Rûniştina doza li zarokên Nisêbînê hate vekirin, dest pê kir

Rûniştina sêyemîn a doza li zarokên Nisêbînê yên dîlgirtî hatiye vekirin, dest pê kir.

Rûniştina 17 zarokên di dema êrîşên qirkirinê de li Nisêbînê hatin girtin, dest pê kir.

Rûniştina sêyemîn li Dadgeha 4. a Cezayê Giran a Mêrdînê li malbatan û çapemeniyê girtî pêk tê.

Malbatên zarokên dîlgirtî hê li ediyeyê ne.

QALA ÊŞKENCEYÊ KIRIBÛN

Dadgeriya Tirk di du rûniştinên ewilî de jî nehiştibû malbat û çapemenî bikevin salonê.

Zarokan li pêşberî dadgehê qala êşkenceya zayendî, gef û êşkenceya fîzîkî ya ku di binê çavan de li wan hatibû kirin, kiribûn.