Ronahî: Dixwazin qetlîama Gurgumê bidomînin!

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Elîf Ronahî diyar kir ku desthilatdariya AKP û MHP’ê Qetlîama Gurgumê bi awayekî cihê didomîne û got “Divê Elewiyên Kurd rêxistinkirina xwe geş bikin.”

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Elîf Ronahî bi wesîleya Qetlîama Gurgumê ji Medya Haberê re axivî.

Ronahî di bernameyê de ev tişt diyar kir:

“Di salvegera 43’emîn a Qetlîama Gurgumê de ez hêzên faşîst û hemû hêzên di vê qetlîamê de cih girtine bi nefreteke mezin şermezar dikim. Ez welatparêzên me yên ku di vê qetlîamê de hatine şehîdxistin jî bi rêz û hurmet bi bîr tînim. Di heman demê de di serî de Besê Anûş, Battal Efsan, Şêxo Dîrlîk, Îsmet Omurcan, Mûstafa Omurcan de hemû şehîdên başûrê rojava bi hurmet bi bîr tînim.”

KURD Û ELEWIYÊN XWEDÎ LI NASNAMEYA XWE DERKETINE, KIRIN HEDEF

Ne tesaduf bû ku li Gurgumê qetlîameke wisa kirin. PKK beriya wê demeke kurt hatibû îlankirin û di nav Kurdên Elewî yên li başûrê rojava bûbû xwedî bandor. Ya herî girîng jî rastiya Kurdan derketibû holê. Ev jî ji bo ku Kurdên Elewî xwe perwerde bikin, xwedî li ziman, çand ya herî girîng xwedî li nasnameya xwe ya neteweyî derkevin. Dewleta Tirk dema ku bandora PKK’ê ya li vir dît, li hemberî Kurdên ku xwedî li nasnameya xwe ya neteweyî derdikevin qetlîamek kir. Sedema vê qetlîamê wekî nakokiya di navbera Elewî û Sunniyan de nîşan dan lê di bingeha wê de tiştekî wisa tunebû. Li Sînemaya Çîçekê bombeyek hate teqandin û piştre li TOB-DER’ê mamosteyên bi navê Mûstafa û Haci bi hinceta ku Kurd û çepgir û Elewî ne hatin kuştin û qetlîamê wisa dest pê kir. Ji 19’ê Kanûnê heta 26’ê Kanûnê ev qetlîam domiya. Dema ku ev qetlîam hate kirin hemû polîs ji qadên xwe yên peywirê hatin vekişandin. Wê demê CHP li ser desthilatdariyê bû, Ecevît serokwezîr bû. Heke bixwestina artêşê dikaribû di rojekê de mudaxeleyî vê qetlîamê bikira û dikaribûn bisekinandina. Lê mudaxele nekirin, pênc şeş rojan her der vala hiştin. Ne artêşê mudaxele kir û ne jî polîs. Kurdên Sunnî û Kurdên Elewî anîn hemberî hev û ev qetlîam hate kirin. Di vê qetlîamê de Kurdên Sunnî li hemberî Kurdên Elewî sor kirin. Qetlîama pêşîn a li ser Kurdan bi Şêx Seîd hate destpêkirin, piştre li Dêrsim û Agiriyê hate kirin. Bi taybetî li derdora Firatê ev tişt li hemberî Gurgum, Dêrsim, Meletî û Erzîncanê ye. Dixwestin li ser vê xetê Kurdbûn û Elewîtiyê biqedînin. Di sala 1925’an de çawa ku ev hate kirin qonaxa duyemîn jî di sala 1978’an de li Gurgumê hate kirin. Qonaxa sêyemîn jî operasyona dewleta Tirk a Mertalê Firatê. Armancê wekî Cerablûs û Babê diyar dikin lê armanca wan qada Firatê hemûyan heta Rojava, cara pêşîn xwestin li Kobanê vî tiştî bikin. Bi dagirkirina Efrînê re qonaxa sêyemîn li ser navê Mertalê Firatê tê kirin. Dixwazin li ser vê xetê Kurdbûnê biqedînin. Demografyaya ekonomîk û çandî tê xwestin ku were guherandin. Ev bi qetlîamê hate kirin. Kurdên mane jî ji wir didin koçkirin. Dewleta Tirk dema ku vî tiştî dike divê qonaxa sêyemîn baş were fêmkirin. Divê Kurdên Elewî bi awayî dîrokî û aktuel li ser vê meseleyê bisekinin. Rêbertiya me plana dîrokî ya li pişt qetlîamê yek yek bi rave kirbû. Divê gel û ciwanên me yên li vê derê vî tiştî baş lêkolîn bikin.

