Sabrî Ok: Temenê faşîzma AKP-MHP'ê diqede

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok diyar kir ku di encama têkoşîna tevgera azadiyê de faşîzma AKP-MHP'ê gihîştiye ber tunebûnê û got, "Tenê maye ku eniyeke xurt a demokrasî û muxalefetê ya bi îrade û perspektîf bi rola xwe rabe."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, biryara Konseya Ewropayê ya têkildarî Abdullah Ocalan, rewşa heyî ya faşîzma AKP-MHP'ê û hewlesta PDK'ê ji ANF'ê re axivî.

Sabrî Ok bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêzî 23 sal in li zindana Îmraliyê dîlgirtî ye û got, "Sîstema Îmraliyê sîstemeke gelekî taybet e ku ji aliyê hêzên komploger ên navneteweyî ve hatiye avakirin û dewama komployê ye."

'DYE Û EWROPA JI SÎSTEMA ÎMRALIYÊ BERPIRSYAR IN'

Sabrî Ok got, "Dema ku Rêber Apo anîn Îmraliyê, yek ji kesên ku ew pêşwazî kir bi navê Konseya Ewropayê jinek bû. Vê jinê ji Rêber Apo re ragihand ku wê bi baweriya ji wan li vir be, rewşê bişopîne û dem bi dem karibe hevdîtinan bike. Bi rehetiya ku di komployê de cih digirt jina Ewropî bi vî rengî diaxivî. Ji xwe yên ku komplo plan kirin û pêk anîn DYE û Ewropa bûn. Yên ku şert û mercên niha Rêber Apo tê de ye û ji sîstema Îmraliyê berpirsyar in ev hêz in. Di şexsê Rêber Apo de li Îmraliyê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û hiqûq her roj tê binpêkirin. Tevî ku parêzerên Rêber Apo gelek caran serî li CPT dan, gel û dostên Kurdan di serî de li Ewropayê li çar aliyên Kurdistanê û cîhanê timî rabûn ser piyan jî Konseya Ewropayê û CPT ti pêkanîn li ser dewleta Tirkiyeyê ferz nekirin û xwedî li pîvanên xwe yên demokrasiyê û hiqûqê dernerketin. Ev yek jî li nava Kurdan bû sedema nerazîbûneke mezin."

'YA GIRÎNG EW E KU KONSEYA EWROPA WÊ ÇIQASÎ ISRAR BIKE'

Sabrî Ok bi bîr xist ku serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û saziyên pêwendîdar a li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê piştî 7 salan kete rojevê û got, "Bêguman ev yek ne ji ber hurmeta li demokrasî û mafên mirovan bû. Navê xwe Konseya Ewropayê jî be, navê xwe Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî be nêzîkatiya xwe ya li gelê Kurd û Rêber Apo bi giranî li şûna helwesteke hiqûqî, nêzîkatiyeke polîtîk e. Bêguman car carna pîvanên hiqûqê jî bi cih aniye. Ji niha û pê ve ya girîng ew e ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di kîjan astê de giraniyê li Tirkiyeyê bike, zextê lê bike û di vê yekê de israr bike. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê xwedî li biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya beriya niha derketiye. Yanî xwestiye ku mafê hêviyê yê têkildarî cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li gorî biryara DMME'yê sererast bike. Ev bi temamî negirîng nîne. Lê belê ya bi esasî girîng ew e ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bi xurtî xwedî li biryara xwe derkeve û zexteke cidî li dewleta Tirkiyeyê bike. Naxwe eger biryar di asta gotinê de bimîne wê di pratîkê de bersiveke xwe nebe. Lê belê ya bi esasî girîng ew e ku gelê me ji bo azadiya Rêber Apo di asta siyasî, dîplomatîk, hiqûqî û civakî de li her qadê li ser piyan be û têkoşînê bi biryardarî dewam bike."

