê, wekî evînekê te dora te digire û wekî ku tu difirî û li dora xwe ronahiyê belav dikî…Dema li heval Sakîne difikirim, ligel hemû dijwariyan, ez li heyecana ku girêdayîna bi Rêbertî ya wekî evînê, wate, azwerî û çirûskên wateyê yên li dora xwe belav dike, tên bîra min. Wê sînorên li ber xwe derbas kir, xwedî feraseteke her dem wêdetir, li ketinên xwe asê nedibû û ew dileke azad bû. Jiyana wê her dem şer bû. Wê bi xwe, bi dîrokê, mêr, jin, paşverûtî û bi kesên herî jê hez dikir jî şer dikir. Heval Sakîne gelek wate ji me re hişt. Lê herî zêde hêza ku girêdayîna bi Rêbertî ya wekî evînê nîşanî me da. Wê hînî me kir ku kî ji rêya xwe vegere, ew ji rêya evînê venagere. Ew manîfestoyeke jiyan û şer bû. Her jinê nakokiya di navbera tiştên dizane û dike dîtiye û hîs kiriye. Heval Sara ev nakokî ji kûr ve didît. Ferqa wê jî ev bû ku wê ev tişt dikir hêzeke têkoşînê û tişta ku dike jî li gorî zanîna xwe rêxistin dikir. Afirandina nasnameyeke jinan, di têkoşîna me de girêkên me yên bingehîn in. Min di heval Sakîne de avakirina pira parçebûyî ya diçe mejî û dilê me dît. Bi rastî jî  hin sedem hene ku nahêle em ji bo rastiyên ku ji bo wê şer dikin, bibin yek. Heval Sakîne diyalektîka hestiyarbûn û hayjêbûna têkiliya ku qut bûyî ya di navbera hest û fikrên me,  ava dike û nîşanî me dide. Dibêje ji dil hîs bikin, pira hîsan a di navbera tiştên hûn dizanin û dikin ava bikin. Baş e ku min ew nas kir. Baş e ku ez bûm şahida dema wê. Em ji wê hîn bûn ku mirov jiyana xwe dide xeyalên xwe. Em jê hîn bûn çi bibe jî divê mirov dev jê bernede.  Wê hînî me kir di vê dinyayê de jiyana herî bedew jiyana PKK’ê ye û hevaltiya herî bedew hevrêtiya PKK’ê ye. Tişta ku Sakîne ji me re hişt, li ser rêya evînê helwesta serbilind a wekî çiyayan e. Sakîne Cansiz evîna azadî û jiyana watedar e. Jiyîna evîna ku berê xwe da hedefa xwe ya azadiyê û afirandian nirxên civakî wê bibe bersiva herî watedar ku em bidin heval Sakîne.