Rojnamevanê girtî Guleş: Me derman nakin

Li Xarpêtê, rojnamevan Mehmet Guleş jî di nav de, 8 girtî nayên dermankirin.

 Rojnameger Mehmet Guleş ê li Girtîgeha Xarpêtê girtî ye ragihand ew jî di nav de 8 girtî piştî çalakiya greva birçîbûnê nayên dermankirin.

Li Girtîgeha Jimara 1’ê ya Ewlehiya Bİilnd a Xarpêtê maf têne binpêkirin û her ku diçe ev zêdetir dibe. Diyar bû ku girtiyên li hepsa Xarpêtê yên piştî 26’ê gulanê dest ji greva birçîbûnê berdane nayên dermankirin. Hin girtî ji aliyê revîrê sewqî nexweşxaneyê nayên kirin. Girtiyên tên sewqkirin jî bi kelepçeyê tên dermankirin û ji ber vê yekê jî dermankirina girtiyan pêk nayê. 
 
Rojnameger Mehmet Guleş ê girtî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re namyek şand û rewşa we û hevalên xwe got.
 
DERMANKIRINA KELEPÇEKIRÎ LI GIRTIYAN FERZ DIKIN 
 
Guleş diyar kir ku piştî greva birçîbûnê di çavê wî de pirsgirêk derketine û got: “Piştî çalakiyê ev nêzî du mehan in ez ji çavê xwe aciz im. Tenê ne ez nexweş im, 8 hevalên min jî nexweş in û nayên dermankirin. Ji ber êşa çavê xwe ev du meh in nikarim bixwînim û nikarin tiştekî binivîsim. Her çiqas sewqa me ya ji bo nexweşxaneyê bê çêkirin jî lê ji ber ku kelepçeyê li ser me ferz dikin, em dermankirinê qebûl nakin. Ji ber nexweşîna çavê xwe ez du caran derketim revîrê. Min xwest sewqa min bê kirin. Lê bijîşkan sewqa min çênekir. Vî şertî danîn pêşiya min ‘heke tu dermankirina bi kelepçekirî qebûl bikî, em ê sewa te çêbikin.’ Min jî her car vê yekê red kiriye. Heta roja min name nivîsand jî sewqa min nehatiye çêkirin. Yanî tişta em dixwazin bê bihîstin, di qada tenduristiyê de binpêkirina mafan li ser binpêkirinê pêk tê.” 
 
BINPÊKIRINA MAFAN DIDOME 
 
Guleş binpêkirina mafan ên li girtîgehê wiha rêz kir: 
 
"* Em bi tu awayî nikarin ji kursên heftane û sohbetên komî sûdê werbigirin. 
 
* Hêj pirtûkên kurdî nadin me. 
 
* Ne destûrê didin nameyên kurdî werin destê me û ne destûrê didin ku em nameyên kurdî bişînin. 
 
* Hêj hejmara pirtûkên me bi 7’an re sînor kiriye. 
 
* Rojnameya Evrenselê di rojên betlanê de nadin me. Tevî ku ev 7 meh in em bûne aboneyên rojnameya Yenî Yaşamê lê ev daxwaz nayê qebûlkirin. 
 
* Li qawîşên jimarên C-28 û C-29 ceryan erize daye û çênakin. Êvarê ev qawîş di tariyê de dimînin. 
 
* Nexweşên diranan tevî ku sewqî nexweşxaneyê dikin jî lê bêyî bên dermankirin wan paş ve tînin. Nebûna bijîşk an jî dema dermankirinê nameya wek hêncet nîşan didin. 
 
* Dadgeha înfazê bersivê nade daxwaznameyên girtiyên cezayê wan ketiye bin salekê ku sûdêj i kontrola serbestiya salekê werbigirin. Girtiyek ev nêzî 2 meh in serlêdan kiriye lê ne erênî û ne jî neyînî bersivê nedane daxwaznameya wî.