ROJEVA 2'Ê GULANA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan tê lidarxistin, wê bê şopandin.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser qadên Metîna, Zap û Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê wê werin şopandin.

Komîteya Rêveber a PKK'ê şehîdên meha Gulanê bi bîr anî û got, "Gerîlayên me û gelê me, di meha şehîdan de wê bi ruh, hişmendî û îradeya şehîdên me yê leheng li ber xwe bidin, faşîzmê hilweşînin, tecrîdê bişikînin û dagirkeriyê bi dawî bikin."

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di berhema xwe de ya bi navê "Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk' hate weşandin, têkildarî çîna karker, talankirina kedê û pirsgirêkên aboriyê yên civaka Rojhilata Navîn nirxand. Me hin beşên ji vê nirxandinê kom kir.

Enternasyonalîstê Elman Goran Kobanê ku ji bo têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê beriya şeş salan hate Rojava, di nava vê demê de gelek tecrûbe wergirtiye. Şervanê Elman bang li her kesî dike ku Şoreşa Rojava ji nêz ve nas bike û got, "Piştgirtiya ku ji rola jinê re tê dayin, li devereke din a Rojhilata Navîn nîne. Lewma werin û lê binerin. Çend mehan bên lê binerin, tiştekî bêhempa ye."

Serokê Seyfo Centerê Sabrî Atman bal kişand ser daxuyaniya Serokê DYE'yê Joe Biden a li ser qirkirinê û got, "Li dijî Tirkiyeyê wê doz bên vekirin."

Şervanê YPG'ê yê ji Hamayê Rojhat Agir ku li Reqayê li dijî DAÎŞ'ê şer kir, wiha axivî "Me zilma dewletê jî, ya komên din jî ya DAÎŞ'ê jî dît. YPG gelên Sûriyeyê diparêze. Me bi YPG'ê û bi gel re li dijî êrişan jiyana xwe, sîstema xwe parast."

Lêkolînerên Fransayê di navbera salên 2000-2019'an de bi sed hezaran wêneyên peykê lêkolîn kirin û tespît kirin ku salê bi 267 milyar tonî qeşa dihele.