Ronî: Gelê Kurd dahatûya xwe di kesayetiya Ocalan de dibîne

Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP’ê Rifat Ronî got ku, “Pêşîlêgirtina fikir, nêrîn û felsefeya Rêzdar Ocalan sûîkasteke siyasî ye” û diyar kir ku 4’ê Nîsanê ji bo şikandina tecrîdê ew ê roleke cîddî werbigire.

Bi nêzbûna rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan KCD, TJA û DBP’ê diyar kiribûn ku wê di 3’ê Nîsanê de biçin Amarayê. Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP’ê Rifat Ronî çalakiyên 4’ê Nîsanê û rol, mîsyon û bandora wê ya di vê serdemê de nirxand.

‘FIKRÊN OCALAN DAHATÛYÊ RONÎ DIKE’

Ronî diyar kir ku ji bo şîrovekirina 4’ê Nîsanê divê rabirdûya dîrokî ya têkoşîna azadiyê were zanîn û got “Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, bi pêşengiya Rêzdar Ocalan ji binê sifirê dest pê kir. Di çil salên têkoşînê de gelê Kurd roj bi roj di warê feraset û siyasetê bû xwedî agahî. Desthilatdaran dîtin ku fikr û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji dahatûya civakê re dibe ronahî û ev ronahî ji xwe re wekî xetereyekê dîtin. Ji ber vê jî êrîşî destkeftiyên gelê Kurd kirin.”

‘SÛÎKASTA SIYASÎ’

Ronî axaftina xwe wisa domand: “Gelê Kurd dizane ku di esasê êrîşên li ser destkeftiyan de êrîşên li ser Rêzdar Ocalan heye. Di 19 salan de êrîşên li Girtîgeha Îmraliyê yên li ser Rêzdar Ocalan tê wateya pêşîlêgirtina fikir, nêrîn û felsefeya Rêzdar Ocalan û ev tişt sûîkasteke siyasî ye. Bi felsefe û paradîgmaya Rêzdar Ocalan sazî, dezgeh û partî hatin avakirinû di nav civakê de hatin qebûlkirin.’

‘GELÊ KURD DAHATÛYA XWE DI KESAYETIYA OCALAN DE DIBÎNE’

Ronî diyar kir ku gelê Kurd her sal berê xwe dide gundê Rêbertiya xwe û got, “Gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn hebûna Rêzdar Ocalan wekî hebûna xwe dibîne. Ji ber vê jî 4’ê Nîsanê wekî cejn û şahiyekê pîroz dikin. Dewleta Tirk bi salan e dixwaze çûyînên gundê Amarayê asteng bike. Di sala 2009’an de li Amarayê du ciwanên Kurd şehîd bûn. Gelê me di her 4’ê Nîsanê de van ciwanan bi bîr tîne. Gelê me her dem ji bo tendirustî û azadiya Rêzdar Ocalan li dora wî bûne xeleq.”

‘CIVAK WÊ LI DORA OCALAN BIBE XELEQ’

Ronî got ku, “Dewleta Tirk a niha li ser Rêzdar Ocalan tecrîdeke giran dike. Lê divê her kes bizanibe ku gelê Kurd û civaka Rojhilata Navîn wê li dora nasnameya azad û paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêzdar Ocalan bibe xeleq û ew ê ji bo azadiya wî çi hewce we, wê wî tiştî bikin.”

4’Ê NÎSANÊ EW Ê JI BO ŞIKANDINA TECRÎDÊ ROLEKE GIRÎNG PÊK BÎNE

Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP’ê Rifat Ronî axaftina xwe wisa domand, “Civaka Kurd îro têkildarî rewşa Rêzdar Ocalan ne xwediyê agahiyan e. Bi panel û çalakiyên hefteya 4’ê Nîsanê ji bo balkişandina tecrîdê wê têkeve nav hewldanan.Em bawer dikin ku ew ê gelê me tevlî van çalakiyan bibin. Di vî warî de ez dibêjim ku çalakiyên 4’ê Nîsanê ew ê ji bo şikandina tecrîdê roleke girîng pêk bîne.”