Rojda Felat: 80 ji sedî yê Reqayê azad e

Fermandara Operasyona Rizgarkirina Reqayê Rojda Felat got, tenê 20 ji sedî yê bajêr di destê çeteyan de maye.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê, ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hate destpêkirin, dewam dike. Fermandara operasyonê Rojda Felat, li navenda bajarê Reqayê li ser rêveçûna operasyonê agahî da ANF'ê. Felat diyar kir, ku 20 ji sedî yê bajêr di destê çeteyan de maye. Fermandar Felat got, "Heta meh û nîvekê wê bajar bi temamî bê rizgarkirin."

Rojda Felat wiha dewam kir: "20 ji sedî yê bajêr di destê çeteyên DAIŞ'ê de ye. Şervanên me roj bi roj bi pêş ve diçin û xeleka li dora çeteyan gerandine teng dikin."

Felat anî ziman, ku çete tenê li bakurê bajêr mane û got, "Moralê çeteyan têk çûye. Gelek çete teslîm dibin. Agahî li ber destê me hene, ku dibêjin gelek kes dixwazin teslîm bibin. Lê belê ji hev ditirsin. Di rojên dawî de gelek serçete hatin teslîm bûn."

Felat destnîşan kir, ku operasyona rizgarkirina Reqayê li gorî plana wan dimeşe û heta niha di bicihanîna vê plansaziyê de ti kêmasî derneketine.