Rojnamevan Amed: Bi ruhê berxwedana Garê dagirker hatin têkbirin

Rojnamevan Dogan Amed destnîşan kir, têkçûna dewleta Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medyayê encama berxwedana Garê ye û got, "Dagirker çiqasî xurt jî bin wê li hemberî PKK'ê nikaribin bi ser bikevin."

Dogan Amed ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê rojnamevaniyê dike, anî ziman ku berxwedana Garê serketineke dîrokî ya gel û gerîla ye.

Dewleta Tirk a dagirker 10’ê Sibata 2021’ê bi operasyonekê xwestin Garê di nav de gelek deverên Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bike. Ji bo vê jî bi desteka PDK’ê û balafirên şer û keşfê li Devera Siyanê ya Başûrê Kurdistanê ku 13 leşkerên dîl ên dem û cihên cuda hatibûn girtin, tevî hemû bangan dewleta Tirk ev negirtibûn lê bûn, dest bi operasyoneke ne ya rizgariyê ya îmhayê kiribû. 

Di vê operasyonê de 12 leşkerên dîlgirtî û welatiyek sivîl ê Başûrê Kurdistanê ji bo demekê li wir dihate ragirtin kuştin û 14 gerîlayên HPG’ê bi çekên kîmyewî hatin şehîdkirin.

Di salvegera serketina berxwedana Garê de Rojnamevan Dogan Amed ku ji nêzîk ve bûyer û pêşketinên li Herêmên Parastinê yên Medyayê dipopîne bersivê pirsên ANF’ê da.

Rojnamevan dogan amed Dewleta Tirk bi êrîşa li ser Garê çi plan dikir û rastî çi hat?

Wekî tê zanîn piştî ku serokê rejîma faşîst ê AKP’ ê Erdogan maseya çareseriyê hilweşand dest bi şerekî pir gur û mezin li hemberî tevgera azadiyê û gelê Kurd kir. Belkî tenê hevkariya AKP-MHP’ê re tê zanîn lê bi rastî ne wisaye. Erdogan hemû alî û kesên kû dijminahiya gelê Kurd dike di nava vî şerî de kom kir û xist di bin sîwanekê de. Armanca wan ew bû kû bi tevahî hêza xwe êrîş bikin û li ser navê Kurd û Kurdistaniyê tiştekî nehêlin. Jixwe di nava Tirkiyeyê de hema bêje hemû kesên dijberî rejima Erdogan bûn, hatin tesfiyekirin. Bi vî rengî ji sala 2015’an ev şer destpê kir. Gelek operasyonên mezin û berfireh li ser heremên gerîla pêk hatin. Ligel wan operasyonan şerekî taybet jî dihat meşandin. Erdogan û avahiya wî ya qirêj ji bo ku li ser gel derûniyeke neyînî ava bikin hemû rêbazan xistin meriyetê. Her roj derdiketin ber kamerayan û digotin me gerîla tine kir, roj bi roj hejmar didan. Wisa dixwestin gel û gerîla ji hevdû qut bikin. Di bin navê yasayên Rewşa Awarte de bi deh hezaran kes hatin girtin û ketin zindanan, gelek cih û war ji hatin çûnê re hate qedexekirin. Lê disa jî rejîma AKP-MHP’ ê nekarî li hemberî gerîla serkeftînê bidest bixe. Jiber wan bi xwe jî ji gotinên xwe bawer nedikirin. Ev pêvajo heta serê sala 2021’ ê berdewam kir. Vê carê dewleta Tirk dest bi planeke pir mezin kir. Ev plan di bin navê êsîrên di destê PKK’ ê de xelas bikin, xwestin ku navenda gerîla dagir bikin. Ligorî xwe fikirîn ku Garê bikeve hemû qadên gerîla wê yek bi yek bikeve destê wan. Ji bo vê operasyonê 7 heyvan amadekarî hate çêkirin. Ji hêzên derve û hindirîn sozên piştgiriyê hate girtin. Bi rêka rêxistina sixûrî ya PDK’ ê Parastinê û MÎT’ê gelek istixbarat hate komkirin. Ev hemû amadekarî û plan wekî me anî ziman tevahî ji bo ku gerîla bêkêr hiştinê bû. Yanî di operasyona Garê de konsepteke pir mezin û kûr xistin meriyetê
Rexmê van hemû amadekariyan dewleta Tirk tiştekî sereke jibîr kir. Ew jî hêza gerîlayên azadiya Kurdistanê bû. Raste dewleta Tirk a faşîst bi hemû cûreyan êrîşên xwe berdewam kir lê li hemberî vê gerîla jî ket nava pêvajoya xwe ji nûve avakirinê. Gerîla di nava vê pêvajoyê de gelek merhele derbas kir. Şerê di bingeha baranşan û tîmên koordînekirî pêş xist. Ev pêşketînên ku HPG’ê di nava xwe de ava kir berxwedana ku heyî gihand lutkeyê. Bi vî rengî Garê ji bo dewleta Tirk a faşîst bû xefik û him di warê leşkerî de him jî di warê siyasî de darbeyeke pir mezin xwarin. 

