Li ser rêya Reqayê, rojek bi şervanekî QSD'ê re..

Ev çend roj in em pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê  dişopînin. Pêngavê, di 11'ê Gulanê de dest pê kiribû û heta niha bi rengekî serketî didome. Me jî xwest rojekê bi şervanekî QSD'ê re derbas bikin.

Ev çend roj in em pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê  dişopînin. Qonaxa çaremîn a pêngavê, di 11'ê Gulanê de ji nû ve dest pê kiribû û heta niha bi rengekî serketî didome. Me jî xwest rojekê bi şervanekî QSD'ê re derbas bikin.

Em rastî li heval Zana hatin ku ew jî cihê xwe di nava QSD’ê de digire û fermandarê tabûrê ye. Zana Kobanê ji gundê Bilikê ye, ku Bilik li başûrî Kobanê ye. Di nava gelê Kobanê de bi navê gundê Şehîdan tê naskirin. Tevî ku gundek e û tenê ji çend malan pêk tê, 40 şehîdên xwe heen. Em li wesayîta Zana siwar bûn û ev jî ji me re bû derfet ku Zana bersivê bide pirsên me. Me nexwest ku em karê wî rawestînin. Zana got: "Her tim hevalên me yên şehîd bûne, di bîr û bala me de ne. Wan dixwest ev gel û ax rizgar bibe, em jî şopdarên wan in."

Em di rê de li gundên nû hatibûn rizgarkirin digeriyan. Di kêleka rê de dîsa karwanên koçberan hebûn. Di devê rê de çend malbat rûniştîbûn û erebeyeke din a hêza QSD'ê li wan sekinîbû. Av li wan belav dikir. Em jî sekinîn. Koçber ji gundê Selhebiyê bûn, gund nû ji çeteyan hatibû paqijkirin. Her gundek ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar dibe, li gorî rewşa mayînên çeteyan di gund de çandî û ewlehiya sivîlan şervan destûr didin vegera şêniyên gund. Kalekî ji Zana pirsî bê ka wê kengê  vegerin gund.  Zana jê re got du rojên din; ji ber top û hawanê çeteyan digihêjin gund. Sivîlan bi kelecanî li şervanan dinerîn. Hin tirs û xofa çeteyan li rûçikê wan diyar bû. Jinan geh ser devê xwe vedikirin û geh digirtin wek ew bixwe şaş mabûn. Ecêb e, em dikarin êdî ser vekirî bibin. Dengê jinekê dihat û digot, "Va artêşa demokratîk e, el hemdulah el hemdulah."

Careke din em ketin rê û heval Zana axaftina xwe dewam kir: "Hêza me hêzek mirovahiyê ye, ne hêzeke wiha ye ku em hatine vir da ku em bibin desthilatdar. Lewma mirovek li ku derê dibe bila bibe ku bindest be em amade ne ku wî rizgar bikin; ji xwe ev jî erkekî me ye."

Zana axaftina xwe wiha dewam kir: "Dema hevalên me çavên wan li zarok, kal, pîran dikevin nan û ava xwe bi wan re par ve dikin. Ji ber em ji bo vî gelî têdikoşin, lewma ku em bi wan re nebin yek ti wateya vê rizgarkirinê namîne."

Dîsa em bi Zana re bi rê ketin, me berê xwe da gundê Kedêran û zeviyên bendava Azadiyê ku şervanan ji şevê din ve dorpêç kiribûn û nuqteyên xwe sererast dikirin. Dibe ku ji dûr ve mirov bibêje ev hêz ji bo şer tenê ye, lê dema mirov di nava wan de digere, kesek ji şer hez nake û dibêjin jî 'em ne aşiqê şer in lê ji bo em vî gelî biparêzin mecbûr in ku li ber xwe bidin'. Li aliyekî din şervan civatê dikin, dikenin û henekan dikin û pir tiştên komîk ku bi wan re çêdibe bi hev re parve dikin. Hevaltiyeke bê sînor di navbera wan de heye. Di dawî de Heval Zana bersiva ku wê kengî bigihijin Reqayê, wiha da, "Dûr nêzik em ê bigihijin Reqayê û ji çeteyan paqij bikin. Ji ber ku me gotiye em ê rizgar bikin, yanî em ê bikin."