DIVÊ KURDÊN ELEWÎ TEVLÎ NAV SIYASETA AZADIYÊ BIBIN

Ne tesaduf e ku hin malbatên DAÎŞ’ê tên li vê qadê bi cih dikin. Ev jî parçeyekî vê siyasetê ye. Divê Kurdên Elewî bibin kirdeya siyaseta azadiyê. Kesên qetlîama Gurgumê kirin qet nehatin darizandin. Hinek jê hatin girtin lê piştre hemû hatin berdan. Kesê bi navê Okkeş Kenger ê ku di nav rêxistinkirina vî tiştî de cih digirt, piştî demeke kurt hate berdan. Di sala 1991’an de jî ew kirin parlementerê Gurgumê û ew xelat kirin. Divê gelê me yê li wir baş bizanibin.  Li gorî hejmara fermî qaşo 150 kes hatine kuştin lê nêzî 500 kes di vê qetlîamê de hatine kuştin. Bi sedan ji wan hatin birîndarkirin. Mal û milk û dikanên Kurdên Elewî hatin şewitandin, yên man jî li her dera dinyayê belav bûn. Rojavatê Firatê ji mirovan xalî bû. Armanca vê çi bû? Mirovan bikujin û yên mane jî bînin asta ku tu carî nikaribin werin ser xwe.  Gel civakîbûna xwe winda kir û ji têkoşînê hate dûrxistin. Divê gelê me yê li Pazarcix, Elbistan û Meletî û Dîlokê vî tiştî bibînin.

Awayekî cihê yê Qetlîama Gurgumê bi şiklekî kûr bi destê DAÎŞ’ê tê kirin. Malbatên DAÎŞ’î li Gurgumê bi cih dikin. Ev ne tiştekî wisa ye ku dibêjin gel ji şer direve û Tirkiye xwedî li wan derdikeve. Ev kes li vir bi cih kirine û dixwazin Kurdan ji başûrê rojava derxînin. Niha hatiye asteke wisa ku li wê herêmê bi tenê kal û pîr mane. Beş bi beş faşîstên Tirk li wir bi cih dikin. MHP’yiyan li wir bi cih dikin. Wê di demên pêş de amadekariyeke wisa bikin ku dîsa li wir qetlîamekê bikin. Divê gelê me yê li wir û gelê me yê li Ewropa û metrepolan baş bi vî tiştî bizanibe. Ev ne bi tenê ji ber Elewîbûna wan e, tê xwestin Kurdên li wê xetê komple were tunekirin.

Piştî qetlîama Gurgumê li deh bajarên Kurdistanê rewşa awarte hate îlankirin. Bi vê re zemîna 12’ê Îlonê hate amadekirin. Piştî cûntaya leşkerî ya 12’ê Îlonê kete dewrê. Piştre li ser hemû Kurdan û tevgerên çepgir ên Tirkiyeyê pêvajoyeke qirkirin, girtin û qetlîamê hate destpêkirin. Ji ber ku cewhera vê qetlîamê ev e ku bi qetlîama Ermen, Asûr û Kurdan xwe wekî dewleteke faşîst ava bike. Bi vî awayî li ser pêyan disekine. Wekî dûmahîka wê Erdogan bi qetlîaman heman tiştî dike.

