SÎNEÇIYA: Li Silêmanî qedexekirina fîlma 'Ji bo Azadiyê'' şermeke mezin e

SÎNEÇIYA a TEV-ÇAND'ê li ser qedexekirina fîlma 'Ji bo Azadiyê'' daxuyanî da û got, ''Bêguman ev yek ji bo komîteya festîvalê şermeke pir mezin e.''

Ekîba SÎNEÇIYA a TEV-ÇAND'ê li ser qedexekirina fîlma 'Ji bo Azadiyê'' daxuyanî da. SÎNAÇIYA di daxuyaniyê de diyar kir, qebûlkirina qedexeya fîlma ku behsa Berxwedana Sûrê dike ji aliyê hunerî û polîtîk ve ne rast e û ne mimkûn e û got, ''Bêguman ev yek ji bo komîteya festîvalê şermeke pir mezin e. 

Fîlma ‘Ji bo Azadiyê’ ku li pênc parzemînên cîhanê, li gelek festîvalan hatiye pêşandan, bi xelatan ve hatiye rûmetkirin, li gelek welatan di salonên sînemayan de hatiye weşandan; mixabin li Kurdistanê, li welatê ku fîlm bi xwe lê hatiye çêkirin, ji aliyê komîteyekî Kurd û li Başûrê Kurdistanê dijîn ve hatiye qedexekirin. Qedexekirina fîlmê pêkanînekî keyfî û nîşaneyekî bêberpirsyariyê ye.''

Daxuyaniya SÎNA ÇIYA a TEV-ÇEND'ê ya derheqê qedexekirina fîlma ''Ji bo Azadiyê'' bi tevahî wiha ye:

''Pêşandana fîlma ‘Ji Bo Azadiyê’ a ku ji aliye Komuna Fîlm a Rojava ve hatibû çêkirin, li Festîvala Fîlmên Enternasyonel a 5. li Silêmaniyê hat qedexekirin. Qebûlkirina qedexeya fîlma ku behsa Berxwedana Sûrê dike ji aliyê hunerî û polîtîk ve ne rast e û ne mimkûn e. Fîlma ‘Ji Bo Azadiyê’, bi vexwendina komîteya festîvalê derbasî beşa pêşbirkê bûye. Komîteya festîvalê, afirînerên fîlmê li Silêmanî kirine mêvan, navê fîlmê li pirtûka festivalê û li bernameya festîvalê  nivîsandine lê bele bêyî sedemekî biwate û derbasdar ji bernameya pêşbirkê derxistine û jê wêdetir; nehiştine ku pêşandana fîlmê jî bê çêkirin. Bêguman ev yek ji bo komîteya festîvalê şermeke pir mezin e. 

Fîlma ‘Ji Bo Azadiyê’ ku li pênc parzemînên cîhanê, li gelek festîvalan hatiye pêşandan, bi xelatan ve hatiye rûmetkirin, li gelek welatan di salonên sînemayan de hatiye weşandan; mixabin li Kurdistanê, li welatê ku fîlm bi xwe lê hatiye çêkirin, ji aliyê komîteyekî Kurd û li Başûrê Kurdistanê dijîn ve hatiye qedexekirin. Qedexekirina fîlmê pêkanînekî keyfî û nîşaneyekî bêberpirsyariyê ye. Ev yek nîşan dide ku organîzatorên festivalê, komîteya festîvalê û atmosfera siyasî ya li herêmê ne serbixwe ne.

Qirkirina siyasî û çandî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi çi awayî hatibe pêşxistin; mixabin bi tevger û biryarên ku xîzmeta dijmin dike ve li Başûrê Kurdistanê jî tê dîtin. Îro pir baş tê dîtin ku dagirkeriya dewleta Tirk a faşîşt, xwe bi binpêkirina axa Kurdistanê ve bi sînor nake û jê wêdetir; xwe di zihniyet, tevger û çanda qirker de dide diyarkirin. Em qedexekirina fîlmekî ku behsa berxwedan û têkoşîna ciwanên Kurd ên azadîxwaz dike, bi ti awayî ji polîtîka û êrîşên qirker cûdatir nanirxînin. Her wekî din êrîşên dijmin xîzmeta çi bike, qedexekirina fîlmên Kurdî jî xîzmeta heman tiştî dike. 

Fîlma ‘Ji Bo Azadiyê’ ku mijara Berxwedana Sûrê û têkoşîna azadiyê vedibêje; li pêş kamera û li paş kamera, bi tevahiya xebatkarên xwe ve kesên şoreşger in û xîzmeta sinemaya azad û şoreşger dikin. Sînemager, lîstikvan û xebatkarên di vê filme de, di jiyana xwe de jî li hember dagirkeriyê berxwedidin. Ev fîlm ji aliye berxwêdêran ve, bi ziman û çanda cewherî, bi hêz û aborî û keda cewherî hatiye çêkirin. Têkoşîna me ya sinemayê ya li dijî faşizm û mêtîngeriyê ye, hêza xwe ji berxwedêr û şehîdên xwe digire. Çend kesên ku di fîlmê de cih girtine, di şerê li dijî dagirkeriyê de bi qehremantî şehîd ketine. 

Fîlma ku hatiye qedexekirin, ji serî heta binî xîzmeta azadkirina mirov dike. Em bi têkoşîna tevahiya Şehîdên Sûrê ku bi berxwedana xwe bûne mijara fîlma ‘Ji Bo Azadiyê’ serbilind in û li her dewerê piştewaniya belavbûna fikir û ramana wan dikin. Qedexekirina fîlma ku behsa berxwedana azadiya gelan dike, qedexekirina îradeya gelên berxwedêr e. Gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn bi salan e li hember faşîzmê û qirkirinê li berxwe didin. Bê gûman wê zîhniyeta qedexeker û qirker, li hember têkoşîna civaka azad têk biçe. 

Em di şexsa Şehîd Nûcan û Şehîd Çiyager de tevahiya şehîdên azadiyê bi bîr tînin û gotina Şehîd Çiyagerê ku li hember zîhniyeta qirker û qedexeker gotibû tînin bîra we: Çi dibe bila bibe wê encam bêhempa be!''