Rojnamegerên Helebçeyî: Biradostî berdin!

Rojnameger û aktivîstên Helebçeyî xwestin ku nûçegihan Zibêr Biradostî were berdan.

Li Helebce rojnameger û aktîvîstan bi daxuyaniyekê daxwaza berdana nûçegihanê Rojnewsê Zibêr Biradostî kirin. Her wiha çalakgeran destgîkirina Biradostî şermezar kirin.

Rojnamegerê Rojnewê Zibêr Biradostî 12 roj in li herêma Biradost ji aliyê hêzên PDK'ê ve hatiye destgîrkirin. Li Helebce îro nûçegihan û aktîvîstan li dijî destgîrkirina rojnamegerê Rojnewsê daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê  rojnameger Cîhad Hewramî ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de ji Biradostî re azadî hate xwestin.


Di daxuyaniyê de wiha tê gotin;"Di demeke wiha de, ku li welatan roj bi roj azadiya ramanê berfireh dibe, li Herêma Kurdistanê berevajî vê roj bi roj binpêkirinên li hemberî rojnamegeran zêde dibe û azadiya rojnamegerî berteng dikin. Li gorî daneyan binpêkirin zêde dibin û metirsiyek cidî li ser medyakaran û rojnamegeran heye. Zibêr Biradostî 12 roj in hatiye destgîkirin. Destgîrkirina wî binpêkirina karê rojnamegeriyiyê ye. Berevajiya mafê mirovan e."

Di berdewama  daxuyaniyê de hemû êrîşên li ser rojanamegeran  hate şermezarkirin û daxwaza azadiya Biradostî hate kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin;"Bila yasa serwer bibe û dawî li binpêkirinên li hemberî rojnamegeran were. Em naxwazin bi hincetên cuda Herêma li Kurdistanê metirsî li ser karê rojnamegera hebe. Timî di raporên navneteweyî de pirsgirêkên li Herêma Kurdistanê yên derbarê azadiya rojnamegerî de tê dîtin. Lewma erka lijneya mafê mirovan a parlamentoyê Herêma Kurdistanê û Serdozgerê Giştî ye li hemberî van binpêkirina dengê xwe derbixin. Sînorekê ji bo danin ta ku li gorî yasayên aktîv nêzî rojnemegeran bibin."