'FAŞÎZMA AKP-MHP'Ê WÊ DI BINÊ PÊVAJOYÊ DE BIMÎNE'

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok di dewama axaftina xwe de bal kişand ser rewşa heyî ya faşîzma AKP-MHP'ê û bi bîr xist ku AKP nêzî 20 sal in li desthilatdariyê ye û 5 salên dawî jî bi koalîsyona bi MHP'ê re desthilatdariya xwe dewam dike.

Sabrî Ok anî ziman ku faşîzma AKP-MHP'ê îro bi cîhanê re di nava pirsgirêkê de ye û got, "Bi qasî hêza xwe têrê dike û destê xwe digihêje, faşîstên DAÎŞ û El Nûsra dişîne her deverê û tevlîheviyê dike, pirsgirêkan diafirîne. Bi taybetî bi dagirkirina Sûriyeyê re ketiye nava çiraveke mezin. Ji bilî AKP'ê, kesek xwedî li çeteyên El Nûsra û DAÎŞ'ê dernakeve, wan di bin navê cuda de li hev nacivîne û piştgiriyê nade. Bi deh hezaran çeteyên DAÎŞ'ê yên faşîst û versiyonên wan ên cuda ji aliyê faşîzma AKP-MHP'ê ve tên komkirin, birêxistinkirin û fînansekirin. Bi destê çeteyên faşîst dagirkirina xaka Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, desteserkirina xaka Sûriyeyê ji bo vê gavê weke serketinekê xuya bike jî rewşeke welê ye ku di pêvajoya bê de faşîzma AKP-MHP'ê wê nikaribe ji binî rabe. Faşîzma AKP-MHP'ê ya dagirker û talanker ji Lîbyayê heta Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê xitimî ye. Bi hêzên navneteweyî hemûyan re xwedî pirsgirêk e. Di navbera DYE û Rûsyayê de diçe û tê, lê di vê polîtîkayê de jî gihîştiye ber dawiyê. Li qada navneteweyî û di nava gelan de hurmeta xwe nemaye. Li hundir jî timî kêm dike û her roj bi pirsgirêkên giran ên aborî, siyasî, civakî û psîkolojîk re rû bi rû dimîne. Faşîzma AKP-MHP'ê ku salên dûr û dirêj Tirkiye weke şîrketeke malbatê bi rê ve bir, ketiye pêvajoya ji hev ketin û têkçûnê." Ji nerazîbûna muxalefetê ya civakî, ji îradeya gel gelekî ditirse. Ji ber vê yekê bi rêbazên herî tund û faşîst li ber nerazîbûneke biçûk a civakî radibe û hewl dide pirsgirêkan hemûyan bitepisîne û desthilatdtariya xwe bi vî rengî dewam bike. Ji aliyê siyasî ve ji desthilatdariyê ketiye. Bi zext û zordariyê desthilatdariya xwe dewam dike. Ya herî girîng jî aboriya Tirkiyeyê tevizî ye. Di vir de bêguman berxwedana gel û tevgera me diyarker e."

Sabrî Ok destnîşan kir ku têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê gelek tişt bi gelên Tirkiyeyê daye qezençkirin û got, "Eger artêşa Tirk îro têk çûbe, li pêşberî faşîzma AKP-MHP'ê jî bêîrade û bêhal mabe ev yek encama têkoşîna me ye. Niha kîjan hêz bi bernameya çareseriya pirsgirêka Kurd û demokrasiyê dixwaze tevbigere û xwedî îrade be, niha tam dema wê ye. Li hemberî wan êdî ne burokrasiyeke hişk a mîna berê heye, ne jî artêşeke ku li ser her tiştî serwer e, heye."