Berxwedana gerîla ya Garê bi kîjan îradê bi serket û çi guherîn li gerîla û gelê Kurd kir?

Gerîla ev 40 sale li hemberî dewleta Tirk a faşîst û qirker şerê azadiyê dimeşîne. Di nava van 40 salan de gelek qonaxên dîrokî hatin derbas kirin. Gelek pêvajoyên krîtîk hate jiyîn. Di van pêvajoyan de serkeftinên pir mezin derketin holê. Yek ji wan jî serkeftina gerîla ya lî Garê ye. Ya ku hişt Garê ji bo rejîma Erdogan bibe goristan îradeya Apogerî û rêbazên nûjen bû. Jiber ku gerîlayên HPG û YJA-STAR’ ê bi fedaiyane şer dikirin. 4 rojan ti teknîka pêşketî nema ku artêşa Tirk li hemberî gerîla nexebitîne. Bi awayekî namerdane çekên kîmyewî li hemberî gerîla bikaranîn. Lê îradeya fedaiyane ya Apogerî berxwedanê gihand serkeftinê. Gerîlayên di pêşengtiya şehid Şoreş Beytuşebap de teqez kirin ku berxwedan bê bedel nabe. 
Bêguman serketina Garê dirokî bû. Ji ber ku wê him di roja meyî îro de him jî di pêşerojê de gelek encamên girîng derxista holê. Bêgûman wisa jî bû. Gerîla bi şerê li Garê re di gelek taktîkên nû de pisportî qezenç kir. Bi taybetî di taktîka şerê tunelan de pratîka destpêkê hate jiyîn. Hêzên hewayî gelek çalakî lidar xistin. Ev rêbazên nû hemû di bingeha îradeya Apogerî de pêş ket. Di nava gelê Kurd de jî hêstên netewî zêdetir kir ev serkeftin. Gel careke din dît kû dijmîn çiwqas êrîş bike jî nikare gerîla tine bike. Berovajî wê gerîla hêj xurtir dibe. Serkeftina xwe mezintir dike. Ev baweriya gel ya li hemberî PKK’ ê mezintir kir. 

Serketina Garê encamek çawa di taktîk, rêbaz û şerê gerîla de kir?

Di tevahiya şerê gerîla de wekî me anî ziman qonaxên sereke çêbûne. Di tarz û tektîk de destpêkê HRK, ARGK û ji 2004’an vir ve guhertina bi navê HPG çêbû. Ev guhertin tenê bi nav çênebû bi vê re gerîla taktîk jî guherand. Yanî ji guhertina bi navê HPG’ ê re gerîla di nava pêngaveke xwe ji nû ve avakirinê deye. Lê ya herî girîng pêvajoya piştî 2015’ an bû. Wekî ku tevgera azadiyê jî gelek caran eşkere kirin, di serdema zanist û teknîkê de gerîla ji bo serweriya dagirkeran ya liser zanist-teknîkê bi dawî bike amadekarî û perwerdehiyên gelek girîng dîtin. Di branşên heyî û asta pisporiyê de perwerde hatin dîtin. Hin rêbazên nû derketin holê. Ev wisa heta operasyona Garê berdewam kir. Bi operasyona Garê re gerîla encamê jinûve avabûnê çawane ji nêz ve dît. Yanî em dikarin bibêjin piştî Garê êdî gerîla tevahî bi tarzê tîman xwe rêxistin kir. Tîmên kordînekirî û xwedî însiyatîf di şer de darbe li ser darbeyê li artêşa dagirkeran xistin. Artêşa ewqas mezin û xwedî hêz li hemberî tîmên gerîla binketin. Yanî serkeftina Garê him di warê îrade de gerîla mezin kir him jî di warê taktîk û rêbaz de gerîla gihand asteke jor. Herî esasî jî hunandina taktîkên şer di nava hevdû de pir pêş ket. Gerîla çend rêbazên cuda bi hev re bikaranîn û çalakiyên serkeftî pêkanîn.