Ronahî destnîşan kir ku divê Kurdên Elewî  di nava xwe de rêxistinkirinê pêş bixe û got: “Ev yek gelek girîng e. Di vî alî de Kurdên Elewî ji hev parçe ne û dewlet jî vê bi kar tîne. Girîng e ku vê yekê ferq bikin. Di vî alî de rêxistinbûna wan jî gelek girîng e. Elewiyên Rojhilata Navîn û Elewiyên Anatoliyê gelekî girîng û bi bandor in. Dikarin li vir biçin saziyên hevpar. Dikarin di nava peywendiyan de bin, ji bo parastina baweriya xwe pêwîstî bi rêxistinkirinê heye. Bi vê re ji bo avakirina Neteweya Domkratîk dikarin rol û mîsyonê bigrin. Bi taybet Kurdên li Gurgum, Bazarcix, Elbîstan, Meletiyê, Ewropa û li gelek metrepolan pêwîst e bi xurtî tevlî têkoşînê bibin û hembêz bikin. Divê cihê xwe di nava avakirina Neteweya Demokratîk de bigrin. Çanda Elewitiyê jî gelek nêzî vê ye. Her wiha pêwîst e Kurdên Elewî xwe ji siyaseta navendî dûr bixin û bibin mijara siyaseta demokratîk. Divê rolek aktîf û bi bandor bigrin li ser milê xwe. Li ser komkujiya Gurgumê de 43 sal derbas bûn, divê encama komkujiyê û di komkujiyê de çi dihat xwestin Kurdên Elewî ji zarokên xwe re ragihînin. Divê bîrek civakî biafirînin. Çima komkujiyek wiha pêk hat? Berî her titşî xwestin Kurdên li wir civakbûna wê dûr bixin. Ji bo vê yekê divê bingehê civakbûna xwe xurt biparêzin. Li welat, metrepolan û Ewropa têkoşînek heye lê ev têr nake. Ên ku herî zêde rastî qirkirinê hatin ew in. Ên herî zêde ji çand, ziman û nasnameya wan dûr hatin xistin ew in. Ji her kesê zêdetir divê ew têkoşînê bimeşînin û xwe bi rêxistin bikin. Ev peywîr û mafê wan e.“

‘DIVÊ JIN PÊŞENGTIYÊ BIKIN‘

Endama Konseya Serokatî ya KCK'ê Elîf Ronahî, nirxandinên xwe wiha dawî kir: “Jinên Kurd ên Elewî di warê civakî, çandî û hişmendî de xwe nas kirine. Jinên ku komkujiya Gurgumê jiyan kirine, êş û bûyerên di serê wan de hatine dinivîsin. Ev gelek girîng e, lê têr nake. Ji bo Kurdên Elewî xwe birêxistin bikin û girêdana xwe ya bi têkoşînê re xurtir bikin, divê jinên Kurd ên Elewî ji vê re pêşengtiyê bikin. Divê çand, ziman û kevneşopiya xwe biparêzin û pêş bixin. Bi vê yekê dikarin tola komkujiya Gurgumê hildin. Bi vî rengî dikarin tola hevalên me yên di komkujiya Gurgumê de şehîd ketine hildin. Ji bo vê yekê divê rêxistinkirina xwe di asta jor de xort bikin û ciwanan biparêzin û tevlî têkoşînê bikin. Bi vî rengî dikare xwe û malbatê biparêze û di aliyê aborî de xwe îdare bike. Her mirov bi civaka xwe re heye. Ger ku ji civaka xwe qut bibe, êdî ew ne girêdayî wê civakê ye. Ji bo pêşî li vê bê girtin, ez bawer dikim ku wê jinên Kurd pêşengtiya wê bikin. Divî alî de em carna hinek pêşveçûn dibînin, bê guman ev gelek girîng e. Lê kêm e. Bila hemû gelê me yê Elewî bizanibe ku ger PKK’ê têkoşîn pêş nexistiba wê iro erdnîgariyek ku Elewî li ser dijiyan tunebûya. Bi taybet jî wê li rojavayê Firatê Kurd tunebûna. Divê vê yekê baş bizanin û têkoşînê bikin mijara xwe ya sereke.

Carek din komkujiya Gurgumê bi tundî şermezar dikim û gelê me yê di komkujiyê de hatiye qetilkirin  bibîrtînim. Heta roja îro çawan me bi têkoşînê tola xwe hildabe, ji niha vir de jî em ê weke tevger em ê tolhildanê bidomînin. Di vê çarçoveyê de dîsan em soz didin gelê xwe di serî de komkujiya Gurgumê û qirkirinê li ser gelê me hatin pêk anîn, em ê tola wan hildin. Bi avakirina neteweya demokratîk re em ê gelê xwe li ser bingeheke xurt bînin ba hev."