'TENÊ MAYE KU ENIYA MUXALEFETÊ BI ROLA XWE TEVBIGERE'

Sabrî Ok diyar kir ku PKK'ê tiştên bi vî rengî girîng bi gelên Tirkiyeyê daye qezençkirin û wiha dewam kir, "Faşîzma AKP-MHP'ê her çend bi armancên Împaratoriya Osmanî tevdigere û di polîtîkayên desteserkirinê de israr dike jî zemîna ku li ser rûniştiye, rewşa aborî û hêza wê têra vê nake. Lewma wê li Lîbyayê jî, Sûriyeyê jî, li Rojava jî teqez têk biçe. Hîn jî li nava civaka Tirkiyeyê hewl dide têgihiştinekê biafirîne, bi derewa terorê hewl dide hestên şovenîzmê û netewperestiyê geş bike û li dijî PKK'ê bi ser bikeve. Eger li hemberî PKK'ê û gerîlayên Kurdistanê serketî bûna, ji xwe bi ewqwas bela û pirsgirêkan re rû bi rû nediman. Ji xwe civaka Tirkiyeyê jî mîna berê ne di rewşeke welê de ye ku bê birêvebirin û bi atmosfera neteweperestî û terorê piştgiriyê bide faşîzmê. Di anketan hemûyan de pirsgirêka herî dawî bi gotina wan 'teror' e, pirsgirêka herî girîng jî aborî û demokratîkbûn e. Bi kurtasî mirov ji kîjan alî ve binirxîne, eşkere dibe ku faşîzma AKP-MHP'ê winda kiriye. Niha tenê maye ku eniyeke demokrasî û muxalefetê ya xurt a xwedî bername, perspektîf, bi îrade û berxwedêr bi rola xwe tevbigere. Di vê mijarê de sekn û helwesta HDP'ê gelekî girîng e. Eger CHP xwe ji nêzîkatiyên rojane û konjonkturî rizgar neke wê careke din bibe palpiştê faşîzmê. Lê belê eger li ser çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê biryarê bide, sekneke bi biryar, wêrek û berxwedêr nîşan bide, li gorî vê rol û mîsyonê hilde ser xwe, hingî bi rastî jî wê pêşiya Tirkiyeyê vekirî be. Temenê faşîzma AKP-MHP'ê di kêliya dawî de ye. Rejîma faşîst a heyî wê bi hilbijartineke pêşwest ji desthilatdariyê bikeve, yan jî bi rê û rêbazên cuda, bi provokasyon û zordariyê bixwaze li ser desthilatdariyê bimîne? Ev yek jî bi têkoşîna hêzên çep, sosyalîst, demokratîk û antî faşîst ve girêdayî ye."

'EM PDK'Ê JI TEQDÎRA GELÊ XWE RE DIHÊLIN'

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok bi dewamî hevkariya PDK'ê ya bi rejîma AKP-MHP'ê re nirxand û got, "Tê gotin, 'Dîrok roja me ye, roja me jî paşeroj e'. Ev yek nirxandineke rast e. Ti tiştk tenê bi rewşa heyî nabe ku bê nirxandin. Rabirdûyeke dewleta Tirk a dagirker li dijî Kurdan heye. Dewleta Tirk di her qonaxa dîrokê de dijminatî li Kurdan kiriye. Ev polîtîka polîtîkaya qirkirina civakî, darvekirin, sirgûn û asîmîlasyonê ye.

Kekê Şêx Ehmed Barzanî Şêx Selam sala 1914'an ji aliyê dewleta Osmanî ve hate darvekirin. Dewleta Tirk sala 1933'an Şêx Ehmed Barzanî jî radestî dewleta Iraqê kir, dewleta Iraqê jî ew li Mûsilê hepis kir. Hîn beriya çend rojan Wezîrê Parastinê yê AP'ê Hûlûsî Akar li meclîsa Tirkiyeyê got, 'Kurdistan nîne' û li ser vê yekê pirsa 'Gelo Başûrê Kurdistanê jî nîne?' lê hate kirin. Wî jî weke bersiv got, 'Belê Başûrê Kurdistanê jî nîne'. Gelo rayedarên PDK'ê wê ji vê dîroka darvekirina Şêx Selam heta gotina 'Kurdistan nîne' ya Hûlûsî Akar çawa binirxînin. Em vê yekê ji teqdîra gelê xwe re dihêlin.

