Rojnamevan Cengîz Altûn hat bîranîn

Rojnamevan Cengîz Altûn ê ku 30 sal beriya niha ji aliyê Hîzbûllah a girêdayî dewletê hatibû qetilkirin li Êlihê li ser gora xwe hate bîranîn.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) nûçegihanê rojnameya Yenî Ulkeyê yê Êlihê Cengîz Altun ku di 1992'yan de hatibû qetilkirin, li ser gora wî ya li Goristana Çamlica ya Êlihê bi bîr anî. Hevserokê DFG'ê Serdar Altan, parlamenterên HDP'ê Mehmet Rûştû Tiryakî, Ayşe Acar Başaran, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz ku qeyûm li şûna wê hatiye tayînkirin, endamên HDP'a Êlihê, aktivîstên TJA'yê, Dayikên Aştiyê, endamên MEBYA-DER'ê, malbata Altûn û hevalên wî yên rojnamevan tevli bîranînê bûn. Bîranîn, bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî Hevserokê DFG'ê Serdar Altan axivî.

Altan, qetilkirina Altûn a beriya 30 salan bi bîr xist û wiha got: "Altûn weke rojeke îro derket ku biçe ser karê xwe lê ji aliyê hêzen tarî ve hat qetilkirin. Ji bo ku heqîqeta vê erdnîgariyê radigihand, hate qetilkirin. Gelek caran hat destgîrkirin, gef lê hatin xwarin lê dest ji doza xwe berneda. Ma bi qetilkirina Altûn re karîn rastiyê di tariyê de bihêlin? Na. Bi dehan rêhevalên Cengîz pênûsê wî rakirin û kevneşopiya wî didin berdewamkirin. Ji bo vî gelî, vê dozê ji bo çapemeniya azad rêyeke wisa vekirin ku her ku diçe mezin dibe. Em careke din wan bi bîr tînin û dibêjin pênûsa wan li erdî nemaye û hevalên we doza we dişopînin."

Piştre jî parlementerê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Rûştû Tiryakî axivî û da zanîn ku hemû kes dizane bê ka kê ev qetlîam kirine û wiha domand: “Heke dewlet rê nede van komkujiyan, heke di nav de cih negire. Hemû kes dizane ku divê ev kujer bên girtin. Di sala 1992'yan de 14 rojnameger hatin qetilkirin. Heval Cengîz yek ji wan e. Heke îro em rojnameyekê bistînin, ev yek bi saya wan e. Divê em keda wan ji bîr nekin. Gelê Êlihê xwedî li Cengîz derket. Ne 30 sal lê 30 hezar sal jî derbas bibin em ê Cengîz ji bîr nekin."

Dayika Altûn, Turkan Altûn jî di bîranînê de axivî û ev tişt anî ziman: “Ez bi kurê xwe serbilind im. Lawê min têkoşîneke bi rûmet kir. Ji kesî netirsiya û ji bo rastiyan derxîne holê têkoşiya û ji ber vê hat qetilkirin. Lê îro bi sedan Cengîz têdikoşin."

 Bernameya bîranînê bi duayan bi dawî bû.