Tirkiye li Garê bi ser biketiba wê rewşa ber bi kûve biçûba û bandoreke çawa li Kurdan û taybet Başûrê Kurdistanê bikira?

Wekî tê zanîn mala Barzanî û PDK piştî salên 90’ î Başûrê Kurdistanê wekî tepsiyek zêr raxistin ber dagirkeran. Dewleta Tirk jî ji vê hevkariyê di asta herî jor de sûdê wergirt û êrîşî gelê Kurd û tevgera PKK’ ê kir. Ev rewş û hevkarî her kû çû pêştir ket. Niha Garê ciheke xwedî stratejik e. Hem di warê erdnîgarî de gelek fireh û bibingehe, hem jî weke navenda xwe gihandina gerîlatiya demê ye. Dewleta Tirk ji hêzên derve bi taybetî ji NATO û DYA’yê bi hin tawîzan alîkariyeke mezin ji bo vê operasyonê girt lê alîkariya esasî PDK da dagirkeran. PDK di warê istixbarat, lojîstîk, propaganda de gelek alîkarî da rejîma Erdogan.
Bi vî rengî ger li Garê artêşa Tirk biserketiba wê pêngaveke nû ji bo komkujiya li ser gelê Kurd bidana destpêkirin. Rejîma Erdogan hemû plansazî amade kiribû. Ji bo şerê li hemberî tevgera azdiyê butçeyeke gelek mezin dihat xerçkirin. Yanî dewleta Tirk biserbiketa wê Başûrê Kurdistanê bi tevahî dagir bikira. Saziyên MÎT’a Tirk hema bêje bi qasî saziyên Parasinê li Başûrê Kurdistanê belavbûye. Liser gel zextên mezin hene. Ew li Garê biserbiketana wê ev zext bigihişta lûtkeyê. Yanî berxwedana gerîla ya ji pola pêşiya gelek xeteriyên mezin girt.

Encamên gelê Kurd û aliyên siyasî ji serketina Garê derxîne çi ne? 

Encamê herî girîng ku ji serkeftina gerîla hate derxistin mirov dikare bibêje gerîlayê azadiya Kurdistanê da îsbatkirin ku winda nake. Gelê Kurd û hemû aliyên siyasî jî dîtin ku kesên ku bi îradeya Apogerî şer dikin û li berxwe didin ti caran nakevin. Dagirker çiwqas bi hêz bibe jî li hemberî tevgera PKK’ê neçarî binkeftinê ne. Yên ku li pey azadiya netewa Kurd bin divê ligel berxwedana gerîla cih bigrin. Hemû aliyên civakî û siyasî pêwîste li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û nokeriya PDK’ê xwedî helwest be. 

Herî dawî hûn dixwazin çi bêjin?

Em bi xwe jî wekî rojnamevanekî ji nêz ve berxwedana gerîla dişopînin. Ez dikarim bibêjin serketina Garê serketineke dîrokî bû. Ev serketin bi demdirêjî wê bi xwe re gelek encamên mezin derxe holê. Bêgûman şerê di nava sala 2021’an de li tevahiya Heremên Parastinê yên Medyayê rû da de berxwedana ku derket pêş encameke serketina Garê bû. Li Zendûra, Mamreşo, Girê Sor, Werxelê û tevahî qadan gerîla bi îradeya Apogerî û bi ruhê serketina Garê dewleta Tirk binxistin. Pêwîste ev rast were xwendin hemû kes û alî sekna xwe li gorî vê rastiyê diyar bikin. Yên kû pêşî li komkujiya gelê Kurd girt gerîlayê azadiya Kurdistanê bûn. Gerîla bi berxwedana xwe ev peyam da hemû cîhanê û dagirkeran; ‘Axa Kurdistanê rênedaye, di binê lingên dagirkeran de tine nabe.’