ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirker ên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên li ser mijarê wê werin şopandin.
- Ji rojnivîska Roboskî ya gerîlaya YJA Starê şehîd Zîlan Roboskî: Di şeva 28'ê Kanûna 2011'an de dema ku gundê me hate bombekirin, min fêhm kir ku ji bo me Kurdan jiyan nîne, eger em nebin gerîla jiyan li me heram e.
- Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn anî ziman ku sala 2022'an wê bibe sala têkoşîna gelan û destnîşankirin, ku ji bo demokratîkkirina Îranê û biserxistina doza azadiyê ya gelên Îranê wê têkoşîna xwe bilindtir bikin.
- Hesen Koçer diyar kir ku PDK'ê Deriyê Sînor ê Sêmalkayê li dijî gelê Rojava her tim weke şantajekê bi kar aniye û got, "Hûn nikarin îradeya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi vî rengî bişikîne. Bi her awayî em ê pêwîstiyên xwe tedarik bikin. Bila gelê me bi propagandayên wan bawer neke."
- Xwişka girtiyê nexweş Cengîz Sînan Halîs Çelîk, Nesrîn Çelîk ragihand ku rewşa girtiyên nexweş divê ti carî ji rojevê nekeve û ji bo vê jî wezîfe dikeve ser milê her kesên li derve.
- Ji çalakgerên Nobeda Edaletê ya li Baroya Amedê Hasîne Guler got, "Hevserê min 26 sal in, kurê min jî 18 sal in girtî ye. Cenazeyê kurê min ê din jî 7 mehan li erdê ma."
- Rayedarên li Girava Kanaryayê eşkere kirin ku teqîna volkanîk a li girava La Palmayê ku meha Îlonê dest pê kir, bi rengekî fermî qediya ye.