Rûniştina doza rahîb Bîleçen pêk hat

Rûniştina doza li dijî rahîbê Suryan Sefer Bîleçen hatibû destpêkirin, pêk hat.

Rahîbê Keşîşxaneya Mor Yakûp Sefer (Aho) Bîleçen, li navçeya Nisêbînê ya Merdînê di 10'ê Çileyê de hate girtin, di 14'ê Çileyê de hate berdan, di 16'ê Çileyê de jî îdîanameya li dijî wî hate qebûlkirin.

Rûniştina dozê bi îdîaya "endametiya rêxistinê" li 4'emîn Dadgeha Ceza ya Giran a Mêrdînê pêk hat û Suryaniyan şopandin.

Serokê dadgehê nehişt ku rojnamevan rûniştinê bişopînin.

Bîleçen diyar kir ku kesên hatine cem wî, nizanîbû ku endamê rêxistinê ye yan na, lê belê ji ber baweriya xwe xwarin daye kesên hatine cem wî.

Rûniştina dozê ji bo 3'ê Mijdarê hate taloqkirin.