Rûniştina doza 7 jinên piştigirî dabûn Leyla Guven hate taloqkirin

Ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di sala 2018’an de dabû destpêkirin, 7 jin li Amedê tevlî meşa piştgiriyê bûbûn. Rûniştina doza 7 jinan hate taloqkirin.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven di 8’ê Mijdara 2018’an de greva birçîbûnê dabû destpêkirin. Bi hinceta ku 7 jin tevlî meşa ji bo piştgiriya Guven bûne, doz li wan hatibû vekirin. Rûniştina dozê li Amedê hate kirin.

Derbarê Hevseroka berê ya SES’ê ya Şaxa Amedê Gonul Adibellî, Sekretera SES’ê ya Şaxa Amedê Rozerîn Çatak, Hevşaredara Hezroyê Gulistan Ektî ya ku qeyyûm li şûna wê hatibû peywirdarkirin, Hevseroka HDP’ê ya Yenîşehîrê Remziye Sizici, çalakgerên TJA’yê Ceylan Aslan û Emîne Kaya û yek ji damezirînera Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya bi îddîaya ‘tevlî meşa li dijî qanûnan bûne’ û ‘endamên rêxistinê ne’ lêpirsîn hatibû destpêkirin. Rûniştina 9’emîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya 11’emîn hate kirin.

Dozger delîlên heyî têr nedît û xwest ji sûcdariya ‘endamên rêxistinê’ biryara beraatê were dayîn.

Heyeta dadgehê rûniştina bê taloqî 10’ê Adarê kir.