Faşîzma AKP-MHP'ê dibêje 'Bila PKK ji Rojava derkeve, sedema nearamiyê ye'; PDK jî bi heman rengî got, 'Heta ku PKK li Rojava hebe têkiliyên me yên bi Rojava re wê sererast nebe'. Faşîzma AKP-MHP'ê dibêje 'Eger PKK nebe karekî me li Başûr nîne', PDK'ê jî got, 'Sedema dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûr PKK ye'. Mejî, ziman, ûslûb û helwest weke hev e.

Tu yê bêjî qey Împaratoriya Osmanî û dewleta Komara Tirkiyeyê qet Başûr dagir nekiriye, qet darvekirin û sirgûn nekiriye. Mîna ku wê demê jî PKK hebû, ku PDK radibe tiştên bi vî rengî dibêje."

Sabrî Ok destnîşan kir ku PDK jî bi heman kiryarên faşîzma AKP-MHP'ê tevdigere û got, "Faşîzma AKP-MHP'ê li Şengalê, Mexmûrê, Rojava keç û xortên Kurd ên berxwedê bi çekên kîmyewî bi zalimane qetil dike û cenazeyên şehîdan nade malbatên wan. PDK jî polîtîkayeke bi heman rengî dimeşîne. Cenazeyên 5 gerîlayên Kurdistanê yên ku li Xelîfanê şehîd xistin radestî malbatên wan nake, mîna dewleta Tirk tevdigere. 5 gerîlayên Kurdistanê yên şehîd hatin xistin di heman demê de ew gerîla bûn ku li dijî DAÎŞ'ê li ber xwe dan. Gelo ev rewşa PDK'ê bi rastî jî li Kurdîtiyê, li welatparêziyê tê? Bi kiryarên dijmin gelo xwe nade aliyê dijmin? Li dijî nirxên Kurdan bi dijmin re tevdigere. Malbatên şehîdan bi mehane li Sêmalkayê kon vedane û cenazeyên şehîdan ji PDK'ê dixwazin. Gelo ev yek ji bo PDK'ê ne rûreşî ye? Divê PDK nema bi nirxên Kurdan, nema bi gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê û PKK'ê re mijûl bibe. Divê têkiliya xwe ya bi hêzekê re li dijî rûmet, hebûn û azadiya Kurdan ava neke."

'HELWESTA BERPIRSYARANE YA XELKÊ ME YÊ BAŞÛR GIRÎNG E'

Sabrî Ok destnîşan kir ku helwesta hestiyar û berpirsyarane ya xelkê Başûrê Kurdistanê girîng e û got, "Ji bo demokratîkbûna civakê, ji bo azadiya jinê, jiyaneke mirovane û rabûna li ber siyaseta nokeriyê divê gelê me hîn bêhtir xwe bi rêxistin bike û xwedî helwest be. Helwesta partî û xelkê me yê Başûr a li dijî dagirkeriya faşîzma AKP-MH'Pê ya li Başûr erênî ye, lê têrê nake. Gelek sazî, welatparêz, kes û kesayetan helwest û nerazîbûn nîşan dabin jî ev helwest hînê rêxistinkirî nîne, giştî nîne. Halbûkî eger dewleta Tirk a dagirker li hemberî gerîla bi ser ketibûya wê bixwasta Hewlêrê dorpêç bike, xwe bigihîne Kerkûkê. Bi deh hezaran çeteyên faşîst belasebep xwedî nake.

Divê gelê me vê xeteriyê bibîne, bi vî rengî xwedî li xaka xwe, nirxên xwe derkeve û li gel berxwedana bi heybet a gerîla ku rûmeta her kesî ye bisekine. Ji bo vê jî dikare meş, mîtîng, civînan û di qada siyasî û dîplomasiyê de gelek tiştan bike. Rewşenbîr, rêxistin, kesayet û gelê me yê hêja yê Başûr li dijî hêzên ku êrişî nirxên Kurdistanê dikin divê têkoşînê mezintir bikin."