Rûken: Tecrîd şerê taybet e

Endama Koordînasyona KJK’ê Zêrîn Rûken got tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi çarçoweya şerê taybet e.

Endama Koordînasyona KJK’ê Zêrîn Rûken ji bernameya Rojeva Jinê re axivî, got, di navenda Şerê Cîhanê yê 3’yan de bi taybetî gelê Kurd û Ocalan heye.

Rûken şevê dî di Stêrk TV de, di bernameya Rojeva Jinê de li ser rojevê axivî. Rûen got di navenda Şerê Cîhanê yê Sêyan de  bi taybetî Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hene, ji bo vê jî divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîna tecrîdeke mitleq û şerê taybet were dîtin. Rûken got, ‘’Ramanên Rêber Apo mîna atomê pêl bi pêl hemû Rojhilata Navîn û cîhanê dide ber xwe û dibe jiyan. Tirsa hêzên kapîtalîst û dagirker jî ji ber vê tirsa jiyana alternatîf e.’’

Rûken diyar kir, faşîzm ji ber tirsa xwe êrîş aniye û got, li dijî van êrîşan bi taybet divê jin li her deverê li ber xwe bidin. Zêrîn Rûken wiha got, ‘’Bi pêşengiya AKP-MHP’ê hewl tê dayin ku faşîzm were sazûmanîkirin, ji ber ku faşîzm ji pirrenginiyê, pirdengihê hez nake.’’

RÊYA AZADBÛNÊ

Rûken got rêya azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew e ku ramanên Wî li her deverê mirov bide jiyîn û domand, ‘’Di perspektîfên  Rêber Apo de jin, çareseriya problema Rojhilata Navîn û Kurdan heye. Bi qasî ku em ramanên Rêber Apo em bidin jiyîn em dikarin Rêber Apo azad bikin.’’

FAŞÎZM NIKARE LI BER DAYIKAN RAWESTE

Rûken bal kişande ser êrîşa li ser Dayikên Şemiyê û got, mexdûrê herî mezin ê şerê taybet Dayikên Şemiyê ne. Rûkne her wiha got, ti hêzeke faşîst nikare li pêşberî gelan bisekine, faşîzma AKP’ê jî wê nikaribe pêşî li çalakiyên Dayikên Şemiyê bigire. Rûken domand: ‘’Suleyman Soylu yek ji dize serek çete ye ku ji bo şerê taybet ê faşîzma AKP’ê bike hatiye hilbijartin. Tetîkkêşê desthilatê ye ku êrîş dibe ser jinan, gelan, ekolojist, dayik û demokratan.’’

HIŞMENDIYA DU DEWLETAN YEK E

Rûken got dewleta Tirk êrîşê dibe ser qadên pîroz ên Dersimê û çiyayên wê dişewtîne, êrîşê dibe ser bawerî, dîrok û sirûştê û got: ‘’Faşîzm li her deverê eynî ye. Hişmeniya ku li Îranê çar berevanên jiyanê kuştin û hişmendiya ku bi zanebûn li Kurdistanê daristanan dişewitîne û mudahele li wan kesan dike ku  dixwazin şewatê bitefînin, yek e. Faşîzm dijminê sirûştê, jinê û civkaê ye, li dijî her tiştê baş e.’’