Rojhilatiyên li Başûrê Kurdistanê komplo şermezar kirin

Welatiyên Rojhilatê Kurdistanê ku li Silêmanî dijîn hatin ba hev, komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê şermezar kirin û li dijî komployê banga tevlêbûna pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ kirin.

Welatiyên Rojhilatî yên li Başûrê Kurdistanê dijî li bajarê Silêmaniyê hatin cem hev û bi daxuyaniyekê komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Di daxuyaniyekê de hat gotin ku komploya 15’ê Sibatê li dijî têkoşîna gelê Kurd bû û ji aliyê gelek dewletên cîhanê ve pêk hat.

Her wiha bang li gelê Kurd û bi taybetî yên Rojhilatê Kurdistanê kirin ku bi tevlîbûna nav pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ bersiva komploya navneteweyî bidin.