ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 7'ê Îlona 2019'an.

- Çalakiyên ji bo şermezarkirina desteserkirina şaredariyên HDP'î yên tên kirin wê werin şopandin.

-Ji KCK'ê Huseyîn Dîcle got divê Kurd û Tirk li dijî faşîzmê eniya têkoşîna hevpar ava bikin û diyar kir bi perspektîfa bihevrebûnê ya 1918-1921'ê divê vê têbikoşin.

-Yek ji rêvebera KCK'ê Koçerîn Amed got dikarin li ser gelek mijaran bi paş ve gav bavêjin, li gorî demê hin tişt dikarin biguherin lê ji pergala hevseroktiyê nayên xwarê û bi paş ve gav navêjin.

- Burhan Şik ku li Girtîgeha Tîpa L’yê ya Patnosê girtiyê siyasî ye, li dijî kirinên ,’’derhiqûqî û dermirovî’’ banga bihistyariyê kir.

- Sed hezaran Efrînî ji ber dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka xwe bûn penaber. Li aliyekê dewleta Tirk û çeteyên wê êrîş dike li aliyê din rejîma Sûriyeyê ambargoyê li ser wan pêk tîne.

- Hevserokên HDP'ê yên Mêrdînê Eylem Amak û Salih Kuday diyar kirin li dijî darbeya qeyûma a li ser sê şaredariyên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê wê çalakiyên wan bidomin.

- Hevserokê Partiya Yekîtiya Sûryaniyan Senherîb Bersûm têkilî darbeya li ser şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê got, divê gelên Tirkiyê li dijî êrîşên desthilatê yek bin.

- Rûbara Bendîmahî û Geliyê Bendîmahî yek ji xweşikahiya sirûştî ya Bêgirê ya Wanê ye û bi projeyên HES’ê taloke heye ku tine bibe.