ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Bi salan bû hedefa zextên dewleta Tirk, gelek caran hate destgîrkirin, hate girtin, parlamenteriya wê hate betalkirin, lê belê van hemûyan nekarî Leyla Guven ji têkoşîna azadiyê vegire.

Wekîla HDP'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku rêbaza rêveberiyê ya AKP'ê şer e û got, "Divê em jin, vê amûra şer ji destê hikumetê werbigire. Rêya vê jî hilweşandina faşîzmê ye."

Endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê li ser dagirkeriya dewleta Tirk û helwesta malbata Barzanî axivîn û gotin, "Divê pêşî li rijandina xwîna xwişk û bira bê girtin". Di vê mijarê de bi taybetî bal kişand ser wezîfeya dikeve ser milê dayikên Başûrî.

Bala her kesî li ser hevalê Şukru bû. Ji ber temenê xwe, xelkê herêmê jê re digot Apê Şukru. Wî jî ev nav pejirandibû. Herî zêde pîrka extiyar a malbata me ji me zarokan re qala Apê Şukru dikir.

Atolyeya Çand Huner û Lêkolînê ya Aryen ku li Wanê ji bo Kurdî kar dike, perwerdeya muzîkê dide zarokên 2-5 salî û hunermendên paşerojê digihîne.